'Gulistan şeva berî ku winda bibe jî bi Zainal Abarakov re hevdîtin kir' 2020-01-12 13:58:21 DERSIM - Hat hînbûn ku xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ya ku 8 roj in agahî jê nayê girtin, şeva berî ku winda bibe jî bi hevalê xwe yê kurik Zainal Abarakov re hevdîtin kiriye û dema hevdîtinê nîqaşek mezin di navbera wan de derkletiye." Xwendekara Beşa Gihandina Zarokan a Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanîngeha Dersimê Gulistan Dokû ku 8 roj in winda ye, agahî jê nayê girtin. Agahiya dawîn a têkildarî Dokû; Di lêkolîna ku ji aliyê parêzerên Baroya Dersimê ve li ser qeydên sînyalên HTS'ê hatiye kirin de hatiye tespîtkirin ku Dokû 5'ê Çileyê roja înê, li Taxa Ataturkê saet di 16.29'an de bi qasî 4 saniyan li ser telefonê bi hevalê xwe yê kurik Zainal Abarakov re hevdîtin pêk aniye.    Li ser vê yekê parêzeran bi malbata Dokû re qeydên hevdîtina telefonê pêşkêşî Walîtî û Serdozgeriya Komarê ya Dersimê kirin. Piştî vê pêşkêşkirinê Walîtî û Serdozgeriya Komarê ya Dersimê, daxuyanî dan û angaşt kirin ku lêgerînên wan ên têkildarî Dokû bi fîtozî û bênavber didomin. Li gel van daxuyaniyan jî 8 roj in lêkolîn tenê li derdora Gola Bendava Ûzûn Çayir û Pira Dînarê tên kirin.    BI ABAROKOV RE PIRSGIRÊK DIJIYA   Zainal Abarakov (23) ê rûs ku Dokû herî dawî pê re bi telefonê axiviye, kurê zir ê polisekî li Dersimê peywirdar e. Abarokov, li Rûsyayê ji dayik bûye û mezin bûye û dayika wî rûs e. Nêzî 4 salan e, li Dersimê bi bavê xwe yê zir ê polis û dayika xwe re dijî. Gulistan û Abarokov, li qafeya ku bi hev re dixebitîn, hevdû nas kirine û ji ber pirsgirêkên di navbera xwe têkiliya xwe qut kirine û ji ber vê qutkirinê pirsgirêk jiyane.    'SERÊ SIBEHE DÎSA HEVDÎTIN KIRIN'    Kesekî ku pirsgirêkên di navbera Gulistan û Abarokov ji nêz ve dizane û naxwaze navê xwe aşkera bike, diyar kir ku Abarokov, qet ji wan re qala jiyan û malbata xwe nekiriye û ji ber vê yekê wî zêde nas nakin. Ev kes da zanîn ku Abarokov car caran destûr girtiye û derdiket derveyî bajar û berî roja ku Gulistan winda bibe jî li taxa Ataturkê li ber derê mala wan hevdû dîtine û dayika Abarokov wan dîtiye xwestiye ku derkevin jor. Ev kes di berdewamê de ev tişt got: "Dayika Abarokov dixwest her dû ji li malê biaxivin. Axaftina wan li wir berdewam kir. Paşê Gulistan bi şev saet derdora 11.00'an ji malê derket. Li vir bavê Abarokov jê xwest ku Gulistan bi wesayîtê deyne malê. Gulistan peşî bi piya meşiya. Arabokov jê xwest ku li wesayîtê siwar bibe. Ji ber ku Gulistan nexweş siwar bibe li vir di navbera wan de pevçûn derket. Li ser agahdarkirina kesên hawirdorê, polis hatin cem wan û Gulistan got ku ji rewşê ne gilîkar e. Ev rewş ji bav polis re jî tê ragihandin. Ji ber ku derengiya şevê bû Gulistan li mamosteyekî xwe geriya û jê xwest ku were wê bibe. Ew şev li cem mamosteyê xwe ma. Dema serê sibehê radibe, ji mamosteyê xwe re dibêje ku dê biçe wargehê. Lê ji ber nêzbûna min û Gulistan, Abarokov ji min re peyam şand û serboriya di navbera xwe û Gulistan de ji min re vegot. Got ku ji rewşa Gulistan gumanan dike. Di wê kêliyê de gihîştim Gulistan û ji min re got ku dema em bên gel hev rewşê ji min re bibêje. Piştî vê axaftinê careke din negihîştim Gulistan. Lê di vê navberê de Gulistan ji bo hevdîtinê diçe cem Abarokov. Li wir di navbera wan de çi hatiye axaftin nizanim. Li gorî ragihandinên Abarokov, 'ji ber qewimînin bi şev ên di navbera wan de ji bo lêborînê çûye cem' em di vê navberê de qet negihîştin Gulistan."   BERDÊLA DERENGMAYÎNA DERSÊ 5 TL   Hat hînbûn ku pisrgirêkeke din a Gulistan, standina 5 TL a hîndekarê bi navê C.A. ya ji ber derengmayîna dersê bûye. Her çiqas piraniya xwendekaran vê rewşê qebûl nekin jî lê ji ber gumana mayîna bêberdewamiya vî pereyî didin. Lê 3 xwendekaran li dijî vê rewşê derketine û bi daxwaznameyekê ji Rektor re giliya hîndekar C.A. kirine. Yek ji van xwendekaran jî Gulistan Dokû ye. Daxwaznameyê de ev tişt cih girtine: "Dema em piştî mamoste dikevin polê, 5 TL ji me dixwaze. Dema em pere nedin nikarin bikevin polê. Weke xwendekareke bûrs digirim nikarim vî pereyî bidim. Ji destpêka serdemê ve bi vê pirsgirêkê dikevim dersê. Ji ber tirsa bêberdewamiyê hevalên min dengê xwe dernaxin."   LÊPIRSÎNA DERBARÊ MAMOSTE DE    Li ser daxwazanemeyê derbarê mamosteyê navborî de lêpirsîn tê destpêkirin. Piştî vê yekê mamoste jî gef li xwendekarên ku daxwazname dane dixwe û dibêje ku dê wan di polê de bihêle. Xwendekaran, diyar kir ku vê rewşê gelek bandor li Gulistan kiriye û beriya teslîmkirina daxwaznameyê bi mamoste re hevdîtin kirine lê tu encam negirtine. Tê gotin ku mamoste bi gotina "Hûn nikarin 5 TL bidin." biçûk xistiye û ji ber vê yekê Gulistan gelek caran nehatiye dibistanê.    MA / Semra Turan