Ewil berhemên çandî û dîrokî dikin hedef

  • rojane
  • 09:41 10 Çile 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûriyeyê ku dergûşa mirovahiye dike, şerê navxweyî di sala 9’emîn de berdewam dike. Ji ber şer; mîrateya mirovahî û şaristaniyan a hevpar û warên dîrokî darbeyên mezin xwarin û hêj talankirin û wêrankirina war û berhemên dîrokî didomin. 
 
Li Sûriyeyê ku bûye qada şerê hêzên hegemonîk a navneteweyî, berhemên dîrokî ku bûne mîrateyê cîhanê bi zanebûn dibin hedefa êrîşan. Çeteyên DAÎŞ, El Kaide û rêxistinên wekî wan bi zanebûn warên dîrokî dikin hedefa êrişan. Ji ber van êrîşan navendên baweriyên Xiristiyan, Misliman û baweriyên din tev rûxiyan û xera bûn. Hêj jî talankirin û wêrankirina warên dîrokî didome û berhemên dîrokî tên dizîn.  Dixwazin hafizaya hevpar a dîrokî û çandî ya gelên Ereb, Kurd, Ermenî, Suryanî yên bi hevre li Sûriyeyê dijîn, tune bikin. Goristan, dêr, mizgeft û navendên şaristaniyê yên bûne dergûşa dîrokê, bi bombeyan hatin wêrankirin û tunekirin. Bi makîneyên kar hatin talankirin. Bi qazmeyan xerakirin. Rêxistinên berdewama DAÎŞ û El Kaideyê yên ku rayedarên Tirkiyeyê hamiya wan dikin jî qadên ku dagir dikin berî her tiştî dixwazin warên dîrokî tune bikin. Şopên şaristaniyên ku ji serdemên Neolotîk mane û li ser erdnîgariya Sûriyeyê heta îro hatine, niha jî rastî êrîşên xerakirin û talankirina komên girêdayî Tirkiyeyê tên. Lewra li gorî peymana Lahey ya sala 1954'an hatibû îmzekirin, êrîşên li dijî warên çandî, dîrokî û baweriyan sûcêşer e. Lê hêzên navneteweyî, li dijî êrîşên Tirkiye ya li hemberî mîrateyên çandî û dîrokî ker û kor e. Naxwaze van sûcên şer ên Tirkiyeyê bibîne. UNESCO ku rêxistina berpirsiyarê parastina warên ku di lîsteya mîrateyên çandî ya cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digere, tenê banga “Divê hikûmet zanibin ku warên çandî nabin hedefa êrîşan" bes dibîne. 
 
NY: HERÎ KÊM 300 WARÊN ÇANDÎ HATINE TUNEKIRIN
 
Li ser erdnîgariya Sûriyeyê ku bûye dergûşa Şaristaniyan, der barê hin warên dîrokî yên di 9 salan de talan û wêran bûne li pêş çavan in. Neteweyên Yekbkûyî diyar kir ku herî kêm 300 warên çandî yên ji bo dîroka Sûriye û cîhanê nirxên wan pir giranbuha ne û nayên pîvan, hatine tunekirin. Ji xeynî şer, DAÎŞ-El Nusra û Tirkiyeyê dest bi qaçaxvaniya berhemêm dîrokî kirin. Ev wekî pirsgirêka muhîm derket holê. BBC, derxist holê ku DAİŞ û El Nusra bi firotina berhemên dirokî ji 500 hezar dolaran heta 1 milyon dolaran hatin qezenç kir. 
 
*Mînareya Mizgefta Ummeye ya ku li şûna dêra Bîzansan a Xanedanê Emeviyan li Helebê di sala 715'an de ava kiribû, di encama şerê dijwar de bi temamî hilweşiya. 
* Di şerê 2012'an ê li Helebê de, Çarşiya dîrokî ya El Medine tev şewitî û di şewatê de tevahîe bû xwelî. 
* Di sala 2012'an de Dêra Surp Kevork a Ermeniyan a li taxa Nor Kug (Mîdan) a Helebê ku piranî Ermenî lê dijîn, şewitandin û tev şewitî. 
*Di sala 2015'an de li taxa Suleymaniye ya Helebê, di êrîşa çeteyên El Nusra de Dêra Katolik hat xerakirin. 
* Keleha Krak des Chevaliers (Keleha Şovalyeyan) ya li Nêzî sînorê Lubnanê li Humusê û heta îro hatiye parastin, di encama şerê navxweşî de derbên giran xwarin. 
*Bajarê Antîk Apamea ku 300 sal Beriya Zayinê (BZ) li tenişta Çemê Asî hatibû avakirin, ji aliyê çeteyên girêdayî El Kaide ve hat talankirin. Mozaîkên ji serdema Roma mabûn ên Apameayê bi matkap û birekan, ji cih û warên wan rakirin û birin. 
*Bajarê Antîk Palmîra ku wekî "Bûka çolê" tê zanîn û 3 caran ji aliyê DAÎŞê ve hat dagirkirin, tevî ku kemerên birdariyên xwe diparastin jî warên kolandina arkeolojik hatin wêrankirin. 
Li ser hemû dîwarên Perestgeha Bel şopa guleyan û şewatê hat dîtin. Dîwarê ku kolonên korînt û kemerên ji serdema Severus mabûn hat xerakirin. 
* Li bajarê Malûla yê Aramî lê dijiyan û 50 km dûrî Şamê bû, dêr ji aliyê çeteyan ve hatin şewitandin. Kenîşteya (Sînegog) Jobar di şer de bi tevahî hat hilweşandin. Bi xerakirina avahiyê re bi hezaran belgeyên olî û dîrokî û berhem tev tune bûn. 
*Çeteyên El Nusra li Gundên El Qiniya û El Xesaniye yên Idlibê 33 dêr û li El Qiniya peykerên Dayika Meryem û Gower Geoss xera kirin. 
*Komên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk li Idlibê Dêra Dayika Meryemê xera kir. 
 
EWIL DAÎŞÊ ÊRÎŞ KIR Û PITRE HÊZÊN GIRÊDAYÎ TIRKIYEYÊ ÊRÎŞ KIR
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ewil rastî êrişên DAÎŞ û El Nusra hat û piştre rastî êrîşa hêzên girêdayî Tirkiyeyê hatin û jî gelek warên dirokî û çandî yek bi yek tune dibin. Li Efrin, Serêkaniye û Girê Spî sûcê şer hat kirin. Hin war û berhemên dîrokî û çandî yên tune bûn û dibin wiha ne: 
 
*DAÎŞ'ê di sala 2014’an de li Hasekê û Til Temirê êrîşî warên dîrokî yên Suryaniyan kirin. 
Peykerên Suryaniyan ên ji sedsala 800'emîn mabûn, bi qazmeyan şikandin û tune kirin. Li Til Hirmizê dêra Mar Bisho ya ku dêra herî kevnar a Sûryaniyan e şewitandin. 
Di sala 2015’an de li Til Temîr û Hesekê yên ku ket kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek warên dîrokî hatin parastin. 
* Di sala 2014'an de DAIŞ'ê li Dêrazorê dêra ji bo bîranîna kesen di Komkujiya Ermeniyan de hatibû avakirin xera kirin. Piştî Bîrdarî ji aliyê QSD'ê ve hat xelaskirin, di sala 2019’an de hat nûkirin û dîsa xistin xizmeta îbadetê. 
*Til Xelef ku 5 kîlometre nêzî Serêkaniyê ye û di navbera 6 hezar û 5 hezar û 300 sal Beriya Zayînê de ji bo çandiniya li Mezopotamya Jorîn bû wargeh û malovaniya şoreşa çandiniyê, di Cotmeha 2019’an de ji aliyê Dewleta Tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin. 
 
Li Til Xelef ku gelek berhemên dîrokî lê heye û mîrateya cîhanê ye, çeteyan ji bo xwe kirin barageh. Tê gotin ku gelek berhemên dîrokî derxistin û firotin qaçaxvanên berhemên dîrokî. 
*Tê gotin ku li Serêkaniyê ku Paytextê Şaristaniya Mîttanî ya dişibe Muzeya Servekirî ya warên dîrokî, piştî Tirkiye ew dagir kir, gelek berhemên dîrokî hatin revandin. 
* Di Kanûna sala 2012’an de kêm çete yên Tirkiye destek dida wan, li Serêkaniyê Dêra Ortodors a Suryaniyan wêran kirin û mayîn xistin bin dêrê. 
 
Piştî sala 2013’an, dêrên ku hêz û komên girêdayî Tirkiyeyê, mayîn xistin bin wan û xera kirin, ji nûve hatin avakirin û xistin xizmeta îbadetê. 
*Lê di 20'ê Cotmeha 2019’an de piştî Serêkaniyê ji aliyê kom û hêzên girêdayî Tirkiyeyê ve hat dagirkirin, çeteyan 3 dêrên aydî Ermenî û Suryaniyan ji bo xwe kirin barageh. 
* Li Girê Spî ya ku komên girêdayî Tirkiyeyê ew dagir kir, warên dirokî yên mîrateya cîhanê tên talankirin. 
* Çeteyên El Nusra û DAİŞ li bajar, di sala 2013’an de êrîşî Girê Spî kiribûn. Dêra Ortodoks a Ermeniyan û hemû warên pîroz ên Xiristiyanan tev xera kirin. 
Piştî Girê Spî ji aliyê QSD'ê ve di sala 2015'an hat rizgarkirin, ev warên îbadetê hatin avakirin û xistin xizmetê. 
* Di 9'ê Cotmehê de piştî êrîşên dagirkeriyê, Dêra Ortodoks a Ermeniyan ji nûve rastî êrîşan hat. Dêr hem warê dirokî bû û hem jî di aliyê mîrateya çandî û baweriyê de girîng bû. 
 
* Hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a Kantona Efrînê Hemîd Nasir, têkildarî warên dîrokî got:"Hikûmeta Tirk a dagirker ne tenê dikolîne lê şûnwaran bi rêya treksan radike."
* Belge û agahiyên girêdayî vekolandina Tirkiyeyê di Şikefta Dawûdiyê de yê li gundê Birc Abdalo li ser lûtkeya Çiyayê Lêlûn gihaştine ber destê wan. Di vê şikeftê de hestiyên mirovan ên ku vedigerin 100 hezar sal beriya zanînê hatin vedîtin. 
* Girê Basiqê yê ku dikeve navçeye Şera rastî binpêkirinan ji vekoland û kolandinê hatiye. Beşek mezin ji gir hatiye qutkirin û ew bi vîdyo hatiye belgekirin. Dewleta Tirk Girê gundê Hilûbiye bi rêya alavên kolandinê û tireksên giran kolandiye û di encamê de gir gelek zirar dîtiye. Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 16 hezar berhemên dîrokî dizîne. 
 
* Li 8 qadên dîrokî yên li Bakurê sûriyeyê 40 warên dîrokî hene. Ev di bin talûkeyê de ne.
 

Sernavên din

11/01/2020
13:19 Kemalbay: Şikandina tecrîdê bi têkoşînê pêkan e
13:15 Amerîka daxwaza Iraqê red kir: Em venakişin
12:32 Komxebata ziman dest pê kir: Ziman û çanda me bi pişavtinê re rû bi rû ye
12:00 Ocalan rageşiya navbera DYA-Îranê 7 sal berê nivîsîbû: An dê demokratîk bibe an dê belav bibe
11:31 Raportorê Taybet ê NY'yê bi parastvanên mafên mirovan re hat gel hev
11:30 Bertek nîşanî girtina Keşîş Belîcan dan: Pêşeroja Suryaniyan dibin talûkê deye
11:22 Li Amedê operasyona bertîla tapo: 41 kes hatin binçavkirin
10:29 Ji ber legerîna tazî red kir gardiyanan girtî derb kirin
10:26 Girtiyê nexweş ê 74 salî Nebî Îlhan jiyana xwe ji dest da
09:08 Rêyên Qoserê bûne kunên xiltan
09:07 Li Stenbolê girû belav dibe: Derman nemane
09:06 Nerazîbûna dayika ku zarokên wê hatin îstismarkirin
09:06 26 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse: Tiştek jî li dû wî nehiştin
09:05 Parêzer Sert: Ne ceza, xelat wergirtiye, belkî Berfînê bikuje jî
09:00 Ji ber parvekirinên xwe yên dijî şer wê bê darizandin
09:00 Di Doza Sereke ya Sûrê de wê 39 kes yeko yeko bên darizandin
09:00 Wekî çavdêr tev li meşê bûbû, ceza lê hat birîn
09:00 Armanca Wîkîferhengê 'milyonek peyvên kurdî ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2020'AN
08:54 Îranê ragihand ku bi şaşî balafira Ûkraynayê xistin e
10/01/2020
16:39 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Dixwazin li Dersimê polîtîkaya pişaftin û înkarê bidomînin
15:52 Serokê Baroya Wanê: Wezaret di lêpirsîna cînayeta Elçî de bêbandor e
15:36 Derket holê ku Gulîstan Doku herî dawî bi Zaynal Abarok re axivîye
15:18 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:34 Kubîlay: Genimê li Girê Spî yê kî ye û ji aliyê kî ve difiroşin Tirkiyê?
14:19 Buldan: Em ê sedsala pêşiya me bikin sedsala jinan
13:52 MEBYA-DER'ê: Di kesayeta Ocalan de gel tên tecrîdkirin
13:36 Keşîş Bîleçen wê sewqî edliyê bikin: Ev operayon ji teslîm girtina Suryaniyane
13:27 Di Roja Rojnamegerên Dixebitin de ket girtîgehê
12:47 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Çaglar Demîrel hat birîn
12:00 Lêpirsîna kesên zor li dayik û keça wê kirin ku fihûşê bikin hêj bi encam nebûye
11:44 Qûrbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn
11:39 HDP wê tevlî Komxebata Kanal Stenbolê bibe
11:16 Mazlûm Ebdî: Li herêma me 3 hezar û 286 kes windane
11:02 Qeyûm tayînî şûna 3 endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê hatin kirin
11:02 Jinên rojnameger vegotin: Emê di her şert û mercî de rastiyan binivîsin
10:58 New York Times: Li Balafira Ukrayna xistin û daxistin xwar
10:31 Ava Bendava Ilisûyê gihîşt Heskîfê: Dîroka 12 hezar salî di bin avê de dimîne
10:29 DFG: Li dijî zextan em bi hevre têbikoşin
09:52 Komxebata 1'emîn a Tora Ziman û Çandan sibê dest pê dike
09:42 Generalê Rûsî: Li Îdlîbê agirbest hat îlankirin
09:41 Ewil berhemên çandî û dîrokî dikin hedef
09:09 Li girtîgehê pêkanîneke nû: Gere hûn bi eşofamên me di amûra X-rayê re derbas bibin
09:09 3 dozger guherîn, lê hîn jî îdianame nehatiye amadekirin
09:08 Kamaç: Xebata me ya sereke divê yekîtiya neteweyî be
09:08 Şaredarê soz dan sozên xwe neanîn cih
09:07 Hem derb kirin hem jî cezayê hucreyê lê birîn
09:06 'Ji bo tenûra me bi agirê kesên din vênekeve em xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2020'AN
09/01/2020
16:28 Temellî: Armanca têkoşîna me têkbirina îqtîdara AKP’ê ye
16:26 Keşeyê Dêra Mor Yakûp hat binçavkirin
16:23 Cansiz, Fîdan û Şaylemez li bajarên lê hatibûn defin kirin hatin bîranîn
15:56 Li Wanê 3 jinên siyasetmender hatin bîranîn
15:26 11 sal cezayê girtîgehê dan midurê qeyûm
14:43 Ji HDP'ê ji bo jinên kedkarên malan pêşniyaza qanûnê
14:38 Siyasetmedarên jin hatin bibîranîn: Em ê ala têkoşîna Sarayan tim li ba bikin
14:26 Cenazeyê karkerê di bin şepeyê mabû hat dîtin
14:15 AYM: Gotina ‘sûtalê qesrê’ ne heqaret e, rexne ye
14:01 Ji Îranê bersiva 'hevdîtinan bêşer': Angaşta hevkariyê nayê fêmkirin
13:54 Doza Selahattîn Demîrtaş hat taloqkirin
13:48 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:42 5 meh ceza li rojnamevan Osman Akin hat birîn
13:33 Piştî desteserkirina zeytûnan niha jî 20 ton dexl û danê Girê Spî hat desteserkirin
13:08 Li Geverê kesek winda bûbû mirî hat dîtin
12:31 Hejmara 4'emîn a kovara Folklora Me derket
12:30 Li Amedê cenazeyek hat dîtin
12:01 Meclîs Jinan a HDP’ê: Bi Komkujiya Parîsê re berxwedana jinê hedef girtin
11:34 DTSO: Bila sala 2021’an bibe Sala Zerzevanê
11:22 'Heke zext li ser kurdî tunebin em ê zextên tên kirin çawa binirxînin?'
11:21 Velî Encu û 4 kesên din nehatin berdan
11:09 Jin qanûna ‘efoyê ya bi rêya zewicandinê' îtîraz dikin: Pir talûkeye
10:52 KCD: Em ê têkoşîna Sakîneyan mezin bikin
10:17 Li Marînê ya Nisêbînê 5 welatî hatin binçavkirin
10:11 Ji Amerîkayê ji bo NY'yê: Em amade ne bêşert bi Îranê re rûnin
10:11 Rojnamevanên li qadê: Rojnamevaniyê roj bi roj ber bi talûkeyê ve dibin
09:23 Wê êrîşên cûr bi cûr pêk bên û dewam bikin
09:22 'Ji bo jiyaneke mirovane em li Qada Gundogduyê bên cem hev'
09:21 Şaredariya Seyhanê asfalt rijandiye ser avahiya dîrokî
09:20 Nahêlin rojnamevan Demîr nameyan bişîne
09:16 Ji Meclîsa Rezanê jesta li ser jestê!
09:07 Îqtidarê xêr di sewalvaniyê de jî nehiştiye: Yeko yeko koç dikin
09:04 Dadgehê ji bo cinayeta li girtîgehê got, 'qisûr' a Wezareta Dadê ye
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2020'AN
08/01/2020
20:35 Hevşaredara Qelqeliyê şandin Girtîgeha Erziromê
18:20 Li Wanê cardin çalakî hatin qedexekirin
18:11 Li Îranê balafira rêwiyan ket xwarê: 176 kes mirin
17:59 Demîrtaş: Li Cizîrê komkujiyên hovane hatin kirin
16:36 Rojnamevan Aykol: Em bi bedelên giran hatin heta van rojan
16:01 Sekreterê Giştî yê NATO'yê êrîşa Îranê şermezar kir
16:00 Îttîraza ji bo cezayê xebatkarê rojnameyê hat redkirin
15:35 Demîrtaş: Dozger ji kî re xizmetê dike û derdî wî çi ye?
15:04 Li Pêrtagê gelek zarok hatin îstîsmarkirin
14:48 Qeyyûm: Lîsa Çalan ji kar nehatiye derxisti, peymana wê hatiye feshkirin
14:47 Şêwirmendî leşkerî yê Erdogan îstîfa kir
14:22 Ji Serokwezîrê Iraqê Mehdî daxuyaniya êrîşa Îranê
14:10 Rojnamevan Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
14:02 Malbatên Baran û Şik bi dayina mewlûdê şîn qedand
13:15 Danişîna doza Rojnameger Îdrîs Sayilgan hat dîtin
12:43 ‘Komkujiya Parîsê berdewama 9'ê Cotmehê ye'
12:38 Rojnameger Arjîn Oncel di danişîna ewil de berat bû