Ewil berhemên çandî û dîrokî dikin hedef 2020-01-10 09:41:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûriyeyê ku dergûşa mirovahiye dike, şerê navxweyî di sala 9’emîn de berdewam dike. Ji ber şer; mîrateya mirovahî û şaristaniyan a hevpar û warên dîrokî darbeyên mezin xwarin û hêj talankirin û wêrankirina war û berhemên dîrokî didomin.    Li Sûriyeyê ku bûye qada şerê hêzên hegemonîk a navneteweyî, berhemên dîrokî ku bûne mîrateyê cîhanê bi zanebûn dibin hedefa êrîşan. Çeteyên DAÎŞ, El Kaide û rêxistinên wekî wan bi zanebûn warên dîrokî dikin hedefa êrişan. Ji ber van êrîşan navendên baweriyên Xiristiyan, Misliman û baweriyên din tev rûxiyan û xera bûn. Hêj jî talankirin û wêrankirina warên dîrokî didome û berhemên dîrokî tên dizîn.  Dixwazin hafizaya hevpar a dîrokî û çandî ya gelên Ereb, Kurd, Ermenî, Suryanî yên bi hevre li Sûriyeyê dijîn, tune bikin. Goristan, dêr, mizgeft û navendên şaristaniyê yên bûne dergûşa dîrokê, bi bombeyan hatin wêrankirin û tunekirin. Bi makîneyên kar hatin talankirin. Bi qazmeyan xerakirin. Rêxistinên berdewama DAÎŞ û El Kaideyê yên ku rayedarên Tirkiyeyê hamiya wan dikin jî qadên ku dagir dikin berî her tiştî dixwazin warên dîrokî tune bikin. Şopên şaristaniyên ku ji serdemên Neolotîk mane û li ser erdnîgariya Sûriyeyê heta îro hatine, niha jî rastî êrîşên xerakirin û talankirina komên girêdayî Tirkiyeyê tên. Lewra li gorî peymana Lahey ya sala 1954'an hatibû îmzekirin, êrîşên li dijî warên çandî, dîrokî û baweriyan sûcêşer e. Lê hêzên navneteweyî, li dijî êrîşên Tirkiye ya li hemberî mîrateyên çandî û dîrokî ker û kor e. Naxwaze van sûcên şer ên Tirkiyeyê bibîne. UNESCO ku rêxistina berpirsiyarê parastina warên ku di lîsteya mîrateyên çandî ya cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digere, tenê banga “Divê hikûmet zanibin ku warên çandî nabin hedefa êrîşan" bes dibîne.    NY: HERÎ KÊM 300 WARÊN ÇANDÎ HATINE TUNEKIRIN   Li ser erdnîgariya Sûriyeyê ku bûye dergûşa Şaristaniyan, der barê hin warên dîrokî yên di 9 salan de talan û wêran bûne li pêş çavan in. Neteweyên Yekbkûyî diyar kir ku herî kêm 300 warên çandî yên ji bo dîroka Sûriye û cîhanê nirxên wan pir giranbuha ne û nayên pîvan, hatine tunekirin. Ji xeynî şer, DAÎŞ-El Nusra û Tirkiyeyê dest bi qaçaxvaniya berhemêm dîrokî kirin. Ev wekî pirsgirêka muhîm derket holê. BBC, derxist holê ku DAİŞ û El Nusra bi firotina berhemên dirokî ji 500 hezar dolaran heta 1 milyon dolaran hatin qezenç kir.    *Mînareya Mizgefta Ummeye ya ku li şûna dêra Bîzansan a Xanedanê Emeviyan li Helebê di sala 715'an de ava kiribû, di encama şerê dijwar de bi temamî hilweşiya.  * Di şerê 2012'an ê li Helebê de, Çarşiya dîrokî ya El Medine tev şewitî û di şewatê de tevahîe bû xwelî.  * Di sala 2012'an de Dêra Surp Kevork a Ermeniyan a li taxa Nor Kug (Mîdan) a Helebê ku piranî Ermenî lê dijîn, şewitandin û tev şewitî.  *Di sala 2015'an de li taxa Suleymaniye ya Helebê, di êrîşa çeteyên El Nusra de Dêra Katolik hat xerakirin.  * Keleha Krak des Chevaliers (Keleha Şovalyeyan) ya li Nêzî sînorê Lubnanê li Humusê û heta îro hatiye parastin, di encama şerê navxweşî de derbên giran xwarin.  *Bajarê Antîk Apamea ku 300 sal Beriya Zayinê (BZ) li tenişta Çemê Asî hatibû avakirin, ji aliyê çeteyên girêdayî El Kaide ve hat talankirin. Mozaîkên ji serdema Roma mabûn ên Apameayê bi matkap û birekan, ji cih û warên wan rakirin û birin.  *Bajarê Antîk Palmîra ku wekî "Bûka çolê" tê zanîn û 3 caran ji aliyê DAÎŞê ve hat dagirkirin, tevî ku kemerên birdariyên xwe diparastin jî warên kolandina arkeolojik hatin wêrankirin.  Li ser hemû dîwarên Perestgeha Bel şopa guleyan û şewatê hat dîtin. Dîwarê ku kolonên korînt û kemerên ji serdema Severus mabûn hat xerakirin.  * Li bajarê Malûla yê Aramî lê dijiyan û 50 km dûrî Şamê bû, dêr ji aliyê çeteyan ve hatin şewitandin. Kenîşteya (Sînegog) Jobar di şer de bi tevahî hat hilweşandin. Bi xerakirina avahiyê re bi hezaran belgeyên olî û dîrokî û berhem tev tune bûn.  *Çeteyên El Nusra li Gundên El Qiniya û El Xesaniye yên Idlibê 33 dêr û li El Qiniya peykerên Dayika Meryem û Gower Geoss xera kirin.  *Komên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk li Idlibê Dêra Dayika Meryemê xera kir.    EWIL DAÎŞÊ ÊRÎŞ KIR Û PITRE HÊZÊN GIRÊDAYÎ TIRKIYEYÊ ÊRÎŞ KIR   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ewil rastî êrişên DAÎŞ û El Nusra hat û piştre rastî êrîşa hêzên girêdayî Tirkiyeyê hatin û jî gelek warên dirokî û çandî yek bi yek tune dibin. Li Efrin, Serêkaniye û Girê Spî sûcê şer hat kirin. Hin war û berhemên dîrokî û çandî yên tune bûn û dibin wiha ne:    *DAÎŞ'ê di sala 2014’an de li Hasekê û Til Temirê êrîşî warên dîrokî yên Suryaniyan kirin.  Peykerên Suryaniyan ên ji sedsala 800'emîn mabûn, bi qazmeyan şikandin û tune kirin. Li Til Hirmizê dêra Mar Bisho ya ku dêra herî kevnar a Sûryaniyan e şewitandin.  Di sala 2015’an de li Til Temîr û Hesekê yên ku ket kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek warên dîrokî hatin parastin.  * Di sala 2014'an de DAIŞ'ê li Dêrazorê dêra ji bo bîranîna kesen di Komkujiya Ermeniyan de hatibû avakirin xera kirin. Piştî Bîrdarî ji aliyê QSD'ê ve hat xelaskirin, di sala 2019’an de hat nûkirin û dîsa xistin xizmeta îbadetê.  *Til Xelef ku 5 kîlometre nêzî Serêkaniyê ye û di navbera 6 hezar û 5 hezar û 300 sal Beriya Zayînê de ji bo çandiniya li Mezopotamya Jorîn bû wargeh û malovaniya şoreşa çandiniyê, di Cotmeha 2019’an de ji aliyê Dewleta Tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin.    Li Til Xelef ku gelek berhemên dîrokî lê heye û mîrateya cîhanê ye, çeteyan ji bo xwe kirin barageh. Tê gotin ku gelek berhemên dîrokî derxistin û firotin qaçaxvanên berhemên dîrokî.  *Tê gotin ku li Serêkaniyê ku Paytextê Şaristaniya Mîttanî ya dişibe Muzeya Servekirî ya warên dîrokî, piştî Tirkiye ew dagir kir, gelek berhemên dîrokî hatin revandin.  * Di Kanûna sala 2012’an de kêm çete yên Tirkiye destek dida wan, li Serêkaniyê Dêra Ortodors a Suryaniyan wêran kirin û mayîn xistin bin dêrê.    Piştî sala 2013’an, dêrên ku hêz û komên girêdayî Tirkiyeyê, mayîn xistin bin wan û xera kirin, ji nûve hatin avakirin û xistin xizmeta îbadetê.  *Lê di 20'ê Cotmeha 2019’an de piştî Serêkaniyê ji aliyê kom û hêzên girêdayî Tirkiyeyê ve hat dagirkirin, çeteyan 3 dêrên aydî Ermenî û Suryaniyan ji bo xwe kirin barageh.  * Li Girê Spî ya ku komên girêdayî Tirkiyeyê ew dagir kir, warên dirokî yên mîrateya cîhanê tên talankirin.  * Çeteyên El Nusra û DAİŞ li bajar, di sala 2013’an de êrîşî Girê Spî kiribûn. Dêra Ortodoks a Ermeniyan û hemû warên pîroz ên Xiristiyanan tev xera kirin.  Piştî Girê Spî ji aliyê QSD'ê ve di sala 2015'an hat rizgarkirin, ev warên îbadetê hatin avakirin û xistin xizmetê.  * Di 9'ê Cotmehê de piştî êrîşên dagirkeriyê, Dêra Ortodoks a Ermeniyan ji nûve rastî êrîşan hat. Dêr hem warê dirokî bû û hem jî di aliyê mîrateya çandî û baweriyê de girîng bû.    * Hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a Kantona Efrînê Hemîd Nasir, têkildarî warên dîrokî got:"Hikûmeta Tirk a dagirker ne tenê dikolîne lê şûnwaran bi rêya treksan radike." * Belge û agahiyên girêdayî vekolandina Tirkiyeyê di Şikefta Dawûdiyê de yê li gundê Birc Abdalo li ser lûtkeya Çiyayê Lêlûn gihaştine ber destê wan. Di vê şikeftê de hestiyên mirovan ên ku vedigerin 100 hezar sal beriya zanînê hatin vedîtin.  * Girê Basiqê yê ku dikeve navçeye Şera rastî binpêkirinan ji vekoland û kolandinê hatiye. Beşek mezin ji gir hatiye qutkirin û ew bi vîdyo hatiye belgekirin. Dewleta Tirk Girê gundê Hilûbiye bi rêya alavên kolandinê û tireksên giran kolandiye û di encamê de gir gelek zirar dîtiye. Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 16 hezar berhemên dîrokî dizîne.    * Li 8 qadên dîrokî yên li Bakurê sûriyeyê 40 warên dîrokî hene. Ev di bin talûkeyê de ne.