Demîrtaş: Li Cizîrê komkujiyên hovane hatin kirin

img
ENQERE – Selahattîn Demîrtaş di danişîna xwe roja duyem piştî navbera nîvro bal kişand ser kuştina welatiyên l jêrzemînin Cizîrê û got: “Ez qala jûrên gazê û firinên Hîtleran ên 1940’an nakim. Ev yek di 2015’an de li Cizîrê qewimî. Komkujiyên giran ên hovane hatin kirin, em vê nebêjin gelo? Em vê rastiya dîrokê û rastiya êşê ji nedîtî ve werin gelo?” 
 
Dadgehkirina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji doza xwe ya sereke negirtî tê darizandin di roja duyemîn de li 19’emîn Dadgeha Sizaya Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye dewam kir. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê lê dimîne bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Dadgehkirina Demîrtaş piştî navbera nîvro bi parastina wî dewam kir. 
 
Demîrtaş div ê parastina xwe de bi taybetî bal kişand ser kirinên serdema qedexeya derketina derve ya di navbera 2015-2016’an ên li navçeya Cîzîra Şirnexê. 
 
‘DEMA EM JI BO AŞTIYÊ DIGERIYAN HIKUMETÊ ÇI DIKIR GELO?’ 
 
Demîrtaş bal kişand ser qewimandinên di serdema qedexeyên derketinên derve yên wê serdemê û wiha got: “Dema em ji bo pêkanîna aştiyê digeriyan hikumetê çi dikir gelo? Esil kesên werin darizandin rayedarên îqtîdarê ne. Qey ez serokwezîr bûm? Qey Fîgen xanim serokwezîr bû? Qey HDP li ser îqtîdarê bû? Naxêr. Erdogan Serokkomar bû û Davûtoglû Serokwezîr bû. Hemû erk û kontrol di destê wan de bû. Li wan deverên qedexeya derketina derve lê dihat ragihandin rayeya operasyona eskerî di destê wan de bû. Ez dibêjim bila heyeta dadgehê carek din baş bifikire. 2 sal û nîv hevdîtinên li Îmrali dewam kirin. 2 sal jî hevdîtinên li Oslo birêve çûn. Yanî 4-5 sal bênavber hevdîtinên li gel PKK û Ocalan rû bi rû pêk hatin. Dema meseleya barîqat û hendekan derket hejmara wan pir hindik bû. Çima bi hevdîtina li gel wan ciwanan yanî bi navbeynkariyê jî dibe bi wan re hevdîtin nehat kirin û rêbazên qanihkirinê nexistin dewrê. Lê di şûna vê yekê de bi tabûran, tûgayan, serfermandarê giştî, general û hemû rayedarên eskerî sewqî wir kirin? Di vir de qet tiştek ecêb tune ye?
 
LI SÛR Û CIZÎRÊ KOMKUJÎ PÊK HATIN 
 
Heke roja ewil ku barîqat hatin avakirin destekê bidana me û diyalogê danîna dê pozê yek însanek jî xwîn nebûya. Dê hilweşandin pêk nehata û ne jî mirin çê bibûna. Lê ev kêrî AKP’ê hat. Hêj li navçeya Sûrê qedexeya heye. 5 sal derbas bû qedexe hêj heye. Çi kirin li wir? Ez wek endamek parlamentoyê mafê min nîne ku qewimandinên li wir bipirsim? Me xwest em erk û berpirsiyariya xwe bînin cih. Lê AKP komkujî pêk anî komkujî. Li Cizîrê komkujî pêk anî. Însanên sivîl qetil kirin. Zarok û pitik hatin kuştin. Ji ber min van gotiye ez têm darizandin. 
 
FERMANDAR DI 15’Ê TÎRMEHÊ DE BÛN DARBEKAR GELO? 
 
Van serfermandarên li vir fermanê ji rayedarên îqtîdarê werdigirtin gelo di 15’ê Tîrmehê de bûn darbekar? Wan rayedarên eskerî yên wê demê komkujî pêk dianîn niha hemû ji darbeyê hatin girtin. Ev kes di 14’ê Tîrmehê de wetanhez bûn û di 15’ê Tîrmehê de bûn xayînên welat? Van kesan li ber çavê we bombeyan bi ser Sûr, Cizîrê de dibarandin. We viya nedît lê hûn rabûn bombekirina Meclîsê we dît? Qey tu yê bêjî îqtîdarê û wan eskeran li wan deveran qet zilm û komkujî pêk neanîne. Dema ez radibim behsa van komkujiyan û zilmê dikim ez dibim xayîn û propagandager û lê yê fermana kuştinan dan nayên darizandin. 
 
ESIL DIVÊ HÛN BÊN DARIZANDIN 
 
Esil ên bên darizandin divê ew bûn. Ji ber ez wan kirinan dipirsim û li dij derketim û dibêjim we komkujî pêk aniye îro têm darizandin. 
 
Ji ber ku akademîsyen li dijî şer û kuştina zarokan derketin hemû hatin tewanbarkirin û lînckirin. 
 
WE NEHIŞT MALBAT CENAZEYÊN XWE VEŞÊRIN 
 
Li însanan zilm hate kirin. Bi tekbîran û rêbazên DAIŞ’ê heqaret li însanan kirin û kuştin. We nehişt zarok û pitik yanî Mîrana 3 mehî û Cemîleya 12 salî werin veşartin. We destûr neda malbat cenazeyên xwe veşêrin. Cenaze ji bo xera nebin di sarincan de hatin veşartin. Taybet Înan jinek navsere bû. Li ber deriyê wê ji aliyê sekvanan ve li nava kuçeyê hat kuştin. Malbatê xwest cenaze rake lê destûr nedan. Yên dixwestin biçin ser cenaze êrişî wan dikirin û dikuştin. Cenaze tam 7 rojan li nava kuçeyê ma. Min van hemûyan di axaftinên xwe yên koma li Meclîsê aniye ziman. Min ji Davûtoglû rica kir û lê hemû daxwaza me bêencam man. Bi zehmetiyên mezin cenaze piştî 7 rojan hat rakirin. 
 
EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN
 
We derbarê van kirinan de pirsek jî ji wan darbekaran nekir. Em jî ne ew însanên bêhesiyet û bêrûmet in. Em ê dest ji azadiya xwe berdin lê em serê xwe natewînin. Em ê heqaretek wiha çawa qebû bikin? Van tiştan qebûl bikin. 
 
HER ME GOT ÇARESERÎ WAN GOT ‘ÇARESERÎ NÎNE’ 
 
Her ku me got çareserî û aştî lê me kirin armanca xwe û bi ser me ve hatin. Wan jî got ‘çareserî û mareserî nîne.’ Em li dijî van kirinan derdiketin û me qala aştiyê dikir lê me li pişt xwe dinêrî ku medyaya wan me bi ‘aloziyan û şerxwaziyê’ radigihînin. 
 
JI BER PARASTINA XELKÊ XWE EZ TÊM DARIZANDIN 
 
Çi dibû bila bibûya divê me wan hilweşandinan rawestanda. Hin kesan min bi hendek, barîqaat, partiya min û navê min bikaranîn û min bi piştevaniya hendekan rexne kirin hin kesan jî bi nedestekkirina hendek û barîqatan min rexne kirin. Hêj ev nîqaş dewam dike. Em neçarbûn xwedî li xelkê xwe derkevin. Lê ji ber ku wê berpirsiyariya xwe ya siyasî bicih anî îro em tên darizandin û sûcdarkirin. Ez ne ji ber vê yekê vê parastinê dikim, ez ji ber ku dij hiqûqê têm darizandin parastinê dikim. 
 
SÛCDAREK HEBE JÎ EW KESÊN KOMKUJÎ PÊK ANÎNE 
 
Heke li holê sûcdarek hebe ew jî wan kesên ku li wan deveran komkujî pêkanîn sûcdar in. Tiştên li jêrzemînên Cizîrê qewimîn wê ev welat heta kengê veşêre? Hêj dozên wê nehatine destpêkirin. Ji bo ez derbarê Cizîrê de axivîm û ez li dijî kirinên wir derketim doz derbarê min de hatin vekirin. Lê em ê derbarê kirinên wir de bi berifirehî parastinê bikin û delîlên xwe yên derbarê Cizîrê de pêşkêş bikin. Dengê qeydên li Cizîrê hemû li gel me hene. 
 
EZ BEHSA JÛRÊN GAZA HÎTLERAN NAKIM, EZ QALA CIZÎRÊ DIKIM 
 
Ez qala jûrên gazê û firinên Hîtleran ên 1940’an nakim. Ev yek di 2015’an de li Cizîrê qewimî. Komkujiyên giran ên hovane hatin kirin, em vê nebêjin gelo? Em vê rastiya dîrokê û rastiya êşê ji nedîtî ve werin gelo? Hûn nikarin bêjin xelkê bûye şahidê wê hovîtiyê ji bîr kiriye. Bi milyonan însan vê rastiyê û wê hovîtiyê dizane çawa pêk hatiye. Em bi rojan ketin nava hewldanan. Lê di medya navendî nebû nûçe jî. Wan însanan li wir qetil kirin. Berpirsiyarê siyasî AKP, Erdogan û Davûtoglû ye.”
 
Parastina Demîrtaş a têkildarî fezlekeya hejmara 3’an bi dawî bû. Danişîn bi parastina parêzeran dewam kir. 
 

Sernavên din

11/01/2020
13:19 Kemalbay: Şikandina tecrîdê bi têkoşînê pêkan e
13:15 Amerîka daxwaza Iraqê red kir: Em venakişin
12:32 Komxebata ziman dest pê kir: Ziman û çanda me bi pişavtinê re rû bi rû ye
12:00 Ocalan rageşiya navbera DYA-Îranê 7 sal berê nivîsîbû: An dê demokratîk bibe an dê belav bibe
11:31 Raportorê Taybet ê NY'yê bi parastvanên mafên mirovan re hat gel hev
11:30 Bertek nîşanî girtina Keşîş Belîcan dan: Pêşeroja Suryaniyan dibin talûkê deye
11:22 Li Amedê operasyona bertîla tapo: 41 kes hatin binçavkirin
10:29 Ji ber legerîna tazî red kir gardiyanan girtî derb kirin
10:26 Girtiyê nexweş ê 74 salî Nebî Îlhan jiyana xwe ji dest da
09:08 Rêyên Qoserê bûne kunên xiltan
09:07 Li Stenbolê girû belav dibe: Derman nemane
09:06 Nerazîbûna dayika ku zarokên wê hatin îstismarkirin
09:06 26 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse: Tiştek jî li dû wî nehiştin
09:05 Parêzer Sert: Ne ceza, xelat wergirtiye, belkî Berfînê bikuje jî
09:00 Ji ber parvekirinên xwe yên dijî şer wê bê darizandin
09:00 Di Doza Sereke ya Sûrê de wê 39 kes yeko yeko bên darizandin
09:00 Wekî çavdêr tev li meşê bûbû, ceza lê hat birîn
09:00 Armanca Wîkîferhengê 'milyonek peyvên kurdî ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2020'AN
08:54 Îranê ragihand ku bi şaşî balafira Ûkraynayê xistin e
10/01/2020
16:39 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Dixwazin li Dersimê polîtîkaya pişaftin û înkarê bidomînin
15:52 Serokê Baroya Wanê: Wezaret di lêpirsîna cînayeta Elçî de bêbandor e
15:36 Derket holê ku Gulîstan Doku herî dawî bi Zaynal Abarok re axivîye
15:18 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:34 Kubîlay: Genimê li Girê Spî yê kî ye û ji aliyê kî ve difiroşin Tirkiyê?
14:19 Buldan: Em ê sedsala pêşiya me bikin sedsala jinan
13:52 MEBYA-DER'ê: Di kesayeta Ocalan de gel tên tecrîdkirin
13:36 Keşîş Bîleçen wê sewqî edliyê bikin: Ev operayon ji teslîm girtina Suryaniyane
13:27 Di Roja Rojnamegerên Dixebitin de ket girtîgehê
12:47 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Çaglar Demîrel hat birîn
12:00 Lêpirsîna kesên zor li dayik û keça wê kirin ku fihûşê bikin hêj bi encam nebûye
11:44 Qûrbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn
11:39 HDP wê tevlî Komxebata Kanal Stenbolê bibe
11:16 Mazlûm Ebdî: Li herêma me 3 hezar û 286 kes windane
11:02 Qeyûm tayînî şûna 3 endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê hatin kirin
11:02 Jinên rojnameger vegotin: Emê di her şert û mercî de rastiyan binivîsin
10:58 New York Times: Li Balafira Ukrayna xistin û daxistin xwar
10:31 Ava Bendava Ilisûyê gihîşt Heskîfê: Dîroka 12 hezar salî di bin avê de dimîne
10:29 DFG: Li dijî zextan em bi hevre têbikoşin
09:52 Komxebata 1'emîn a Tora Ziman û Çandan sibê dest pê dike
09:42 Generalê Rûsî: Li Îdlîbê agirbest hat îlankirin
09:41 Ewil berhemên çandî û dîrokî dikin hedef
09:09 Li girtîgehê pêkanîneke nû: Gere hûn bi eşofamên me di amûra X-rayê re derbas bibin
09:09 3 dozger guherîn, lê hîn jî îdianame nehatiye amadekirin
09:08 Kamaç: Xebata me ya sereke divê yekîtiya neteweyî be
09:08 Şaredarê soz dan sozên xwe neanîn cih
09:07 Hem derb kirin hem jî cezayê hucreyê lê birîn
09:06 'Ji bo tenûra me bi agirê kesên din vênekeve em xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2020'AN
09/01/2020
16:28 Temellî: Armanca têkoşîna me têkbirina îqtîdara AKP’ê ye
16:26 Keşeyê Dêra Mor Yakûp hat binçavkirin
16:23 Cansiz, Fîdan û Şaylemez li bajarên lê hatibûn defin kirin hatin bîranîn
15:56 Li Wanê 3 jinên siyasetmender hatin bîranîn
15:26 11 sal cezayê girtîgehê dan midurê qeyûm
14:43 Ji HDP'ê ji bo jinên kedkarên malan pêşniyaza qanûnê
14:38 Siyasetmedarên jin hatin bibîranîn: Em ê ala têkoşîna Sarayan tim li ba bikin
14:26 Cenazeyê karkerê di bin şepeyê mabû hat dîtin
14:15 AYM: Gotina ‘sûtalê qesrê’ ne heqaret e, rexne ye
14:01 Ji Îranê bersiva 'hevdîtinan bêşer': Angaşta hevkariyê nayê fêmkirin
13:54 Doza Selahattîn Demîrtaş hat taloqkirin
13:48 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:42 5 meh ceza li rojnamevan Osman Akin hat birîn
13:33 Piştî desteserkirina zeytûnan niha jî 20 ton dexl û danê Girê Spî hat desteserkirin
13:08 Li Geverê kesek winda bûbû mirî hat dîtin
12:31 Hejmara 4'emîn a kovara Folklora Me derket
12:30 Li Amedê cenazeyek hat dîtin
12:01 Meclîs Jinan a HDP’ê: Bi Komkujiya Parîsê re berxwedana jinê hedef girtin
11:34 DTSO: Bila sala 2021’an bibe Sala Zerzevanê
11:22 'Heke zext li ser kurdî tunebin em ê zextên tên kirin çawa binirxînin?'
11:21 Velî Encu û 4 kesên din nehatin berdan
11:09 Jin qanûna ‘efoyê ya bi rêya zewicandinê' îtîraz dikin: Pir talûkeye
10:52 KCD: Em ê têkoşîna Sakîneyan mezin bikin
10:17 Li Marînê ya Nisêbînê 5 welatî hatin binçavkirin
10:11 Ji Amerîkayê ji bo NY'yê: Em amade ne bêşert bi Îranê re rûnin
10:11 Rojnamevanên li qadê: Rojnamevaniyê roj bi roj ber bi talûkeyê ve dibin
09:23 Wê êrîşên cûr bi cûr pêk bên û dewam bikin
09:22 'Ji bo jiyaneke mirovane em li Qada Gundogduyê bên cem hev'
09:21 Şaredariya Seyhanê asfalt rijandiye ser avahiya dîrokî
09:20 Nahêlin rojnamevan Demîr nameyan bişîne
09:16 Ji Meclîsa Rezanê jesta li ser jestê!
09:07 Îqtidarê xêr di sewalvaniyê de jî nehiştiye: Yeko yeko koç dikin
09:04 Dadgehê ji bo cinayeta li girtîgehê got, 'qisûr' a Wezareta Dadê ye
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2020'AN
08/01/2020
20:35 Hevşaredara Qelqeliyê şandin Girtîgeha Erziromê
18:20 Li Wanê cardin çalakî hatin qedexekirin
18:11 Li Îranê balafira rêwiyan ket xwarê: 176 kes mirin
17:59 Demîrtaş: Li Cizîrê komkujiyên hovane hatin kirin
16:36 Rojnamevan Aykol: Em bi bedelên giran hatin heta van rojan
16:01 Sekreterê Giştî yê NATO'yê êrîşa Îranê şermezar kir
16:00 Îttîraza ji bo cezayê xebatkarê rojnameyê hat redkirin
15:35 Demîrtaş: Dozger ji kî re xizmetê dike û derdî wî çi ye?
15:04 Li Pêrtagê gelek zarok hatin îstîsmarkirin
14:48 Qeyyûm: Lîsa Çalan ji kar nehatiye derxisti, peymana wê hatiye feshkirin
14:47 Şêwirmendî leşkerî yê Erdogan îstîfa kir
14:22 Ji Serokwezîrê Iraqê Mehdî daxuyaniya êrîşa Îranê
14:10 Rojnamevan Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
14:02 Malbatên Baran û Şik bi dayina mewlûdê şîn qedand
13:15 Danişîna doza Rojnameger Îdrîs Sayilgan hat dîtin
12:43 ‘Komkujiya Parîsê berdewama 9'ê Cotmehê ye'
12:38 Rojnameger Arjîn Oncel di danişîna ewil de berat bû