Demîrtaş: Li Cizîrê komkujiyên hovane hatin kirin 2020-01-08 17:59:35   ENQERE – Selahattîn Demîrtaş di danişîna xwe roja duyem piştî navbera nîvro bal kişand ser kuştina welatiyên l jêrzemînin Cizîrê û got: “Ez qala jûrên gazê û firinên Hîtleran ên 1940’an nakim. Ev yek di 2015’an de li Cizîrê qewimî. Komkujiyên giran ên hovane hatin kirin, em vê nebêjin gelo? Em vê rastiya dîrokê û rastiya êşê ji nedîtî ve werin gelo?”    Dadgehkirina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji doza xwe ya sereke negirtî tê darizandin di roja duyemîn de li 19’emîn Dadgeha Sizaya Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye dewam kir. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê lê dimîne bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Dadgehkirina Demîrtaş piştî navbera nîvro bi parastina wî dewam kir.    Demîrtaş div ê parastina xwe de bi taybetî bal kişand ser kirinên serdema qedexeya derketina derve ya di navbera 2015-2016’an ên li navçeya Cîzîra Şirnexê.    ‘DEMA EM JI BO AŞTIYÊ DIGERIYAN HIKUMETÊ ÇI DIKIR GELO?’    Demîrtaş bal kişand ser qewimandinên di serdema qedexeyên derketinên derve yên wê serdemê û wiha got: “Dema em ji bo pêkanîna aştiyê digeriyan hikumetê çi dikir gelo? Esil kesên werin darizandin rayedarên îqtîdarê ne. Qey ez serokwezîr bûm? Qey Fîgen xanim serokwezîr bû? Qey HDP li ser îqtîdarê bû? Naxêr. Erdogan Serokkomar bû û Davûtoglû Serokwezîr bû. Hemû erk û kontrol di destê wan de bû. Li wan deverên qedexeya derketina derve lê dihat ragihandin rayeya operasyona eskerî di destê wan de bû. Ez dibêjim bila heyeta dadgehê carek din baş bifikire. 2 sal û nîv hevdîtinên li Îmrali dewam kirin. 2 sal jî hevdîtinên li Oslo birêve çûn. Yanî 4-5 sal bênavber hevdîtinên li gel PKK û Ocalan rû bi rû pêk hatin. Dema meseleya barîqat û hendekan derket hejmara wan pir hindik bû. Çima bi hevdîtina li gel wan ciwanan yanî bi navbeynkariyê jî dibe bi wan re hevdîtin nehat kirin û rêbazên qanihkirinê nexistin dewrê. Lê di şûna vê yekê de bi tabûran, tûgayan, serfermandarê giştî, general û hemû rayedarên eskerî sewqî wir kirin? Di vir de qet tiştek ecêb tune ye?   LI SÛR Û CIZÎRÊ KOMKUJÎ PÊK HATIN    Heke roja ewil ku barîqat hatin avakirin destekê bidana me û diyalogê danîna dê pozê yek însanek jî xwîn nebûya. Dê hilweşandin pêk nehata û ne jî mirin çê bibûna. Lê ev kêrî AKP’ê hat. Hêj li navçeya Sûrê qedexeya heye. 5 sal derbas bû qedexe hêj heye. Çi kirin li wir? Ez wek endamek parlamentoyê mafê min nîne ku qewimandinên li wir bipirsim? Me xwest em erk û berpirsiyariya xwe bînin cih. Lê AKP komkujî pêk anî komkujî. Li Cizîrê komkujî pêk anî. Însanên sivîl qetil kirin. Zarok û pitik hatin kuştin. Ji ber min van gotiye ez têm darizandin.    FERMANDAR DI 15’Ê TÎRMEHÊ DE BÛN DARBEKAR GELO?    Van serfermandarên li vir fermanê ji rayedarên îqtîdarê werdigirtin gelo di 15’ê Tîrmehê de bûn darbekar? Wan rayedarên eskerî yên wê demê komkujî pêk dianîn niha hemû ji darbeyê hatin girtin. Ev kes di 14’ê Tîrmehê de wetanhez bûn û di 15’ê Tîrmehê de bûn xayînên welat? Van kesan li ber çavê we bombeyan bi ser Sûr, Cizîrê de dibarandin. We viya nedît lê hûn rabûn bombekirina Meclîsê we dît? Qey tu yê bêjî îqtîdarê û wan eskeran li wan deveran qet zilm û komkujî pêk neanîne. Dema ez radibim behsa van komkujiyan û zilmê dikim ez dibim xayîn û propagandager û lê yê fermana kuştinan dan nayên darizandin.    ESIL DIVÊ HÛN BÊN DARIZANDIN    Esil ên bên darizandin divê ew bûn. Ji ber ez wan kirinan dipirsim û li dij derketim û dibêjim we komkujî pêk aniye îro têm darizandin.    Ji ber ku akademîsyen li dijî şer û kuştina zarokan derketin hemû hatin tewanbarkirin û lînckirin.    WE NEHIŞT MALBAT CENAZEYÊN XWE VEŞÊRIN    Li însanan zilm hate kirin. Bi tekbîran û rêbazên DAIŞ’ê heqaret li însanan kirin û kuştin. We nehişt zarok û pitik yanî Mîrana 3 mehî û Cemîleya 12 salî werin veşartin. We destûr neda malbat cenazeyên xwe veşêrin. Cenaze ji bo xera nebin di sarincan de hatin veşartin. Taybet Înan jinek navsere bû. Li ber deriyê wê ji aliyê sekvanan ve li nava kuçeyê hat kuştin. Malbatê xwest cenaze rake lê destûr nedan. Yên dixwestin biçin ser cenaze êrişî wan dikirin û dikuştin. Cenaze tam 7 rojan li nava kuçeyê ma. Min van hemûyan di axaftinên xwe yên koma li Meclîsê aniye ziman. Min ji Davûtoglû rica kir û lê hemû daxwaza me bêencam man. Bi zehmetiyên mezin cenaze piştî 7 rojan hat rakirin.    EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN   We derbarê van kirinan de pirsek jî ji wan darbekaran nekir. Em jî ne ew însanên bêhesiyet û bêrûmet in. Em ê dest ji azadiya xwe berdin lê em serê xwe natewînin. Em ê heqaretek wiha çawa qebû bikin? Van tiştan qebûl bikin.    HER ME GOT ÇARESERÎ WAN GOT ‘ÇARESERÎ NÎNE’    Her ku me got çareserî û aştî lê me kirin armanca xwe û bi ser me ve hatin. Wan jî got ‘çareserî û mareserî nîne.’ Em li dijî van kirinan derdiketin û me qala aştiyê dikir lê me li pişt xwe dinêrî ku medyaya wan me bi ‘aloziyan û şerxwaziyê’ radigihînin.    JI BER PARASTINA XELKÊ XWE EZ TÊM DARIZANDIN    Çi dibû bila bibûya divê me wan hilweşandinan rawestanda. Hin kesan min bi hendek, barîqaat, partiya min û navê min bikaranîn û min bi piştevaniya hendekan rexne kirin hin kesan jî bi nedestekkirina hendek û barîqatan min rexne kirin. Hêj ev nîqaş dewam dike. Em neçarbûn xwedî li xelkê xwe derkevin. Lê ji ber ku wê berpirsiyariya xwe ya siyasî bicih anî îro em tên darizandin û sûcdarkirin. Ez ne ji ber vê yekê vê parastinê dikim, ez ji ber ku dij hiqûqê têm darizandin parastinê dikim.    SÛCDAREK HEBE JÎ EW KESÊN KOMKUJÎ PÊK ANÎNE    Heke li holê sûcdarek hebe ew jî wan kesên ku li wan deveran komkujî pêkanîn sûcdar in. Tiştên li jêrzemînên Cizîrê qewimîn wê ev welat heta kengê veşêre? Hêj dozên wê nehatine destpêkirin. Ji bo ez derbarê Cizîrê de axivîm û ez li dijî kirinên wir derketim doz derbarê min de hatin vekirin. Lê em ê derbarê kirinên wir de bi berifirehî parastinê bikin û delîlên xwe yên derbarê Cizîrê de pêşkêş bikin. Dengê qeydên li Cizîrê hemû li gel me hene.    EZ BEHSA JÛRÊN GAZA HÎTLERAN NAKIM, EZ QALA CIZÎRÊ DIKIM    Ez qala jûrên gazê û firinên Hîtleran ên 1940’an nakim. Ev yek di 2015’an de li Cizîrê qewimî. Komkujiyên giran ên hovane hatin kirin, em vê nebêjin gelo? Em vê rastiya dîrokê û rastiya êşê ji nedîtî ve werin gelo? Hûn nikarin bêjin xelkê bûye şahidê wê hovîtiyê ji bîr kiriye. Bi milyonan însan vê rastiyê û wê hovîtiyê dizane çawa pêk hatiye. Em bi rojan ketin nava hewldanan. Lê di medya navendî nebû nûçe jî. Wan însanan li wir qetil kirin. Berpirsiyarê siyasî AKP, Erdogan û Davûtoglû ye.”   Parastina Demîrtaş a têkildarî fezlekeya hejmara 3’an bi dawî bû. Danişîn bi parastina parêzeran dewam kir.