AMED – Li navçeya Bismilê di operasyona li dijî kesên selefxûr de 56 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Bismila Amedê bi beşdariya esker û polîsan li dijî kesên bi bahîsê dileyîzin û selefxûr operasyon pêk hat. Polîs û eskeran avêtin ser gelek malan û lêgerîn pêk anîn. Hat zanîn ku di serdegirtina malan de 56 kes hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Bismilê û tê gotin dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.