Li Bismilê 56 kes ji selefxûriyê hatin binçavkirin 2020-01-03 11:13:41   AMED – Li navçeya Bismilê di operasyona li dijî kesên selefxûr de 56 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Bismila Amedê bi beşdariya esker û polîsan li dijî kesên bi bahîsê dileyîzin û selefxûr operasyon pêk hat. Polîs û eskeran avêtin ser gelek malan û lêgerîn pêk anîn. Hat zanîn ku di serdegirtina malan de 56 kes hatin binçavkirin.    Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Bismilê û tê gotin dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.