Li Tirkiyeyê 36 ziman hene, lê tenê Tirkî fermî ye

img

AMED - Li Tirkiyeyê li gorî rapor û lêkolînên herî dawî yên 30 sal berê 36 ziman dihatin axaftin. Lê ji ber xala 42'an a Destûra Bingehîn ku tenê Tirkî wekî zimanê fermî û perwerdehiyê qebûl dike, niha piraniya zimanan winda bûne. 

Li Tirkiyeyê piştî xala 42'emîn a Destûra bingehîn ket meriyetê, ji xeynî Tirkî hemû ziman hatin qedexekirin. Li gorî vê xalê li Tirkiyeyê zimanê fermî Tirkî ye. Wekî din hemû zimanên din qedexe ne û li dijî fermiyetê ne. Ev li gorî xala 42’an a Destûra Bingehîn hatiye parastin. Xala 42’an a Qanûna Bingehîn wiha ye: “Di saziyên perwerdehî û hîndekariyê de, ji xeynî zimanê tirkî, bi tu zimanên din wekî zimanê fermî bi welatiyên Tirk nayê xwendin û fêrkirin. Di saziyên hîndekarî û perwerdehiyê de, zimanên biyanî yên ku bên xwendin û dibistanên ku wan eleqeder dike ji aliye zagonan ve tê diyarkirin. Hikmên Peymana Navneteweyî têde veşarî ye.” 
 
Li aliyê din, Rêxistina Perwerde, Zanis û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 21'ê Sibata 2000'an de Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ilan kir. Ji wê salê heta niha 19 salin ji bo mirov li zimanê zikmakî xwedî derkevin û teşwîk bikin pîrozbahiyan li dar dixin. Lê  li Tirkiyeyê pîrozbahî, perwerdehiya Kurdî û zimanên din hatiye qedexekirin. Ji ber zagonên dewletan heta niha li ser ruyê cîhanê ji sedî 40'ê zimanan tune bûne an tune dibin. Li ser tevahiya cîhanê tê gotin ku nêzî 7 hezar ziman tên axaftin û 5 hezar çandên herêmî heye. Di nava welatê cîhanê de, herî zêde li Papua Yeni Gine pir zimanî heye û pir zimanî tê axaftin. Li Yenî Gine ku nifûsa wê 8 milyon mirov e, nêzî 800 ziman tên axaftin. Edîtorê Atlasa Zimanên Dibin Talûkeyê de yên Cîhanê yê UNESCO Chris Molesey, timanên herêmî wekî zimanên ku ji destpêka nivîsandina dîrokê heta niha yên tên axaftin pênase dike. 
 
Piştî NY'ê di 21'ê Sibata 2000'an de  wekî Roja Zimanê Cîhanê îlan kir, Kurdan jî piştî 2000'an ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê dest bi xebat û kampanyayan kirin. Bi deh hezaran xwendekarên zanîngehê û xwendekarên dibistana seretayî û lîse daxwazname dan midûriyeta perwerdehiyê û Wezareta Perwerdehiyê. Piştî demek dirêj saziyên Kurdî-Der hatin vekirin û Kurdan dest bi Kursa zimanê Kurdî kirin. Lê vê yekê dirêj neajot. Piştî demekê dîsa hemû saziyên xebata ziman dikin hatin girtin.   
 
Li Tirkiyeyê ji ber vê xala Destûra Bingehîn, zimanên Kurdî (Soranî, Kirmancki, Kurmancî û Hewramî) Erebî, Gurcî, Lazî, Adigeyî, Boşnakî jî di navde 35 zimanên din ku li Tiriyeyêyê tên axaftin li dibistanan wekî zimanê fermî nayên qebûlkirin û welatiyên ku zimanê wan ê zikmakî ne tirkî ye nikarin bi zimanê xwe werwerde bibin. Li gorî parazvanên mafên mirovan li Tirkiyeyê ji sedî 20- %25’an ji xeynî Tirkî bi zimanên xwe yên zikmakîdi axivin. Ger ku ev ziman nebin zimanê zikmakî û nebin zimanê perwerdehiyê dê wekî zimanê Ubihcî tune bibin. 
 
POLÎTÎKAYÊN TAYBET LI SER KURDÎ HENE
 
Di Danezana Gerdûnî Ya Mafên Ziman, ya kû di sala 1996’an de hatiye pejirandin de qala Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a kû di derheqê mafên mirovan de nivîsarek bingehîne dike û dibêje “ hemû civakên ziman, xwedî mafên wekhev in”, “herkes xwedî ev mafî ye ku zimanê xwe di çalakiyên raya giştî de bimeşînin” û “hemû civakên ziman, xwedî ev mafî ye ku zimanê zikmakî bi awayekî fermî li ser axa ku li ser dijî, bikarbînin.” Lê hem di zagonê welatan û hem jî di pratîkê de tu kes rîayetî mafê ziman nake û her wekî hûn jî dizanin gelek ziman, bi awayekî hişmendî(qazî) ve tê wenda kirin. UNESCO, ji bo ku li cîhanê cihêwaziya ziman zede bike, ji bo ku hikumet rêz û hurmetiyê ji ziman nîşan bide û ji bo ku dewlemendiya zimanan biparêze 21’ê Sibatê ji sala 2000’an û vir de wekî Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê îlan kiriye. Wekî hûn jî dizanin, di 21’ê Sibatê ya sala 1950’yan de, ji ber ku Pakîstan li ser axa Bengaliyan zimanê Bengala qedexe kiriye xwendekarên zaningehê ev rewş protesto dikin. Li hemberî vê protestoyê polîsên Pakîstanê êrîşê xwendekaran dike û di encama bûyerê de gelek xwendekar jiyana xwe ji dest dide. Di ev bûyerên bi rojan berdewam kir de, di serî mafê jiyanê jî di nav de, gelek mafê mirovan yê bingehîn hat binpêkirin. UNESCO, ji bo bîranîna van kesên ku di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dide û ji bo ku li tu welata bûyerên bi vê şêwazê êdî neqewime ev dîrok kiriye rojeke gerdûnî.
 
Ji salên 1950’an û vir de bi awayekî bandor tekoşîna mafê ziman tê meşandin û li gorî salên berê gelek ziman bi awayekî fermî hatiye nas kirin û rewş bêhtir baş bûye. Li Tirkiyê jî di serî de zimanê Kurdî, di gelek zimanan de pêşketinên mezin çêbûye. Le hem di serdema hikumetên berê hem jî di serdema 17 saliya Hikumeta AKP'ê de hîn jî ji bo zimanê Kurdî tu gavên zagonî nehatiye avêtin. Gelek caran xwendekar, welatî û ji ber doza ziman kirin hatin binçavkirin, girtin û rastî ceza hatin. Gelek caran welatî ji ber bi Kurdî axivîn rastî lîncê ha tin. Dibistanên azad yên ku Perwerdehiya bi Kurdî dida, hatin girtin. Dibistana Ferzad Kemanger ya ku li Amed’ê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dida, hatin girtin û gelek xwendekarên wê ji mafê perwerdehiyê bêpar hatin hiştin. Gelek kreş û sexbêriyên malan yê ku girêdayî Şaredariyan bû, ji aliye Qayyûm ve hatin girtin. Xebatkarên Zarokîstanê ku di bin sîwana Şaredariya Bajarê Mezin Amed’ê û xebatkarên Xalxalok ya ku girêdayî Şaredariya Qayapinarê de xizmet dida, ji kar hatin dûrxistin. Di van kreşê ku bi bingeha zimanê zikmakî xebat dikirin de modela perwerdehiya gerdûnî dihat bikaranîn. Mixabin li şûna vê modelê, di van kreşan de êdî perwerdehiya bi Tirkî ya bi yek zimanî xistin meriyetê. Dîsa navendên çandê yê ku girêdayî şaredariyan bû, hatin girtin û hemû xebatkarên wan ji kar hat dûr xistin. Xebatkarên Şanoya Bajêr ya Amed’ê ku bi kurdî şano dikirin, ji kar hat dûr xistin.
 
Bi KHK’yê, gelek radyo, televizyon, rojname, kovar û ajansên çapemeniyê ku bi kurdî weşan dikirin, hatin girtin. Nemaze Zarok TV, bi saya baldariya raya giştî ya navnetewî ve dîsa hat vekirin. Lê tu televîzyonê ku bi kurdî weşan dikirin, nehat vekirin. Dîsa li gelek bajarên herêmê û bajarên rojavayê Tirkiyê Kurdî-der, Enstîtuya Kurd ya Stenbolê û Kurd-der ku ji bo ku pêşketina zimanê kurdî bikin hatibû vekirin, bi awayekî derhiqûqî hatin girtin.
 
Bi pêvajoya şer re hevpar gelek xebatkarên çapemeniya kurdî hatin binçav kirin û hîn jî hinek ji wan girtî ne. Dîsa bi çarçoveya KHK’yan gelek nivîskarên Kurd, di saziyên dewletê yê ku tê de dixebitîn, hatin îxraç kirin, binçav kirin û girtin. Ev pratik û polîtîka nîşan didin ku bi polîtîkayê bişaftin û înkarê dewlet ji salên 1990’an paşvetir çûye. 
 
LI TIRKIYEYÊ REWŞA ZIMANAN 
 
Li gorî lêkolîn û Rapora ethnologue.com a Tirkiye ya di navbera salên 1980-1990’an de li Tirkiyeyê nêzî 36 ziman tên axaftin. Lê ji ber ev daneyên heri kêm 20-30 sal bere ye, gelek ziman niha tune bûne. 
Li Tiriyeyê zimanên ku tên zanîn û hêj tên axaftin û gelek li ber tunebûnê ne wiha ne: 
Li gorî herêm û bajaran Zimanên li Tirkiyeyê tên axaftin:
Abazayî; li Herêma Sakarya û Duzce tê axaftin. Nêzî 10 hezar kes diaxivin. 
Abhazkî: Li herêma Sakarya û Duzceyê tê axaftin. Nêzî 35 hezar kes diaxivin.
Adîgeyî (Çerkezî): Li herêma Sakarya, Duzce, Mereş, Qayserî, Çorum û sokatê tê axaftin. Nêzî 71 hezar kes di axivin.
Arnavûtî: Li herêma Stenbol, Bûrsa, Kirklarelî, Îzmir, Yozgat û Çanakkale. Ji 65 hezar Arnavutan tene 15 hezar kes di axivin.
Bulgarî: li Herêma Marmara di axivin. Li gel koçberên Bulgar nêzî 300 hezar kes di aixvin. 
Hertevînkî: Li herêma Berwariya Sêrtê, (Aramî) 
Hemşînî: Li herêma Artvîn û Rîzeyê. 
Gurçîkî: Li herêma Artvin, Bursa, Samsun, Ordu, Rize
Erebî: Li herêma Hatay, Edene, Mêrsîn, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Êlih, Bêdlis, Mûş, Amed, Riha, Dîlok, Kîlîs, Stenbol, Enqere, Îzmir û Bûrsa tê axaftin. Nêzî 400 hezar kes di axivin.
Ezeri: Li herêma Agirî, Amasya, Erdexan, Erzirom, Îdir, Qers, Mûş, Sêwas û Beybûrtê di axivin. Nêzî 530 hezar kes di axivin. 
Ayarkî: Li herêma Sêwas, Tokat û Mereşê tê axaftin. 
Boşnakî: Li herêma Stenbol, Adapazari, Îzmîr, Manîsa û Bûrsayê di axivin. Nêzi 20 hezar kes di aixivin. 
Pomakî: Li herêma Çanakkale, Edîrne û kirklarelîyê. 
Çîngeneyî (Romlanî): Li herêma Edîrne, Tekîrdag, Stenbolê di axivin. Nêzî 50 hezar kes di axivin. 
Ermenîkî: Li herêma Stenbol, Hatay, Sêwas, Meletî, Amed, Êlih, Qers, Artvîn, Bûrsa, Samsûn, Ordu û Rîzeyê di axivin. Ji nêzî 70 hezar ermeniyan, tene 40 hezar kes di axivin. 
Gurçîkî: Li herêma Artvîn, Bûrsa, Samsûn, Ordu û Rîzeyê di axivin. Nêzî 40 hezar kes di axivn. 
Gagavuzkî. Nêzî 327 hezar kes di axivin. 
Kabardevcî: Li herêma Qeyseriyê û Mereşê 
Tirkî: Li hemû Tirkiyeyê bi fermî li dibistanan tê dayîn 
Türkmenkî: Li herêma Tokat û Dîlokê diaxivin. Nêzî hezar kes di axivin. 
Suryanî: Li herêma Stenbol, Mêrdîn û Şirnexê di axivin. Li gorî lêkolînan Suryanî ber bi tunebunê ve diçe. Devoka Hertvinkî li herêma Berwarî ya sêrtê nêzî 1000 kes diaxivin. 
Uygurî: Li herêma Qeyserî û Nevşehîre diaxivin. Nêzî 500 kes di axivin. 
Kurdî: Li herêma Bajarên Kurdistanê. Nêzî 20 milyon kes bi Kurdî di axivin.
Yunanî (Rûmî): Li herêma Stenol, Çanakkale, Trabzon, Bursa, Îzmir û Hatayê tê axaftin. Nêzi 5 hezar kes di axivin. 
Osetkî:  Li herêma Tokat, Erzirom, Qers, Bedlis, Mugla û Antalyayê di axivin. 
Ozbekî: Li herêma Hatay, Dîlok û Rihayê diaxivin. Nêzî 2 hezar kes diaxivin.
Lazikî (Lazûrî): Li herêma Artvîn, Rîze, Sakarya, Duzce, Kocaelî, Yalova û Bûrsa di axivin. Nezî 30 hezar kes di axivin. 
Ladino: Li Stenbol û îzmirê nêzî 8 hezar kes di axivin. 
Pontusî: Li Trabzonê.
Yunanî: Li herêma Stenbol, Çanakkale, Trabzon, Bûrsa, Îzmir û Hatay. 
Kazakî: Li herêma Manîsa û Qeyserî di axivin. Nêzî 600 kes di axivin. Li ber tunebûnê ye.
Kirkizî: Li herêma Gundên Wanê, Meletî û Stenbol 
Tatariya Kirim: Li herêma Enqere, Bursa û Eskîşehîr. Tatar di axivin. 
 
MA / Mehmet Alî Ertaş 
 
 
 

Sernavên din

04/01/2020
16:21 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran çalakî li dar xistin
16:16 DFG'ê avakirina xwe îlan kir
Di sala 2019'an de 477 rojnaemger hatin darizandin
16:08 Ji bo Suleymanî û Muhendîs li Bexdayê merasîma cenaze
16:06 Endamê Grûp Yorûmê dest bi rojiya mirine kir
15:32 Daxwaza Dayikên Şemiyê ya sala nû: Windayan derxin holê
Kirbayir: 40 salin li birayê xwe digerim
15:18 The Economist dora rapora rêzkirina rojnamegerên girtî weşand
15:02 ‘Hemû serlêdanan windayan bê encam man’
14:25 Temellî: Divê Tirkiye, Îran, Rûsya û DYA destê xwe ji Rojhilata Navîn bikêşin
13:50 Koçyîgît: Em dixwazin li Tirkiyeyê Rojava xwe ava bikin
Guven: Em ê sala 2020'an bikin sala azadiyagelê Kurd
13:04 Li Bismilê hejmara kesên binçavkirî derket 80'yî
12:32 Ji Bûldan daxuyaniya Sûleymanî: Di Rojhilata Navîn de hevsengiyek nû derdikeve holê
12:22 Rejîm û Rûsya li ber derê QSD'ê ne HTŞ jî di xeyala Helebê de ye
11:44 Serokê AKP’ê yê navçeyê bi ser weqfa ku piştgirî neda kesê wî şand de, girt
10:57 Qeymeqamê Şemrexê 10 xebatkar ji kar avêtin
10:53 Dozger serlêdana malbatan a Îmraliyê red kir
10:23 ‘Bila ciwanên Kurd li ziman û nivîskarên xwe xwedî derkevin’
10:23 2 sal in nikare biçe mala xwe!
10:01 Tevî hemû êrîşên dewletê jin dibêjin 'tecawizkar tu ye'
09:54 Li Bexdayê li dijî karwana Haşdî Şabî êrîşa hewayî pêk hat
09:12 Endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'î: Armanca wan sergirtina nelirêtiyan e
09:12 Nerazîbûna gelê Amedê ya ji bo Partiya Vatanê
09:12 Dosyeya dozê 'winda' ye, lê dadgehê serlêdana wî red kir
09:11 Şanoya Mencelê dê vê mehê bi 4 lîstikan xwe bigihîne şanohezan
09:10 Qeyûmê Cizîrê qanûna şaredariyê bin pê dike
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2020'AN
03/01/2020
22:21 Wê DYA 3 hezar û 500 eskerî bişîne Rojhilata Navîn
16:47 Ji Tirkiyê daxuyaniya ewil: Em bi fikar in
16:19 Sefîrê Îranê yê Enqereyê: Wê kêfa Trump û Pompeo dirêj dom neke
16:11 Trump: Îran di şerekî de qet bi ser neketiye
16:06 TTB: Bila Wezareta Tenduristiyê daneyên xwe aşkere bike
15:17 Baroya Amedê xwest demokrasî û azadî were welat
15:10 Serokkomarê Iraqê Salih kuştina Silêmanî şermezar kir
15:09 ‘Divê maşîneyên zirxî yên li nava bajêr bên qedexekirin’
14:36 Pisporan kuştina Silêmanî nirxand: Amerîka peyamek zelal a şer da Îranê
14:36 Îsmaîl Qaanî li şûna Qasim Silêmanî hat wezîfedar kir
13:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê li Dîlokê amadekariya civîna li Enqerê kir
13:23 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:23 Olûç: DYA'yê li dijî Îranê dest bi şerê germ kir
13:16 Rûsya, Sûriyê û Çîn têkildarî kuştina Silêmanî daxuyanî dan
13:05 Tê gotin li gel Silêmanî 10 kesên din jî hatine kuştin
13:00 Rêxistinên HDP'ê yên Mêrdîn û Agirî kongreyên xwe pêk tînin
12:40 Bavê ku destdiriyê keça xwe ya astengdar kir hat girtin
12:18 Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis kî ne?
11:34 Ji Îranê peyamên tolhildana Suyleymanî
11:13 Li Bismilê 56 kes ji selefxûriyê hatin binçavkirin
10:44 Kuştina Qasim Silêmanî dabeşiyê xist nav Kongreya Amerîkayê
10:28 ‘Tirkiye êdî giştiye dawiya polîtîkayên aborî yên neo-lîberal’
09:58 ‘Min du darbest hilgirtin, du gor kolandin, lê her du jî ne kurê min bûn'
09:57 'Bi darê zorê lêgerîn kirine û avêtine hucreyê’
09:33 Zaroka astengdar di encama tecawîzê de ducanî bû
09:26 Li 10 bajaran derbarê qeyûman de lêkolînek kir: Tercîha hilbijêran neguheriye
09:20 Li Tirkiyeyê 36 ziman hene, lê tenê Tirkî fermî ye
09:20 2 sal in biryara veşarî ya li ser dosyeya teksîvan Zafer Ceyhan nehatiye rakirin
09:19 Mitbexa malê kir atolyeya wêneyan
09:18 Ji ber nelihevkirina hîsedaran hindik maye xana dîrokî hilweşe
09:16 Bi sedan nexweş di dorê de ne
09:15 Li Moda Sahneyê konsera 'LaWje'yên Evîniyê'
09:14 Esnafên bazarê: Em berî kêçan didin
09:13 Behsa keçên xwe kirin: Sêvê, Fatma û Pakîze jiyan bi xwe bûn
09:12 Derbarê zilamê ku xebatkara tekstîlê taciz kir de îdianame hat amadekirin
09:11 Rênas Jiyan: Gava em bi zimanê xwe bawer bin wê li pêş bikeve
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:32 Di êrişa Amerîkayê de Qasim Sileymanî hat kuştin
02/01/2020
15:44 Parêzerên Ocalan di sala 2020’an de serlêdana ewil kirin
15:38 Jina 71 salî ji ber gaza karbonmonoksîtê jiyana xwe ji dest da
15:31 Notirvanê înşatê di qûlûbeya xwe de mirî hat dîtin
15:13 Dayika Aştiyê Naciye Îke jiyana xwe ji dest da
15:01 'Em ê serîhildana xwe bidomînin'
14:35 Parlamenterê SP'ê Îslam: Ez deng nedim tezkereya Lîbyayê
13:32 Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê peymanek îmze kirin
13:14 Partiya Îyî dibêje 'Na' û Saadet jî dibêje 'Erê'
13:14 Li Kobanê gel carek din kevir avêtin dewriya hevbeş
13:13 Leşkeran li Licê bi ser gundekê de girt
12:33 5 mîlyon kes wê ji xizmeta tenduristiyê sûdê negirin
11:29 Hêjmara nû ya Newaya Jin derket
09:01 Ne gor in, 'gorên komî' ne: Ji mirovekî tenê perçeyek maye
09:01 Rojnamevan Akdenîz: Wê encamên maceraya Lîbyayê giran bin
09:01 Hejmara 4'an a 'Zrîng'ê derket!
09:01 Bavê girtî: Gardiyan û eskeran kurê min tazî kirin û bi daran lê xistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:39 Li Îranê erdheja hêza wê 5.8 pêl pêk hat
01/01/2020
18:38 Li Tirkiyeyê di 7 salan de 419 zarokên karker mirin
18:27 Dayika Eren Keskîn hat definkirin
16:13 Diyarname.com: Di sala 2019'an de 252 pirtûkên kurdî hatine weşandin
15:04 Dayika Eren Keskîn çû ser dilovaniya xwe
14:01 Roja destpêkê ya salê 115 karker bê kar man
12:42 Zarokê 13 salî mirî hat dîtin
12:08 Fregmana belgefîlma Heskifê Sîya Avê weşandin
12:02 Meclis ji bo tezkereya Lîbyayê dicive
11:25 Li Elkê mînîbusa rêwiyan qulipî: 4 kes birîndar bûn
11:15 Hemo: Divê partî dest ji perjewendiyên malbatî û êlîtiyê berdin
11:04 Ezam: Lihevkirin bi rejîmî re hene lê negihaştina asta diyaloga avaker
11:03 Ozbûdûn: AKP di nava neo-faşîzmê de cih digire
10:15 Li Enqerê agir bi avahiyek ket û 4 kesan jiyana xwe ji dest da
09:46 3 girtî ligel rapora ATK'ê nayên berdan
09:16 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî berî her tiştî parastina çand û ziman divê'
09:07 Îfadeyên 'şahidên' di îdianameya hevşaredaran de ên heman kesî ne
09:07 Jê xwestin di nav dîmenên jê hatine birin de kiryaran teşhîs bike
09:06 Ji bo 'darizandineke adil' 192 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:05 Kesê dest û piyên wî kelepçekirî dê çawa întîhar bike?