Li Tirkiyeyê 36 ziman hene, lê tenê Tirkî fermî ye 2020-01-03 09:20:51 AMED - Li Tirkiyeyê li gorî rapor û lêkolînên herî dawî yên 30 sal berê 36 ziman dihatin axaftin. Lê ji ber xala 42'an a Destûra Bingehîn ku tenê Tirkî wekî zimanê fermî û perwerdehiyê qebûl dike, niha piraniya zimanan winda bûne.  Li Tirkiyeyê piştî xala 42'emîn a Destûra bingehîn ket meriyetê, ji xeynî Tirkî hemû ziman hatin qedexekirin. Li gorî vê xalê li Tirkiyeyê zimanê fermî Tirkî ye. Wekî din hemû zimanên din qedexe ne û li dijî fermiyetê ne. Ev li gorî xala 42’an a Destûra Bingehîn hatiye parastin. Xala 42’an a Qanûna Bingehîn wiha ye: “Di saziyên perwerdehî û hîndekariyê de, ji xeynî zimanê tirkî, bi tu zimanên din wekî zimanê fermî bi welatiyên Tirk nayê xwendin û fêrkirin. Di saziyên hîndekarî û perwerdehiyê de, zimanên biyanî yên ku bên xwendin û dibistanên ku wan eleqeder dike ji aliye zagonan ve tê diyarkirin. Hikmên Peymana Navneteweyî têde veşarî ye.”    Li aliyê din, Rêxistina Perwerde, Zanis û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 21'ê Sibata 2000'an de Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ilan kir. Ji wê salê heta niha 19 salin ji bo mirov li zimanê zikmakî xwedî derkevin û teşwîk bikin pîrozbahiyan li dar dixin. Lê  li Tirkiyeyê pîrozbahî, perwerdehiya Kurdî û zimanên din hatiye qedexekirin. Ji ber zagonên dewletan heta niha li ser ruyê cîhanê ji sedî 40'ê zimanan tune bûne an tune dibin. Li ser tevahiya cîhanê tê gotin ku nêzî 7 hezar ziman tên axaftin û 5 hezar çandên herêmî heye. Di nava welatê cîhanê de, herî zêde li Papua Yeni Gine pir zimanî heye û pir zimanî tê axaftin. Li Yenî Gine ku nifûsa wê 8 milyon mirov e, nêzî 800 ziman tên axaftin. Edîtorê Atlasa Zimanên Dibin Talûkeyê de yên Cîhanê yê UNESCO Chris Molesey, timanên herêmî wekî zimanên ku ji destpêka nivîsandina dîrokê heta niha yên tên axaftin pênase dike.    Piştî NY'ê di 21'ê Sibata 2000'an de  wekî Roja Zimanê Cîhanê îlan kir, Kurdan jî piştî 2000'an ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê dest bi xebat û kampanyayan kirin. Bi deh hezaran xwendekarên zanîngehê û xwendekarên dibistana seretayî û lîse daxwazname dan midûriyeta perwerdehiyê û Wezareta Perwerdehiyê. Piştî demek dirêj saziyên Kurdî-Der hatin vekirin û Kurdan dest bi Kursa zimanê Kurdî kirin. Lê vê yekê dirêj neajot. Piştî demekê dîsa hemû saziyên xebata ziman dikin hatin girtin.      Li Tirkiyeyê ji ber vê xala Destûra Bingehîn, zimanên Kurdî (Soranî, Kirmancki, Kurmancî û Hewramî) Erebî, Gurcî, Lazî, Adigeyî, Boşnakî jî di navde 35 zimanên din ku li Tiriyeyêyê tên axaftin li dibistanan wekî zimanê fermî nayên qebûlkirin û welatiyên ku zimanê wan ê zikmakî ne tirkî ye nikarin bi zimanê xwe werwerde bibin. Li gorî parazvanên mafên mirovan li Tirkiyeyê ji sedî 20- %25’an ji xeynî Tirkî bi zimanên xwe yên zikmakîdi axivin. Ger ku ev ziman nebin zimanê zikmakî û nebin zimanê perwerdehiyê dê wekî zimanê Ubihcî tune bibin.    POLÎTÎKAYÊN TAYBET LI SER KURDÎ HENE   Di Danezana Gerdûnî Ya Mafên Ziman, ya kû di sala 1996’an de hatiye pejirandin de qala Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a kû di derheqê mafên mirovan de nivîsarek bingehîne dike û dibêje “ hemû civakên ziman, xwedî mafên wekhev in”, “herkes xwedî ev mafî ye ku zimanê xwe di çalakiyên raya giştî de bimeşînin” û “hemû civakên ziman, xwedî ev mafî ye ku zimanê zikmakî bi awayekî fermî li ser axa ku li ser dijî, bikarbînin.” Lê hem di zagonê welatan û hem jî di pratîkê de tu kes rîayetî mafê ziman nake û her wekî hûn jî dizanin gelek ziman, bi awayekî hişmendî(qazî) ve tê wenda kirin. UNESCO, ji bo ku li cîhanê cihêwaziya ziman zede bike, ji bo ku hikumet rêz û hurmetiyê ji ziman nîşan bide û ji bo ku dewlemendiya zimanan biparêze 21’ê Sibatê ji sala 2000’an û vir de wekî Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê îlan kiriye. Wekî hûn jî dizanin, di 21’ê Sibatê ya sala 1950’yan de, ji ber ku Pakîstan li ser axa Bengaliyan zimanê Bengala qedexe kiriye xwendekarên zaningehê ev rewş protesto dikin. Li hemberî vê protestoyê polîsên Pakîstanê êrîşê xwendekaran dike û di encama bûyerê de gelek xwendekar jiyana xwe ji dest dide. Di ev bûyerên bi rojan berdewam kir de, di serî mafê jiyanê jî di nav de, gelek mafê mirovan yê bingehîn hat binpêkirin. UNESCO, ji bo bîranîna van kesên ku di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dide û ji bo ku li tu welata bûyerên bi vê şêwazê êdî neqewime ev dîrok kiriye rojeke gerdûnî.   Ji salên 1950’an û vir de bi awayekî bandor tekoşîna mafê ziman tê meşandin û li gorî salên berê gelek ziman bi awayekî fermî hatiye nas kirin û rewş bêhtir baş bûye. Li Tirkiyê jî di serî de zimanê Kurdî, di gelek zimanan de pêşketinên mezin çêbûye. Le hem di serdema hikumetên berê hem jî di serdema 17 saliya Hikumeta AKP'ê de hîn jî ji bo zimanê Kurdî tu gavên zagonî nehatiye avêtin. Gelek caran xwendekar, welatî û ji ber doza ziman kirin hatin binçavkirin, girtin û rastî ceza hatin. Gelek caran welatî ji ber bi Kurdî axivîn rastî lîncê ha tin. Dibistanên azad yên ku Perwerdehiya bi Kurdî dida, hatin girtin. Dibistana Ferzad Kemanger ya ku li Amed’ê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dida, hatin girtin û gelek xwendekarên wê ji mafê perwerdehiyê bêpar hatin hiştin. Gelek kreş û sexbêriyên malan yê ku girêdayî Şaredariyan bû, ji aliye Qayyûm ve hatin girtin. Xebatkarên Zarokîstanê ku di bin sîwana Şaredariya Bajarê Mezin Amed’ê û xebatkarên Xalxalok ya ku girêdayî Şaredariya Qayapinarê de xizmet dida, ji kar hatin dûrxistin. Di van kreşê ku bi bingeha zimanê zikmakî xebat dikirin de modela perwerdehiya gerdûnî dihat bikaranîn. Mixabin li şûna vê modelê, di van kreşan de êdî perwerdehiya bi Tirkî ya bi yek zimanî xistin meriyetê. Dîsa navendên çandê yê ku girêdayî şaredariyan bû, hatin girtin û hemû xebatkarên wan ji kar hat dûr xistin. Xebatkarên Şanoya Bajêr ya Amed’ê ku bi kurdî şano dikirin, ji kar hat dûr xistin.   Bi KHK’yê, gelek radyo, televizyon, rojname, kovar û ajansên çapemeniyê ku bi kurdî weşan dikirin, hatin girtin. Nemaze Zarok TV, bi saya baldariya raya giştî ya navnetewî ve dîsa hat vekirin. Lê tu televîzyonê ku bi kurdî weşan dikirin, nehat vekirin. Dîsa li gelek bajarên herêmê û bajarên rojavayê Tirkiyê Kurdî-der, Enstîtuya Kurd ya Stenbolê û Kurd-der ku ji bo ku pêşketina zimanê kurdî bikin hatibû vekirin, bi awayekî derhiqûqî hatin girtin.   Bi pêvajoya şer re hevpar gelek xebatkarên çapemeniya kurdî hatin binçav kirin û hîn jî hinek ji wan girtî ne. Dîsa bi çarçoveya KHK’yan gelek nivîskarên Kurd, di saziyên dewletê yê ku tê de dixebitîn, hatin îxraç kirin, binçav kirin û girtin. Ev pratik û polîtîka nîşan didin ku bi polîtîkayê bişaftin û înkarê dewlet ji salên 1990’an paşvetir çûye.    LI TIRKIYEYÊ REWŞA ZIMANAN    Li gorî lêkolîn û Rapora ethnologue.com a Tirkiye ya di navbera salên 1980-1990’an de li Tirkiyeyê nêzî 36 ziman tên axaftin. Lê ji ber ev daneyên heri kêm 20-30 sal bere ye, gelek ziman niha tune bûne.  Li Tiriyeyê zimanên ku tên zanîn û hêj tên axaftin û gelek li ber tunebûnê ne wiha ne:  Li gorî herêm û bajaran Zimanên li Tirkiyeyê tên axaftin: Abazayî; li Herêma Sakarya û Duzce tê axaftin. Nêzî 10 hezar kes diaxivin.  Abhazkî: Li herêma Sakarya û Duzceyê tê axaftin. Nêzî 35 hezar kes diaxivin. Adîgeyî (Çerkezî): Li herêma Sakarya, Duzce, Mereş, Qayserî, Çorum û sokatê tê axaftin. Nêzî 71 hezar kes di axivin. Arnavûtî: Li herêma Stenbol, Bûrsa, Kirklarelî, Îzmir, Yozgat û Çanakkale. Ji 65 hezar Arnavutan tene 15 hezar kes di axivin. Bulgarî: li Herêma Marmara di axivin. Li gel koçberên Bulgar nêzî 300 hezar kes di aixvin.  Hertevînkî: Li herêma Berwariya Sêrtê, (Aramî)  Hemşînî: Li herêma Artvîn û Rîzeyê.  Gurçîkî: Li herêma Artvin, Bursa, Samsun, Ordu, Rize Erebî: Li herêma Hatay, Edene, Mêrsîn, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Êlih, Bêdlis, Mûş, Amed, Riha, Dîlok, Kîlîs, Stenbol, Enqere, Îzmir û Bûrsa tê axaftin. Nêzî 400 hezar kes di axivin. Ezeri: Li herêma Agirî, Amasya, Erdexan, Erzirom, Îdir, Qers, Mûş, Sêwas û Beybûrtê di axivin. Nêzî 530 hezar kes di axivin.  Ayarkî: Li herêma Sêwas, Tokat û Mereşê tê axaftin.  Boşnakî: Li herêma Stenbol, Adapazari, Îzmîr, Manîsa û Bûrsayê di axivin. Nêzi 20 hezar kes di aixivin.  Pomakî: Li herêma Çanakkale, Edîrne û kirklarelîyê.  Çîngeneyî (Romlanî): Li herêma Edîrne, Tekîrdag, Stenbolê di axivin. Nêzî 50 hezar kes di axivin.  Ermenîkî: Li herêma Stenbol, Hatay, Sêwas, Meletî, Amed, Êlih, Qers, Artvîn, Bûrsa, Samsûn, Ordu û Rîzeyê di axivin. Ji nêzî 70 hezar ermeniyan, tene 40 hezar kes di axivin.  Gurçîkî: Li herêma Artvîn, Bûrsa, Samsûn, Ordu û Rîzeyê di axivin. Nêzî 40 hezar kes di axivn.  Gagavuzkî. Nêzî 327 hezar kes di axivin.  Kabardevcî: Li herêma Qeyseriyê û Mereşê  Tirkî: Li hemû Tirkiyeyê bi fermî li dibistanan tê dayîn  Türkmenkî: Li herêma Tokat û Dîlokê diaxivin. Nêzî hezar kes di axivin.  Suryanî: Li herêma Stenbol, Mêrdîn û Şirnexê di axivin. Li gorî lêkolînan Suryanî ber bi tunebunê ve diçe. Devoka Hertvinkî li herêma Berwarî ya sêrtê nêzî 1000 kes diaxivin.  Uygurî: Li herêma Qeyserî û Nevşehîre diaxivin. Nêzî 500 kes di axivin.  Kurdî: Li herêma Bajarên Kurdistanê. Nêzî 20 milyon kes bi Kurdî di axivin. Yunanî (Rûmî): Li herêma Stenol, Çanakkale, Trabzon, Bursa, Îzmir û Hatayê tê axaftin. Nêzi 5 hezar kes di axivin.  Osetkî:  Li herêma Tokat, Erzirom, Qers, Bedlis, Mugla û Antalyayê di axivin.  Ozbekî: Li herêma Hatay, Dîlok û Rihayê diaxivin. Nêzî 2 hezar kes diaxivin. Lazikî (Lazûrî): Li herêma Artvîn, Rîze, Sakarya, Duzce, Kocaelî, Yalova û Bûrsa di axivin. Nezî 30 hezar kes di axivin.  Ladino: Li Stenbol û îzmirê nêzî 8 hezar kes di axivin.  Pontusî: Li Trabzonê. Yunanî: Li herêma Stenbol, Çanakkale, Trabzon, Bûrsa, Îzmir û Hatay.  Kazakî: Li herêma Manîsa û Qeyserî di axivin. Nêzî 600 kes di axivin. Li ber tunebûnê ye. Kirkizî: Li herêma Gundên Wanê, Meletî û Stenbol  Tatariya Kirim: Li herêma Enqere, Bursa û Eskîşehîr. Tatar di axivin.    MA / Mehmet Alî Ertaş