‘Ji bo yekîtiya neteweyî berî her tiştî parastina çand û ziman divê'

img

AMED - Sekreterê Giştî yê PEN'a Kurd Omer Fîdan têkildarî Tora Ziman û Çandan diyar kir ku çand û ziman bingehê netewebûnê ne û got: “Heke em yekitî û statuyekê bi her awayî bixwazin divê ewil em xwedî li xwe, çand û zimanê xwe derkevin." 

Sekreterê Giştî yê PEN'a Kurd Omer Fîdan anî ziman ku di qada ziman û çandan de demekî dirêj e xebat qut bûne û wiha axivî: “Di îlonê de bei pêşengtiya Komelya Lêkolînên Kurdî ya Stanbolê li Amedê komxebatek hat lidarxistin. 13 sazî beşdar bûbûn. Di wê xebatê de biryar hat dayîn ku xebat bên geşkirin û berfirehkirin. Li ser wê biryarê bi gelek kes û saziyan re hevdîtin hatin kirin pêşniyara ku torek were avakirin derket û tor hat avakirin.”
 
'GELEK KARÊN BÊN KIRIN HENE' 
 
Fîdan, da zanîn ku civîna ku di 23-24’ê mijdarê de hat li dar xistin herkes ser navê xwe wek kes tevlî bû û wiha got: “Biryarek di wê civînê de hat girtin ku civîneke berfireh bê lidarxistin. Sekreteryaya ku nû hat damezrandin bi lijneya şewrê re dê di 11-12’ê Çileyê de civîneke berfireh li dar bixin. Di wê civînêde biryarek jî diyarkirina statuya torê ye. Wê tor endama çawa qebûl bike? Wê sazî bibin endam an kes bibin endam? Wê xebat çawa werin kirin? Rêveberiya torê wê bi çi awayî be? Wê cihê wê weşana wê hebe tune be? Ev xebateke du dirêj e. Hêj gelek kar hene ku bên kirin. Biryara gelek karan jî wê di civîna pêş de bê dayîn. Gelek mijar dê bên niqaşkirin. Di bin 14 temayan de niqaşên tematîk dê bên kirin. Li gor encamên di wê civînê de derkevin dê nexşerêyek bê amadekirin û xebatên pratîkî wê nû dest pê bikin.”
 
'TOVÊ ÊRÎŞA SER KURDÎ DI AVAKIRINA KOMARÊ DE HATINE ÇANDIN'
 
Fîdan, diyar kir ku yekitî di her warî de lazim e û wiha berdewam kir: “Hatina gel hev, bi hev re niqaşkirin, biryar dan, derxistina nexşeyan û pratîkkirina wan nexşeyan di her qadê de lazim e. Hîma sereke ya neteweyekê ziman e. Dema zimanê gelekê ji dest here ew netewe ne pêkane ku hebûna xwe bidomîne. Bi vê hişmendiyê û şiyarê vê torê bi dest kar kiriye.” Fîdan, da zanîn ku niha êrîşeke bê hempa li dijî çand û zimanê kurdî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tovên vê êrîşê rê û rêbazên vê êrîşê di avakirina vê komarê de hatine çandin. Her hikumet an rêveberiya ku tê ser kar wek xebata xwe ya yekemîn xetereya ser dewleta xwe neteweya kurd dibînin. Yekitiya kurdan û zimanê kurdî xetere dibînin. Ewil êrîşî ser ziman dikin. Qeyûm dema tên pêşî tabelayên kurdî dadixînin. Mînakên vê li hemû bajarên Kurdistanê hatin dîtin. Tehamulek bi navê kurdî bi navê kesan jî tune.” 
 
'HETA XWEBÛN TUNE BE HEBÛN ÇÊNABE'
 
Fîdan, bal kişand ser daxuyaniya Partiya Vatan a ser Seyîd Riza û wiha got: “Partiya Vatan pêşniyazek da ku navên pêşengên kurdan wek Şêx Seîd û Seyîd Riza ji kolanan ji her cihî were rakirin. Ev ne tiştekî bi awayekî veşartî an nepen bên kirinin. Ev polîtîkayeke bingehîn a vê dewletê ye û dewlet karê xwe dike. Divê em kurd ji bo ku ev tişt pêk neyê ji bo ku çand û zimanê kurdî pê re tune ne bin divê em bi xwe bihesin. Heta ku em xwe nasnekin em dê nebin. Wek navê rojnameya me ya nû derketî. Heta xwebûn tune be hebûn çênabe. Ji bo parastina hebûnê divê em xwe nasbikin hîmên bingehîn ên xwe nasiyê jî ziman û çandin. Ê ku bi hezar sal e teşe dayê vî gelî genetîka me rabirdûya me û wê teşe bide dahatuya me jî ziman û çanda me ye. Ji bo parastina vê divê gav bên avêtin. Gaveke xurt hat avêtin.”
 
'KU EM BI XWE BIN EM Ê HEBIN'
 
Fîdan, dest nîşan kir ku di torê de her alî li hev kom bûn û ev cuda difikirin pûxteyeke yekitiya netewî ye û wiha bi dawî kir: "Dema ku di her qadê de yekitiyeke bi vî rengî were çêkirin, hatina gel hev were çêkirin siyaset jî nikare guhê xwe ji daxwaza gel û rewşenbîran û hunermendan re bigire. Wê ev dehf bide ku siyaset yekitiya ku tê xwestin zûtir pêk bîne. Xebatên bi vî rengî bêguman rêyeke berfireh li pêşiya siyasetê vedikin û daxwaza gel bi dengekî berz bi dengekî bilind radigihînin siyasetê û pêşengên kurdan ku ew jî yekitiyê ava bikin. Zimanê me çanda me hîmê bingehîn ên netewebûnê ne heke em yekitiyekê bixwazin heke em hatina li gel hev bixwazin heke statuyeke bi her awayî bixwazin. Divê beriya her tiştî em xwedî li xwe û ziman û çanda xwe derkevin. Ku em bi xwe bin em ê hebin.”
 
Ma - Fahrettîn Kiliç 
 
 

Sernavên din

04/01/2020
16:21 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran çalakî li dar xistin
16:16 DFG'ê avakirina xwe îlan kir
Di sala 2019'an de 477 rojnaemger hatin darizandin
16:08 Ji bo Suleymanî û Muhendîs li Bexdayê merasîma cenaze
16:06 Endamê Grûp Yorûmê dest bi rojiya mirine kir
15:32 Daxwaza Dayikên Şemiyê ya sala nû: Windayan derxin holê
Kirbayir: 40 salin li birayê xwe digerim
15:18 The Economist dora rapora rêzkirina rojnamegerên girtî weşand
15:02 ‘Hemû serlêdanan windayan bê encam man’
14:25 Temellî: Divê Tirkiye, Îran, Rûsya û DYA destê xwe ji Rojhilata Navîn bikêşin
13:50 Koçyîgît: Em dixwazin li Tirkiyeyê Rojava xwe ava bikin
Guven: Em ê sala 2020'an bikin sala azadiyagelê Kurd
13:04 Li Bismilê hejmara kesên binçavkirî derket 80'yî
12:32 Ji Bûldan daxuyaniya Sûleymanî: Di Rojhilata Navîn de hevsengiyek nû derdikeve holê
12:22 Rejîm û Rûsya li ber derê QSD'ê ne HTŞ jî di xeyala Helebê de ye
11:44 Serokê AKP’ê yê navçeyê bi ser weqfa ku piştgirî neda kesê wî şand de, girt
10:57 Qeymeqamê Şemrexê 10 xebatkar ji kar avêtin
10:53 Dozger serlêdana malbatan a Îmraliyê red kir
10:23 ‘Bila ciwanên Kurd li ziman û nivîskarên xwe xwedî derkevin’
10:23 2 sal in nikare biçe mala xwe!
10:01 Tevî hemû êrîşên dewletê jin dibêjin 'tecawizkar tu ye'
09:54 Li Bexdayê li dijî karwana Haşdî Şabî êrîşa hewayî pêk hat
09:12 Endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'î: Armanca wan sergirtina nelirêtiyan e
09:12 Nerazîbûna gelê Amedê ya ji bo Partiya Vatanê
09:12 Dosyeya dozê 'winda' ye, lê dadgehê serlêdana wî red kir
09:11 Şanoya Mencelê dê vê mehê bi 4 lîstikan xwe bigihîne şanohezan
09:10 Qeyûmê Cizîrê qanûna şaredariyê bin pê dike
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2020'AN
03/01/2020
22:21 Wê DYA 3 hezar û 500 eskerî bişîne Rojhilata Navîn
16:47 Ji Tirkiyê daxuyaniya ewil: Em bi fikar in
16:19 Sefîrê Îranê yê Enqereyê: Wê kêfa Trump û Pompeo dirêj dom neke
16:11 Trump: Îran di şerekî de qet bi ser neketiye
16:06 TTB: Bila Wezareta Tenduristiyê daneyên xwe aşkere bike
15:17 Baroya Amedê xwest demokrasî û azadî were welat
15:10 Serokkomarê Iraqê Salih kuştina Silêmanî şermezar kir
15:09 ‘Divê maşîneyên zirxî yên li nava bajêr bên qedexekirin’
14:36 Pisporan kuştina Silêmanî nirxand: Amerîka peyamek zelal a şer da Îranê
14:36 Îsmaîl Qaanî li şûna Qasim Silêmanî hat wezîfedar kir
13:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê li Dîlokê amadekariya civîna li Enqerê kir
13:23 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:23 Olûç: DYA'yê li dijî Îranê dest bi şerê germ kir
13:16 Rûsya, Sûriyê û Çîn têkildarî kuştina Silêmanî daxuyanî dan
13:05 Tê gotin li gel Silêmanî 10 kesên din jî hatine kuştin
13:00 Rêxistinên HDP'ê yên Mêrdîn û Agirî kongreyên xwe pêk tînin
12:40 Bavê ku destdiriyê keça xwe ya astengdar kir hat girtin
12:18 Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis kî ne?
11:34 Ji Îranê peyamên tolhildana Suyleymanî
11:13 Li Bismilê 56 kes ji selefxûriyê hatin binçavkirin
10:44 Kuştina Qasim Silêmanî dabeşiyê xist nav Kongreya Amerîkayê
10:28 ‘Tirkiye êdî giştiye dawiya polîtîkayên aborî yên neo-lîberal’
09:58 ‘Min du darbest hilgirtin, du gor kolandin, lê her du jî ne kurê min bûn'
09:57 'Bi darê zorê lêgerîn kirine û avêtine hucreyê’
09:33 Zaroka astengdar di encama tecawîzê de ducanî bû
09:26 Li 10 bajaran derbarê qeyûman de lêkolînek kir: Tercîha hilbijêran neguheriye
09:20 Li Tirkiyeyê 36 ziman hene, lê tenê Tirkî fermî ye
09:20 2 sal in biryara veşarî ya li ser dosyeya teksîvan Zafer Ceyhan nehatiye rakirin
09:19 Mitbexa malê kir atolyeya wêneyan
09:18 Ji ber nelihevkirina hîsedaran hindik maye xana dîrokî hilweşe
09:16 Bi sedan nexweş di dorê de ne
09:15 Li Moda Sahneyê konsera 'LaWje'yên Evîniyê'
09:14 Esnafên bazarê: Em berî kêçan didin
09:13 Behsa keçên xwe kirin: Sêvê, Fatma û Pakîze jiyan bi xwe bûn
09:12 Derbarê zilamê ku xebatkara tekstîlê taciz kir de îdianame hat amadekirin
09:11 Rênas Jiyan: Gava em bi zimanê xwe bawer bin wê li pêş bikeve
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:32 Di êrişa Amerîkayê de Qasim Sileymanî hat kuştin
02/01/2020
15:44 Parêzerên Ocalan di sala 2020’an de serlêdana ewil kirin
15:38 Jina 71 salî ji ber gaza karbonmonoksîtê jiyana xwe ji dest da
15:31 Notirvanê înşatê di qûlûbeya xwe de mirî hat dîtin
15:13 Dayika Aştiyê Naciye Îke jiyana xwe ji dest da
15:01 'Em ê serîhildana xwe bidomînin'
14:35 Parlamenterê SP'ê Îslam: Ez deng nedim tezkereya Lîbyayê
13:32 Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê peymanek îmze kirin
13:14 Partiya Îyî dibêje 'Na' û Saadet jî dibêje 'Erê'
13:14 Li Kobanê gel carek din kevir avêtin dewriya hevbeş
13:13 Leşkeran li Licê bi ser gundekê de girt
12:33 5 mîlyon kes wê ji xizmeta tenduristiyê sûdê negirin
11:29 Hêjmara nû ya Newaya Jin derket
09:01 Ne gor in, 'gorên komî' ne: Ji mirovekî tenê perçeyek maye
09:01 Rojnamevan Akdenîz: Wê encamên maceraya Lîbyayê giran bin
09:01 Hejmara 4'an a 'Zrîng'ê derket!
09:01 Bavê girtî: Gardiyan û eskeran kurê min tazî kirin û bi daran lê xistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:39 Li Îranê erdheja hêza wê 5.8 pêl pêk hat
01/01/2020
18:38 Li Tirkiyeyê di 7 salan de 419 zarokên karker mirin
18:27 Dayika Eren Keskîn hat definkirin
16:13 Diyarname.com: Di sala 2019'an de 252 pirtûkên kurdî hatine weşandin
15:04 Dayika Eren Keskîn çû ser dilovaniya xwe
14:01 Roja destpêkê ya salê 115 karker bê kar man
12:42 Zarokê 13 salî mirî hat dîtin
12:08 Fregmana belgefîlma Heskifê Sîya Avê weşandin
12:02 Meclis ji bo tezkereya Lîbyayê dicive
11:25 Li Elkê mînîbusa rêwiyan qulipî: 4 kes birîndar bûn
11:15 Hemo: Divê partî dest ji perjewendiyên malbatî û êlîtiyê berdin
11:04 Ezam: Lihevkirin bi rejîmî re hene lê negihaştina asta diyaloga avaker
11:03 Ozbûdûn: AKP di nava neo-faşîzmê de cih digire
10:15 Li Enqerê agir bi avahiyek ket û 4 kesan jiyana xwe ji dest da
09:46 3 girtî ligel rapora ATK'ê nayên berdan
09:16 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî berî her tiştî parastina çand û ziman divê'
09:07 Îfadeyên 'şahidên' di îdianameya hevşaredaran de ên heman kesî ne
09:07 Jê xwestin di nav dîmenên jê hatine birin de kiryaran teşhîs bike
09:06 Ji bo 'darizandineke adil' 192 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:05 Kesê dest û piyên wî kelepçekirî dê çawa întîhar bike?