‘Ji bo yekîtiya neteweyî berî her tiştî parastina çand û ziman divê' 2020-01-01 09:16:08 AMED - Sekreterê Giştî yê PEN'a Kurd Omer Fîdan têkildarî Tora Ziman û Çandan diyar kir ku çand û ziman bingehê netewebûnê ne û got: “Heke em yekitî û statuyekê bi her awayî bixwazin divê ewil em xwedî li xwe, çand û zimanê xwe derkevin."  Sekreterê Giştî yê PEN'a Kurd Omer Fîdan anî ziman ku di qada ziman û çandan de demekî dirêj e xebat qut bûne û wiha axivî: “Di îlonê de bei pêşengtiya Komelya Lêkolînên Kurdî ya Stanbolê li Amedê komxebatek hat lidarxistin. 13 sazî beşdar bûbûn. Di wê xebatê de biryar hat dayîn ku xebat bên geşkirin û berfirehkirin. Li ser wê biryarê bi gelek kes û saziyan re hevdîtin hatin kirin pêşniyara ku torek were avakirin derket û tor hat avakirin.”   'GELEK KARÊN BÊN KIRIN HENE'    Fîdan, da zanîn ku civîna ku di 23-24’ê mijdarê de hat li dar xistin herkes ser navê xwe wek kes tevlî bû û wiha got: “Biryarek di wê civînê de hat girtin ku civîneke berfireh bê lidarxistin. Sekreteryaya ku nû hat damezrandin bi lijneya şewrê re dê di 11-12’ê Çileyê de civîneke berfireh li dar bixin. Di wê civînêde biryarek jî diyarkirina statuya torê ye. Wê tor endama çawa qebûl bike? Wê sazî bibin endam an kes bibin endam? Wê xebat çawa werin kirin? Rêveberiya torê wê bi çi awayî be? Wê cihê wê weşana wê hebe tune be? Ev xebateke du dirêj e. Hêj gelek kar hene ku bên kirin. Biryara gelek karan jî wê di civîna pêş de bê dayîn. Gelek mijar dê bên niqaşkirin. Di bin 14 temayan de niqaşên tematîk dê bên kirin. Li gor encamên di wê civînê de derkevin dê nexşerêyek bê amadekirin û xebatên pratîkî wê nû dest pê bikin.”   'TOVÊ ÊRÎŞA SER KURDÎ DI AVAKIRINA KOMARÊ DE HATINE ÇANDIN'   Fîdan, diyar kir ku yekitî di her warî de lazim e û wiha berdewam kir: “Hatina gel hev, bi hev re niqaşkirin, biryar dan, derxistina nexşeyan û pratîkkirina wan nexşeyan di her qadê de lazim e. Hîma sereke ya neteweyekê ziman e. Dema zimanê gelekê ji dest here ew netewe ne pêkane ku hebûna xwe bidomîne. Bi vê hişmendiyê û şiyarê vê torê bi dest kar kiriye.” Fîdan, da zanîn ku niha êrîşeke bê hempa li dijî çand û zimanê kurdî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tovên vê êrîşê rê û rêbazên vê êrîşê di avakirina vê komarê de hatine çandin. Her hikumet an rêveberiya ku tê ser kar wek xebata xwe ya yekemîn xetereya ser dewleta xwe neteweya kurd dibînin. Yekitiya kurdan û zimanê kurdî xetere dibînin. Ewil êrîşî ser ziman dikin. Qeyûm dema tên pêşî tabelayên kurdî dadixînin. Mînakên vê li hemû bajarên Kurdistanê hatin dîtin. Tehamulek bi navê kurdî bi navê kesan jî tune.”    'HETA XWEBÛN TUNE BE HEBÛN ÇÊNABE'   Fîdan, bal kişand ser daxuyaniya Partiya Vatan a ser Seyîd Riza û wiha got: “Partiya Vatan pêşniyazek da ku navên pêşengên kurdan wek Şêx Seîd û Seyîd Riza ji kolanan ji her cihî were rakirin. Ev ne tiştekî bi awayekî veşartî an nepen bên kirinin. Ev polîtîkayeke bingehîn a vê dewletê ye û dewlet karê xwe dike. Divê em kurd ji bo ku ev tişt pêk neyê ji bo ku çand û zimanê kurdî pê re tune ne bin divê em bi xwe bihesin. Heta ku em xwe nasnekin em dê nebin. Wek navê rojnameya me ya nû derketî. Heta xwebûn tune be hebûn çênabe. Ji bo parastina hebûnê divê em xwe nasbikin hîmên bingehîn ên xwe nasiyê jî ziman û çandin. Ê ku bi hezar sal e teşe dayê vî gelî genetîka me rabirdûya me û wê teşe bide dahatuya me jî ziman û çanda me ye. Ji bo parastina vê divê gav bên avêtin. Gaveke xurt hat avêtin.”   'KU EM BI XWE BIN EM Ê HEBIN'   Fîdan, dest nîşan kir ku di torê de her alî li hev kom bûn û ev cuda difikirin pûxteyeke yekitiya netewî ye û wiha bi dawî kir: "Dema ku di her qadê de yekitiyeke bi vî rengî were çêkirin, hatina gel hev were çêkirin siyaset jî nikare guhê xwe ji daxwaza gel û rewşenbîran û hunermendan re bigire. Wê ev dehf bide ku siyaset yekitiya ku tê xwestin zûtir pêk bîne. Xebatên bi vî rengî bêguman rêyeke berfireh li pêşiya siyasetê vedikin û daxwaza gel bi dengekî berz bi dengekî bilind radigihînin siyasetê û pêşengên kurdan ku ew jî yekitiyê ava bikin. Zimanê me çanda me hîmê bingehîn ên netewebûnê ne heke em yekitiyekê bixwazin heke em hatina li gel hev bixwazin heke statuyeke bi her awayî bixwazin. Divê beriya her tiştî em xwedî li xwe û ziman û çanda xwe derkevin. Ku em bi xwe bin em ê hebin.”   Ma - Fahrettîn Kiliç