AMED - Wesayîteke sergo ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê qelibî û kesek mir û kesek jî birîndar bû.
Wesayîtasergo ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya bi pîlaqeya 21 KK 243 li ser rêya Amed û Mêrdînê qelibî û qezeya trafîqê pêk hat. Di qezayê de ajokarê wesayîtê Ramazan O. û Mecît A. birîndar bûn. Piştî qezayê ambûlans hatin cihê bûyerê û her birîndaran rakirin nexweşxaneyê. Ajokar Ramazan O, li gel hemû mudaxaleyan nehat rizgarkirin û jiyan xwe ji dest da.