Li Amedê wesayîteke sergo qelibî: Kesek mir û kesk jî birîndar bû 2019-12-30 09:58:10   AMED - Wesayîteke sergo ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê qelibî û kesek mir û kesek jî birîndar bû.   Wesayîtasergo ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya bi pîlaqeya 21 KK 243 li ser rêya Amed û Mêrdînê qelibî û qezeya trafîqê pêk hat. Di qezayê de ajokarê wesayîtê Ramazan O. û Mecît A. birîndar bûn. Piştî qezayê ambûlans hatin cihê bûyerê û her birîndaran rakirin nexweşxaneyê. Ajokar Ramazan O, li gel hemû mudaxaleyan nehat rizgarkirin û jiyan xwe ji dest da.