Roboskî nehat jibîrkirin: Teqez em ê ji berpirsan hesab bipirsin

  • rojane
  • 15:05 28 Kanûn 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajaran qûrbaniyên Komkujiya Roboskî hatin bibîranîn. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku ji bo kujer û berpirsên Roboskî bên darizandin dê lêgerîna xwe ya edaletê dewam bikin û wiha hat gotin: “Me ji bîr nekir û em ê nedin jibîrkirin.”

Li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilebana Şirnexê di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bombebaran kir û di encama bombebaranê de 19 jê zarok 34 welatiyên Roboskî hatin qetilkirin. Bi wesîleya salvegera 8’emîn a Komkujiya Roboskî li gelek bajaran daxuyanî hatin lidarxistin û qûrbanî hatin bibîranîn. 
 
Di daxuyaniyan de hat destnîşan kirin ku tevî 8 sal di ser komkujiyê de derbas bûye hêj edalet pêk nehatiye û malbatên Roboskî di bin zextan de ne û heta kujer û berpirs werin darizandin dê têkoşîna ji bo lêgerîna edaletê dewam bike. 
 
TANRIKULU: AKP KOMKUJIYÊ GIRTIYE SER XWE 
 
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu têkildarî Komkujiya Roboskî daxuyaniyek nivîskî weşand û got tevî 8 sal derbas bûne jî hêj kujer û berpirsiyar nehatine dîtin û dadgehê hemû rastiyê red kiriye. Tanrikulu got Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî ji ber sedemên siyasî dozê red kiriye û ew jî bûye şirîkê sûc. Tanrikulu da zanîn ku şîn û êşa malbatên Roboskî didome û sedemê vê jî îqtîdara siyasî ye ku kujeran nabîne û komkujiyê diparêz e. Tanrikulu anî ziman ku AKP bi hemû kirin û daxuyaniyê xwe Komkujiya Roboskî girtiye ser xwe. Tanrikulu got helbet wê rojek hesabê komkujiyê were pirsîn û berpirs werin mehkûmkirin. 
 
WAN 
 
Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê jî bi wesîleya Komkujiya Roboskî daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Berdevkê Demê yê KESK’ê Nacî Kaçmaz daxuyanî da û got helwesta AKP’ê ya li hember Komkujiya Roboskî di serî de pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên gelan çareser nake û pirsgirêka kurttir dike. 
 
AMED 
 
DİYARBAKIR – Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê jî bi weslîleya 8emîn salvegera komkujiyê li avahiya Baroya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê saziyan Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin daxuyanî da û bang li îqtîdarê kir û xwest bila kujer û berpirs werin tespîtkirin û derxin pêşberî darazê. 
 
 
ÊLIH 
 
Rêxistina HDP’ê ya Êlihê jî xwest ji bo bîranîna Roboskî li ber avahiya xwe daxuyanî bide çapemeniyê. Polîsan ku derdora HDP’ê dorpêç kiribûn bi şertê ku tenê wekîl biaxivin destûr dan daxuyaniyê. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Tiryakî û Necdet Îpekyuz, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz û rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Hevserokê HDP’a Êlihê Îkram Îrgî xwest daxuyanî bide lê polîsan destûr neda. Parlamenteran bertek nîşanî helwesta polîsan dan. Parlamenter Ayşe Acar Başaran daxuyanî da û diyar kir ku destûr nedayîna daxuyaniyê jî nêrîna dewletê ya ji bo komkujiyê radixîne holê û ew ê hesabê komkujiyê bipirsin. 
 
DERSIM 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Dersimê jî li Kuçeya Hunerê bi minasebeta Komkujiya Roboskî daxuyanî da çapemeniyê. Platformê pankarta "Ji bo Roboskiyên din pêk neyên, ji bîr neke û nede jibîrkirin" vekir û li ser navê saziyan Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Dersimê Nûrşat Yeşîl daxuyanî da û qûrbaniyan bibîr anî. Yeşîl got ew komkujiyê carek din şermezar dikin û dê komkujiyê ji bîr nekin. Yeşîl got heta ji ji berpirs û kujeran hesab were pirsîn dê têkoşîna xwe dewam bikin. 
 
Piştî daxuyaniyê navê her qûrbanî hat bibîranîn û li ser navê wan 34 nepox firandin hewayê. 
 
EDENE 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê ji bo Komkujiya Roboskî li Parka Heykellî bernameya bîranînê li dar xist. Rêveber û parlamenterên HDP’ê, nûnerên rêxistinên civakî û gelek beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Îlhan Ongor daxuyanî da û got hemû dinya ji bo komkujiya Roboskî bêdeng maye û hiqûqa bêcezakirinê 8 sal in didome. Ongur xwest ji ji kujer û berpirsiyaran hesab were pirsîn. 
 
MÊRSÎN 
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî li avahiya xwe 34 qûrbaniyên Roboskî bibîr anî. Gelek kes û nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî beşdarî bîranînê bûn. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê Mehmet Aliş axivî û da zanîn ku kujerên komkujiyê nehatine darizandin û heta kujer werin darizandin dê hesab bipirsin. 
 
HATAY
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskenderûna Hatayê jî li avahiya xwe bernameya bîranînê li dar xist. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Nevzat Guzel di bîranînê de axivî û xwest ku bepirsên komkujiyê werin darizandin. 

Sernavên din

01/01/2020
09:05 Ji hevşaredara qeyûm tayînî şûna wê hat kirin re dawetname şandin
09:04 Ji ber 'Parvekirina twitterê' doz li Rojnameger Erol vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2020'AN
31/12/2019
17:01 Di sala 2019'an de 474 jin hatin qetilkirin
16:25 Mamosteya bi KHK’ê hat deqkirin pereyê xwe stend
16:08 TJA’yê bertek nîşanî çapemeniya ku aktîvîstên wan hedef nîşan de, da
15:12 Belavokên kongreya HDP'ê qedexe kir
14:43 Zilamê ku êrîşa zayendî kir nehat girtin
14:10 MEBYA-DER: 463 cenaze li gorên bêkesan hatine definkirine
14:09 Balyozxaneya DYA’yê ya Iraqê dorpêç kirin
14:05 Parêzerên karsaz Kavala îtîrazî biryara dadgehê kirin
13:08 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em ê di 2020'an de bi rêngê jinê têkoşîna xwe bidomînin
13:06 11 roj cezayê hucreyê li girtiyê nexweş ê li dijî derpkirinê li ber xwe da birîn
12:42 Fezlekeyên dawî yên 2019’an li Meclîsê ne
12:15 Berî serdana Emîne Erdogan, ewlekariyek zêde hat girtin
11:35 Hêviyên Waniyan ji sala nû
11:30 Hevserokên HDP'ê: Sala 2020'an dê bibe sala mezinkirina hêviyê
11:21 Bejahiya Şirnexê ji têketinan re hat qedexekirin
11:03 Yekitiya Ereban bi rojeva Lîbyayê dicive
10:52 Serokê Şaredariya AKP’î dest bi çêkirina înşaeta qaçax kir
10:46 Şenoglu: Têkoşîna Ocalan a aştiyê çareseriya hemû qrîzan e
10:45 Wê SMO li Îdlibê li dijî arteşa Sûriyeyê şer bike!
10:40 KCD'ê sala 2020'an pîroz kir
10:30 Polîsê endezyar Cîhan Can pelçiqang hat berdan: Qey min got êzing e
10:13 Di sala 2019’an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
09:29 Cîhangîr Îslam: Wê hejmara kesên ji AKP'ê vediqetin zêde bibe
09:26 Kal Gaxan ji nû ve tê pîrozkirin
09:21 Muzîkên ku guhdar kirine jî sûc hatine hesibandin!
09:20 Şaredarê ji ber tirsa qeyûm îstifa kir tabelaya kurdî daxist
09:19 Parlementer Ocalan: Polîtîkaya tecrîda li Îmraliyê tenê ne polîtîkaya Tirkiyeyê ye
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2019'AN
30/12/2019
19:22 Li Dîlokê 48 dever hatin qedexekirin
17:25 Soylu got 'Carek din dê navê PKK'ê neyê gotin' lê herî zêde Solyu navê PKK'ê bilav kir
16:27 Ji bo Dengbêjê Şirnexî dîwan danîn
15:41 Tosûn têkildarî qetilkirina Can pêşnûmepirs da Meclisê
15:37 Elok îsal nayên firotin
15:15 Girtiyê bi destûr derket mirovek birîndar kir
14:56 Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîr û Elkê hatin bibîranîn
14:03 Malbatên Roboskî tên dadgehkirin: Ji miriyan jî tolê hildidin
13:10 Cezayê pere li bav û kurê ku pezkoviyan qetil kiribûn hat birîn
13:10 Jina ku hat angaştkirin întîxar kiriye jiyana xwe ji dest da
12:54 Li Rihayê kesek hat girtin
12:45 Zilamê ku keça wê tacîz kir girt
12:45 Mamosteya jin li mala xwe mirî hat dîtin
12:34 Li Dersimê rêya 139 gundan hat girtin
11:30 Selefiyên li Idlibê dişînin Libyayê
10:33 Hevşaredarên Sûrê sewqî Erziromê kirin
10:17 Li Çewlikê jineke ku hat angatşkirin întîxar kiriye rakirin nexweşxaneyê
10:06 Rojên Wêjeya Kurdî bi dawî bû
09:58 Li Amedê wesayîteke sergo qelibî: Kesek mir û kesk jî birîndar bû
09:54 Ozçelîk: Hişmendiya ziman tune be dê hişmendiya neteweyî jî lawaz be’
09:00 Malbat ji ‘tîmê îknayê' bêzar in
09:00 ‘Li ser girtiyên nexweş hiqûqa dijminantiyê pêş dixin'
09:00 Karabat: AKP dema diçe talan dike û diçe
09:00 Temellî: Tecrîd li ser aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk e
09:00 Lîbya ji bo kê û çiqas girîng e?
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2019'AN
29/12/2019
22:52 Kampanya "Ji Ocalan re azadî" hat destpêkirin
22:23 AYM’ê biryar da ku mafê Dîlan Kortak hatiye îhlalkirin
21:54 Eskeran karker bi zorê ji çadiran derxistin çadirê wan hilşandin
19:39 Jinan li Antalya qedexeya walî nas nekirin û dansa ‘Las Tesis’ pêşkêş kirin
18:30 Îtalya Tirkiye hişyar kir: Şandina eskeran a Lîbyayê ne çareserî ye
17:29 Fîlîz Kerestecîoglu: Bi mîlîtarîzmê tundiya li ser jinê zêde dibe
17:23 'Mirina Cihan Can ne qeza ye, cînayet e
16:13 Temelli: Çi karê we li Lîbyayê heye?
15:43 SOHR: 300 çekdarên girêdayî Tirkiye gihîştin Lîbyayê
14:06 YDG’ê konferansa 'afirandina nûbûniyê' li dar xist
13:43 Rêxistina HDP'ê konferansa Anatoliya Navîn pêk anî: Dem dema hêviyê ye
13:10 Li Bûrsayê 34 kesên li Roboskî hatin kuştin bi bîr anîn
13:04 Hevşaredarê Kopê yê girtî sewqî Mereşê kirin
12:46 Foza: Destkeftiya heri mezin a îsal avakirina Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
12:33 Rojnameya heftane ya Kurdî Xwebûn bi hêjmara nû derket
11:15 Hevşaredara Gimgimê ya girtî sewqî Osmaniyeyê kirin
10:45 Gundiyên ji ber ocaxa qûmê li ber xwe didin: Bi droneyan me dişopînin
10:31 Li Wanê destê 3 esnafan li piştn wan kelepçe kirin û binçav kirin
10:30 Ekolojîs: An Qanal an jî Stenbol
09:51 ‘Hestiyariya ji bo Kanal Îstanbul ji bo Heskifê nehat nîşandan
09:50 Ozkan: Şaşî û çewtiya li Sûriyeyê li Lîbyayê jî tê kirin
09:13 ÎHD: Ên îşkenceyê dikin tên parastin
09:13 ‘Butçeya aqilê mêr e, ji sedî 1 jî para jinê di vê butçeyê de tune ye'
09:12 Nameya wî piştî 9 mehan şandin
09:08 Piştî dinya sar bû eleqeya ji bo etaran jî zêde bû
09:04 Eleqeya ji bo sabûna zeytê ya Nîzîbê zêde dibe!
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2019'AN
28/12/2019
19:58 Di hefteyekê de 3 jin li Amedê hatin kuştin: Saziyên jinan bertek nîşan dan
17:20 Rêxistina HDP'ê ya Osmaniyê kongreya xwe pêk anî
17:10 ‘Heta edalet neyê Roboskî edalet nayê Tirkiyeyê'
17:09 Buldan: Çûyîna AKP’ê di destê me de ye, em bi leztir bikin
16:50 Şêwekar Zehra Dogan komkujiya Roboskê bi wêneyan xêz kir
16:37 Şenoglû: Rêya derketinê meclîs in
16:09 'Kuştina bi maşîneyên zirxî bi zanebûn e'
16:00 Kilamên xwe diyarî Roboskî kirin
15:44 Xizmên windayan: Bila dewlet ji Roboskiyan lêborîn bixwaze
15:43 Albûma nû ya Sîmir Rûdan a bi navê ‘Kevî’ derket
15:24 Meclîsa Jinan a HDP'ê Konferansa xwe yên Herêma Çukurova û Anatoliya Navîn pêk anin
15:12 Xwestin girtiyê di mejiyê wî de perçeyê şarapnelê heye bê berdan
15:05 Roboskî nehat jibîrkirin: Teqez em ê ji berpirsan hesab bipirsin
14:46 ‘Kujerê birayê min Mehmet Agar e ’
14:37 34 qurbaniyên Roboskî hatin bibîranîn: Heta em cilên spî û rengîn li xwe bikin dê têkoşîna me dewam bike
13:26 Li Somalî êrîşa bombeyî: 61 kes mirin