Roboskî nehat jibîrkirin: Teqez em ê ji berpirsan hesab bipirsin 2019-12-28 15:05:54 NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajaran qûrbaniyên Komkujiya Roboskî hatin bibîranîn. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku ji bo kujer û berpirsên Roboskî bên darizandin dê lêgerîna xwe ya edaletê dewam bikin û wiha hat gotin: “Me ji bîr nekir û em ê nedin jibîrkirin.” Li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilebana Şirnexê di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bombebaran kir û di encama bombebaranê de 19 jê zarok 34 welatiyên Roboskî hatin qetilkirin. Bi wesîleya salvegera 8’emîn a Komkujiya Roboskî li gelek bajaran daxuyanî hatin lidarxistin û qûrbanî hatin bibîranîn.    Di daxuyaniyan de hat destnîşan kirin ku tevî 8 sal di ser komkujiyê de derbas bûye hêj edalet pêk nehatiye û malbatên Roboskî di bin zextan de ne û heta kujer û berpirs werin darizandin dê têkoşîna ji bo lêgerîna edaletê dewam bike.    TANRIKULU: AKP KOMKUJIYÊ GIRTIYE SER XWE    Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu têkildarî Komkujiya Roboskî daxuyaniyek nivîskî weşand û got tevî 8 sal derbas bûne jî hêj kujer û berpirsiyar nehatine dîtin û dadgehê hemû rastiyê red kiriye. Tanrikulu got Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî ji ber sedemên siyasî dozê red kiriye û ew jî bûye şirîkê sûc. Tanrikulu da zanîn ku şîn û êşa malbatên Roboskî didome û sedemê vê jî îqtîdara siyasî ye ku kujeran nabîne û komkujiyê diparêz e. Tanrikulu anî ziman ku AKP bi hemû kirin û daxuyaniyê xwe Komkujiya Roboskî girtiye ser xwe. Tanrikulu got helbet wê rojek hesabê komkujiyê were pirsîn û berpirs werin mehkûmkirin.    WAN    Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê jî bi wesîleya Komkujiya Roboskî daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Berdevkê Demê yê KESK’ê Nacî Kaçmaz daxuyanî da û got helwesta AKP’ê ya li hember Komkujiya Roboskî di serî de pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên gelan çareser nake û pirsgirêka kurttir dike.    AMED    DİYARBAKIR – Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê jî bi weslîleya 8emîn salvegera komkujiyê li avahiya Baroya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê saziyan Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin daxuyanî da û bang li îqtîdarê kir û xwest bila kujer û berpirs werin tespîtkirin û derxin pêşberî darazê.      ÊLIH    Rêxistina HDP’ê ya Êlihê jî xwest ji bo bîranîna Roboskî li ber avahiya xwe daxuyanî bide çapemeniyê. Polîsan ku derdora HDP’ê dorpêç kiribûn bi şertê ku tenê wekîl biaxivin destûr dan daxuyaniyê. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Tiryakî û Necdet Îpekyuz, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz û rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Hevserokê HDP’a Êlihê Îkram Îrgî xwest daxuyanî bide lê polîsan destûr neda. Parlamenteran bertek nîşanî helwesta polîsan dan. Parlamenter Ayşe Acar Başaran daxuyanî da û diyar kir ku destûr nedayîna daxuyaniyê jî nêrîna dewletê ya ji bo komkujiyê radixîne holê û ew ê hesabê komkujiyê bipirsin.    DERSIM    Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Dersimê jî li Kuçeya Hunerê bi minasebeta Komkujiya Roboskî daxuyanî da çapemeniyê. Platformê pankarta "Ji bo Roboskiyên din pêk neyên, ji bîr neke û nede jibîrkirin" vekir û li ser navê saziyan Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Dersimê Nûrşat Yeşîl daxuyanî da û qûrbaniyan bibîr anî. Yeşîl got ew komkujiyê carek din şermezar dikin û dê komkujiyê ji bîr nekin. Yeşîl got heta ji ji berpirs û kujeran hesab were pirsîn dê têkoşîna xwe dewam bikin.    Piştî daxuyaniyê navê her qûrbanî hat bibîranîn û li ser navê wan 34 nepox firandin hewayê.    EDENE    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê ji bo Komkujiya Roboskî li Parka Heykellî bernameya bîranînê li dar xist. Rêveber û parlamenterên HDP’ê, nûnerên rêxistinên civakî û gelek beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Îlhan Ongor daxuyanî da û got hemû dinya ji bo komkujiya Roboskî bêdeng maye û hiqûqa bêcezakirinê 8 sal in didome. Ongur xwest ji ji kujer û berpirsiyaran hesab were pirsîn.    MÊRSÎN    Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî li avahiya xwe 34 qûrbaniyên Roboskî bibîr anî. Gelek kes û nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî beşdarî bîranînê bûn. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê Mehmet Aliş axivî û da zanîn ku kujerên komkujiyê nehatine darizandin û heta kujer werin darizandin dê hesab bipirsin.    HATAY   Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îskenderûna Hatayê jî li avahiya xwe bernameya bîranînê li dar xist. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Nevzat Guzel di bîranînê de axivî û xwest ku bepirsên komkujiyê werin darizandin.