‘Kujerê birayê min Mehmet Agar e ’

  • rojane
  • 14:46 28 Kanûn 2019
  • |
img

STENBOL – Dayikên Şemiyê di hefteya dawî de li hev kom bûn û vê hefteyê aqûbeta Serokê Federasyona Xebatên Xwendekaran Îsmaîl Bahçecî pirsîn. Birayê Bahçecî Umut Bahçecî, diyar kir ku serî li hemû deriyan dan, lê hemû derî li ruyê wan hat girtin û wiha got: "Kujerê birayê min Mehmet Agar e. Hûn çima wî nadin axaftin?" 

Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û hesab ji kujeran bê pirsîn, di hefteya 770’an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin. Lê dîsa polîsan Dayikên Şemiyê û xizmên windayan asteng kirin û destûr nedan ku li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Dayikên Şemiyê piştî astengiya polisan hatin li kolana pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan. Dayikan dîsa berdilka ku wêneyên windayan li ser heye li xwe kir û qurnefil xistin destê xwe. 
 
Piştre aqûbeta Serokê Federasyona Tevgera Xwendekaran Îsmaîl Bahçecî yê di 24'ê Kanûna 1994'an de li Stenbolê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn.  Li ser navê Komîsyona Li Dijî Windakirina Bin Çavan a Dayikê Şemiyê ya Şaxa ÎHD'ê Besna Tosun daxuyanî da. Tosun, anî ziman ku binpêkirinên mafan ên di sala 2019'an de ji aliyê rayedarên cemaweriyê ve pêk hatin, kirine tiştekî asayî û berpirsiyar bê ceza tên hiştin. Tosun, da zanîn ku berpirsiyarên binpêkirina mafan bên dîtin, darizandin û cezakirin erk û peywira dewletê ye û wiha got: "770 hefte ye, ji bo her tişt li gorî qûralê hiqûqê pêk bê, her hefte li qadan daxuyaniyê didin didin çapemeniyê. Ji bo bersûc bên dîtin û edalet cihê xwe bibîne, em bang li rayedarên îdarî dikin. "
 
Tosun, anî ziman ku 25 salin aqûbeta Îsmail Bahçecî dipirsin û wiha axivî: “Îsmaîl Bahçecî li Zanîngeha Marmarayê xwendekarê çapemeniye bû. Serokê Federasyona Komeleya Xwendekarên Tirkiyeyê bû. Ji ber nasnameya xwe ya polîtîk gelek caran hat binçavkirin. Di sala 1993'an de polîs ketin şopa wî. Gelek caran polîsan bi ser malbata Bahçecî de girtin. Bahçecî herî dawî di 24'ê Kanuna 1994'an de ji aliyê polîsê şaxa siyasî ve hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin. Bav Şehmus Bahçecî piştî binçavkirinê çû serî li Şaxa Midûriyeta Polîsan a Gayrettepe da. Serî li Serdozgeriya Komarê ya DGM'ê ya Stenbolê da. Lê înkar kirin ku Bahçecî binçav kirine. Lê piştî 24'ê kanûnê û şûnde carek din polîsan bi ser malbata Bahçecî de negirtin. Dema M.Y. jî piştî Îsmaîl hat binçavkirin, rayedarên polîsan got "Em ê te ji wekî  Îsmail Bahçecî winda bikin." 
 
 
Tosun, destnîşan kir ku malbatan wê demê xwest bi Serokwezîra wê demê Tansu Çîller û Serokomar Suleyman Demirel re hevdîtin bikin, lê randevûyên wan qebûl nekirine û wiha axivî: "Malbatan piştî têkoşînek dirêj bi Wezîrê Dewletê yê berpirsiyarê Mafên Mirovan Azimet Koyluoglu re hevdîtin kirin û diyar kirin ku dibe Îsmail Bahçecî bi îşkenceyê hatibe kuştin û avêtibin çalekê. Wezirê Karên Hundir Nahit Menteşe jî got 'Duba bikin ku kurê we di destê polîsan de be. Em ê lêkolîn bikin û agahî bidin we' Lê piştî wê qet li malbatê negeriyan." 
 
 
Tosun, herî dawî anî ziman ku hevalên Îsmail Bahçecî, Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê bi kampanyayan mijar xistin rojeva Tirkiye û cemaweriya cîhanê û wiha got: "Lê binçavkirina Îsmail Bahçecî nexistin qeydan. Heta niha bi tu awayî der barê aqûbeta wî de agahî tune. Di 13'ê kanûnê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê doza JÎTEM'ê ya Enqereyê hat dîtin. Malbata Bahçecî jî mudahîlê dozê bûn. Di 25’emîn salvegerê de dixwazin rayedarên darazê erka xwe pêk bînin Em ji bo Îsmail Bahçecî û hemû windayan edaletê dixwazin. Heta aqûbeta wan ronî bibe emê dest ji Qada Galatasarayê bernedin. 
 
EM Ê ŞOPDARÊ WÎ BIN
 
Birayê Îsmaîl Bahçecî Umut Bahçecî jî anî ziman ku birayê wî li Leventa Stenbolê hat revandin û wiha got: "Piştî birayê min hat revandin û şûnde em lê geriyan, lê heta niha me tu encam bi dest nexist. Polîsan ji sala 1993’an heta 24'ê Kanûna 1994'an her roj pirsa Îsmaîl kirin. Lê piştî 24'ê Kanûnê û şûnde carek din polîs negeriyan. Carek din nehatin malbatê pirsa wî nekir. Wê demê xuya ye ku birayê min birin û kuştin. Qatilê birayê min Mehmet Agar e. Em ê heta dawî şopdarê wî bin." 
 
Dayika Murat Yildiz Hanîfe Yildiz jî 34 kesên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û wiha got: "Ez kî me, dayika kê me? Dayika baş û xerab tune ye. Hûn xerab in. 24 salin em li zarokên xwe yên ku we winda kirine digerin." 
 
Dayikên şemiyê piştî axaftinan ji bo hefteyek din carek din kom bibin belav bûn.b 
 

Sernavên din

01/01/2020
09:05 Ji hevşaredara qeyûm tayînî şûna wê hat kirin re dawetname şandin
09:04 Ji ber 'Parvekirina twitterê' doz li Rojnameger Erol vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2020'AN
31/12/2019
17:01 Di sala 2019'an de 474 jin hatin qetilkirin
16:25 Mamosteya bi KHK’ê hat deqkirin pereyê xwe stend
16:08 TJA’yê bertek nîşanî çapemeniya ku aktîvîstên wan hedef nîşan de, da
15:12 Belavokên kongreya HDP'ê qedexe kir
14:43 Zilamê ku êrîşa zayendî kir nehat girtin
14:10 MEBYA-DER: 463 cenaze li gorên bêkesan hatine definkirine
14:09 Balyozxaneya DYA’yê ya Iraqê dorpêç kirin
14:05 Parêzerên karsaz Kavala îtîrazî biryara dadgehê kirin
13:08 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em ê di 2020'an de bi rêngê jinê têkoşîna xwe bidomînin
13:06 11 roj cezayê hucreyê li girtiyê nexweş ê li dijî derpkirinê li ber xwe da birîn
12:42 Fezlekeyên dawî yên 2019’an li Meclîsê ne
12:15 Berî serdana Emîne Erdogan, ewlekariyek zêde hat girtin
11:35 Hêviyên Waniyan ji sala nû
11:30 Hevserokên HDP'ê: Sala 2020'an dê bibe sala mezinkirina hêviyê
11:21 Bejahiya Şirnexê ji têketinan re hat qedexekirin
11:03 Yekitiya Ereban bi rojeva Lîbyayê dicive
10:52 Serokê Şaredariya AKP’î dest bi çêkirina înşaeta qaçax kir
10:46 Şenoglu: Têkoşîna Ocalan a aştiyê çareseriya hemû qrîzan e
10:45 Wê SMO li Îdlibê li dijî arteşa Sûriyeyê şer bike!
10:40 KCD'ê sala 2020'an pîroz kir
10:30 Polîsê endezyar Cîhan Can pelçiqang hat berdan: Qey min got êzing e
10:13 Di sala 2019’an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
09:29 Cîhangîr Îslam: Wê hejmara kesên ji AKP'ê vediqetin zêde bibe
09:26 Kal Gaxan ji nû ve tê pîrozkirin
09:21 Muzîkên ku guhdar kirine jî sûc hatine hesibandin!
09:20 Şaredarê ji ber tirsa qeyûm îstifa kir tabelaya kurdî daxist
09:19 Parlementer Ocalan: Polîtîkaya tecrîda li Îmraliyê tenê ne polîtîkaya Tirkiyeyê ye
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2019'AN
30/12/2019
19:22 Li Dîlokê 48 dever hatin qedexekirin
17:25 Soylu got 'Carek din dê navê PKK'ê neyê gotin' lê herî zêde Solyu navê PKK'ê bilav kir
16:27 Ji bo Dengbêjê Şirnexî dîwan danîn
15:41 Tosûn têkildarî qetilkirina Can pêşnûmepirs da Meclisê
15:37 Elok îsal nayên firotin
15:15 Girtiyê bi destûr derket mirovek birîndar kir
14:56 Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîr û Elkê hatin bibîranîn
14:03 Malbatên Roboskî tên dadgehkirin: Ji miriyan jî tolê hildidin
13:10 Cezayê pere li bav û kurê ku pezkoviyan qetil kiribûn hat birîn
13:10 Jina ku hat angaştkirin întîxar kiriye jiyana xwe ji dest da
12:54 Li Rihayê kesek hat girtin
12:45 Zilamê ku keça wê tacîz kir girt
12:45 Mamosteya jin li mala xwe mirî hat dîtin
12:34 Li Dersimê rêya 139 gundan hat girtin
11:30 Selefiyên li Idlibê dişînin Libyayê
10:33 Hevşaredarên Sûrê sewqî Erziromê kirin
10:17 Li Çewlikê jineke ku hat angatşkirin întîxar kiriye rakirin nexweşxaneyê
10:06 Rojên Wêjeya Kurdî bi dawî bû
09:58 Li Amedê wesayîteke sergo qelibî: Kesek mir û kesk jî birîndar bû
09:54 Ozçelîk: Hişmendiya ziman tune be dê hişmendiya neteweyî jî lawaz be’
09:00 Malbat ji ‘tîmê îknayê' bêzar in
09:00 ‘Li ser girtiyên nexweş hiqûqa dijminantiyê pêş dixin'
09:00 Karabat: AKP dema diçe talan dike û diçe
09:00 Temellî: Tecrîd li ser aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk e
09:00 Lîbya ji bo kê û çiqas girîng e?
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2019'AN
29/12/2019
22:52 Kampanya "Ji Ocalan re azadî" hat destpêkirin
22:23 AYM’ê biryar da ku mafê Dîlan Kortak hatiye îhlalkirin
21:54 Eskeran karker bi zorê ji çadiran derxistin çadirê wan hilşandin
19:39 Jinan li Antalya qedexeya walî nas nekirin û dansa ‘Las Tesis’ pêşkêş kirin
18:30 Îtalya Tirkiye hişyar kir: Şandina eskeran a Lîbyayê ne çareserî ye
17:29 Fîlîz Kerestecîoglu: Bi mîlîtarîzmê tundiya li ser jinê zêde dibe
17:23 'Mirina Cihan Can ne qeza ye, cînayet e
16:13 Temelli: Çi karê we li Lîbyayê heye?
15:43 SOHR: 300 çekdarên girêdayî Tirkiye gihîştin Lîbyayê
14:06 YDG’ê konferansa 'afirandina nûbûniyê' li dar xist
13:43 Rêxistina HDP'ê konferansa Anatoliya Navîn pêk anî: Dem dema hêviyê ye
13:10 Li Bûrsayê 34 kesên li Roboskî hatin kuştin bi bîr anîn
13:04 Hevşaredarê Kopê yê girtî sewqî Mereşê kirin
12:46 Foza: Destkeftiya heri mezin a îsal avakirina Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
12:33 Rojnameya heftane ya Kurdî Xwebûn bi hêjmara nû derket
11:15 Hevşaredara Gimgimê ya girtî sewqî Osmaniyeyê kirin
10:45 Gundiyên ji ber ocaxa qûmê li ber xwe didin: Bi droneyan me dişopînin
10:31 Li Wanê destê 3 esnafan li piştn wan kelepçe kirin û binçav kirin
10:30 Ekolojîs: An Qanal an jî Stenbol
09:51 ‘Hestiyariya ji bo Kanal Îstanbul ji bo Heskifê nehat nîşandan
09:50 Ozkan: Şaşî û çewtiya li Sûriyeyê li Lîbyayê jî tê kirin
09:13 ÎHD: Ên îşkenceyê dikin tên parastin
09:13 ‘Butçeya aqilê mêr e, ji sedî 1 jî para jinê di vê butçeyê de tune ye'
09:12 Nameya wî piştî 9 mehan şandin
09:08 Piştî dinya sar bû eleqeya ji bo etaran jî zêde bû
09:04 Eleqeya ji bo sabûna zeytê ya Nîzîbê zêde dibe!
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2019'AN
28/12/2019
19:58 Di hefteyekê de 3 jin li Amedê hatin kuştin: Saziyên jinan bertek nîşan dan
17:20 Rêxistina HDP'ê ya Osmaniyê kongreya xwe pêk anî
17:10 ‘Heta edalet neyê Roboskî edalet nayê Tirkiyeyê'
17:09 Buldan: Çûyîna AKP’ê di destê me de ye, em bi leztir bikin
16:50 Şêwekar Zehra Dogan komkujiya Roboskê bi wêneyan xêz kir
16:37 Şenoglû: Rêya derketinê meclîs in
16:09 'Kuştina bi maşîneyên zirxî bi zanebûn e'
16:00 Kilamên xwe diyarî Roboskî kirin
15:44 Xizmên windayan: Bila dewlet ji Roboskiyan lêborîn bixwaze
15:43 Albûma nû ya Sîmir Rûdan a bi navê ‘Kevî’ derket
15:24 Meclîsa Jinan a HDP'ê Konferansa xwe yên Herêma Çukurova û Anatoliya Navîn pêk anin
15:12 Xwestin girtiyê di mejiyê wî de perçeyê şarapnelê heye bê berdan
15:05 Roboskî nehat jibîrkirin: Teqez em ê ji berpirsan hesab bipirsin
14:46 ‘Kujerê birayê min Mehmet Agar e ’
14:37 34 qurbaniyên Roboskî hatin bibîranîn: Heta em cilên spî û rengîn li xwe bikin dê têkoşîna me dewam bike
13:26 Li Somalî êrîşa bombeyî: 61 kes mirin