‘Kujerê birayê min Mehmet Agar e ’ 2019-12-28 14:46:50 STENBOL – Dayikên Şemiyê di hefteya dawî de li hev kom bûn û vê hefteyê aqûbeta Serokê Federasyona Xebatên Xwendekaran Îsmaîl Bahçecî pirsîn. Birayê Bahçecî Umut Bahçecî, diyar kir ku serî li hemû deriyan dan, lê hemû derî li ruyê wan hat girtin û wiha got: "Kujerê birayê min Mehmet Agar e. Hûn çima wî nadin axaftin?"  Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û hesab ji kujeran bê pirsîn, di hefteya 770’an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin. Lê dîsa polîsan Dayikên Şemiyê û xizmên windayan asteng kirin û destûr nedan ku li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Dayikên Şemiyê piştî astengiya polisan hatin li kolana pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan. Dayikan dîsa berdilka ku wêneyên windayan li ser heye li xwe kir û qurnefil xistin destê xwe.    Piştre aqûbeta Serokê Federasyona Tevgera Xwendekaran Îsmaîl Bahçecî yê di 24'ê Kanûna 1994'an de li Stenbolê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn.  Li ser navê Komîsyona Li Dijî Windakirina Bin Çavan a Dayikê Şemiyê ya Şaxa ÎHD'ê Besna Tosun daxuyanî da. Tosun, anî ziman ku binpêkirinên mafan ên di sala 2019'an de ji aliyê rayedarên cemaweriyê ve pêk hatin, kirine tiştekî asayî û berpirsiyar bê ceza tên hiştin. Tosun, da zanîn ku berpirsiyarên binpêkirina mafan bên dîtin, darizandin û cezakirin erk û peywira dewletê ye û wiha got: "770 hefte ye, ji bo her tişt li gorî qûralê hiqûqê pêk bê, her hefte li qadan daxuyaniyê didin didin çapemeniyê. Ji bo bersûc bên dîtin û edalet cihê xwe bibîne, em bang li rayedarên îdarî dikin. "   Tosun, anî ziman ku 25 salin aqûbeta Îsmail Bahçecî dipirsin û wiha axivî: “Îsmaîl Bahçecî li Zanîngeha Marmarayê xwendekarê çapemeniye bû. Serokê Federasyona Komeleya Xwendekarên Tirkiyeyê bû. Ji ber nasnameya xwe ya polîtîk gelek caran hat binçavkirin. Di sala 1993'an de polîs ketin şopa wî. Gelek caran polîsan bi ser malbata Bahçecî de girtin. Bahçecî herî dawî di 24'ê Kanuna 1994'an de ji aliyê polîsê şaxa siyasî ve hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin. Bav Şehmus Bahçecî piştî binçavkirinê çû serî li Şaxa Midûriyeta Polîsan a Gayrettepe da. Serî li Serdozgeriya Komarê ya DGM'ê ya Stenbolê da. Lê înkar kirin ku Bahçecî binçav kirine. Lê piştî 24'ê kanûnê û şûnde carek din polîsan bi ser malbata Bahçecî de negirtin. Dema M.Y. jî piştî Îsmaîl hat binçavkirin, rayedarên polîsan got "Em ê te ji wekî  Îsmail Bahçecî winda bikin."      Tosun, destnîşan kir ku malbatan wê demê xwest bi Serokwezîra wê demê Tansu Çîller û Serokomar Suleyman Demirel re hevdîtin bikin, lê randevûyên wan qebûl nekirine û wiha axivî: "Malbatan piştî têkoşînek dirêj bi Wezîrê Dewletê yê berpirsiyarê Mafên Mirovan Azimet Koyluoglu re hevdîtin kirin û diyar kirin ku dibe Îsmail Bahçecî bi îşkenceyê hatibe kuştin û avêtibin çalekê. Wezirê Karên Hundir Nahit Menteşe jî got 'Duba bikin ku kurê we di destê polîsan de be. Em ê lêkolîn bikin û agahî bidin we' Lê piştî wê qet li malbatê negeriyan."      Tosun, herî dawî anî ziman ku hevalên Îsmail Bahçecî, Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê bi kampanyayan mijar xistin rojeva Tirkiye û cemaweriya cîhanê û wiha got: "Lê binçavkirina Îsmail Bahçecî nexistin qeydan. Heta niha bi tu awayî der barê aqûbeta wî de agahî tune. Di 13'ê kanûnê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê doza JÎTEM'ê ya Enqereyê hat dîtin. Malbata Bahçecî jî mudahîlê dozê bûn. Di 25’emîn salvegerê de dixwazin rayedarên darazê erka xwe pêk bînin Em ji bo Îsmail Bahçecî û hemû windayan edaletê dixwazin. Heta aqûbeta wan ronî bibe emê dest ji Qada Galatasarayê bernedin.    EM Ê ŞOPDARÊ WÎ BIN   Birayê Îsmaîl Bahçecî Umut Bahçecî jî anî ziman ku birayê wî li Leventa Stenbolê hat revandin û wiha got: "Piştî birayê min hat revandin û şûnde em lê geriyan, lê heta niha me tu encam bi dest nexist. Polîsan ji sala 1993’an heta 24'ê Kanûna 1994'an her roj pirsa Îsmaîl kirin. Lê piştî 24'ê Kanûnê û şûnde carek din polîs negeriyan. Carek din nehatin malbatê pirsa wî nekir. Wê demê xuya ye ku birayê min birin û kuştin. Qatilê birayê min Mehmet Agar e. Em ê heta dawî şopdarê wî bin."    Dayika Murat Yildiz Hanîfe Yildiz jî 34 kesên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û wiha got: "Ez kî me, dayika kê me? Dayika baş û xerab tune ye. Hûn xerab in. 24 salin em li zarokên xwe yên ku we winda kirine digerin."    Dayikên şemiyê piştî axaftinan ji bo hefteyek din carek din kom bibin belav bûn.b