Hêviya mirovahiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aj dide

  • rojane
  • 10:34 28 Kanûn 2019
  • |
img
QAMIŞLO – Li ser axa Sûriyê bi sed hezaran însan jiyana xwe ji dest da û bi milyonan koçber bûn. Di vî şerê hêzên hegomonîk ê li ser axa Sûriyê di 2019’an de jî dewam kir. Pergala li ser bingeha jiyana wekhev, azad û bi hev re ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşerojê hêviyê mezin kir. 
 
Li Tûnûsê di 17’ê kanûna 2010’an de Muhammed Buazîzî ê 26 salî xwe şewitand û bi vê yekê re li wî welatî xwepêşandanan dest pê kir û li erdnîgariya Rojhilata Navîn belav bû. Navê “Bihara Ereban” li wan xwepêşandan û pêvajoyê hat kirin. Berxwedana dînamîkên civakê ya li dijî îqtîdarên heyî ku wê demê dest pê kir di sala 2019’an de jî dewam kir. Hêzên hegomonîk berê berxwedana gelan li gorî xwe araste kirin û van hêzên hegomonîk erdnîgariya Rojhilata Navîn veguherandin gola xwînê. 
 
Tevgera gel di adara 2011’an de belavî ser erdnîgariya Sûriyê ya di bin rêveberiya Beşar Esad de bû û bi destê dewletên wek Amîrka, Rûsya, dewletên Ewropayê, Erebîstana Siûdî, Tirkiye, Misir, Îran û hêzên kûrewî û herêmî şer li Sûriyê kûr bû û vî şerî 9 sal li pey xwe hişt. 
 
Gelên Sûriyê ji daxwaza xwe ya azadiyê li ber xwe dan. Bi mudaxeleya hêzên derve û bi desteka van welatan Artêşa Azad a Sûriyê (OSO) û hêzên wek wan paramîlîter derketni holê û ev ax adeta veguherî gola xwînê. Şerê navxweyî yê li Sûriyê 9 sal in didome. 
 
Di şerê li Sûriyê de bi sed hezaran însan hatin kuştin, bi milyonan însan bûn penaber û koç kirin. Di dema şer gûr dibû rêxistinek wek DAIŞ’ê ku gef li hemû dinyayê xwar derket holê û gelek bajarên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê serûbin kir. Lê bi berxwedana kurdan û dostên wan pişta DAIŞ’ê hat şikandin. Tevî hemû israra çareseriyê ya kurdan jî Sûriye bi polîtîkaya neçareserkirinê dikeve sala nû. 
 
QSD JI BO KUŞTINA BAGDADÎ ROLEK MEZIN LEYÎST 
 
Hêzên kurewî bi rêya hin rêxistinan xwest kevirên xwe li Sûriyê deyne. Lê li dijî vê yekê li Bakurê Sûriyê çirûskek pêket û rêxistinbûnek ango pergalek xweser derket holê û ji bo hemû însaniyetê bû hêvî. Vê rêveberiya xweser ku piraniya wê ji kurdan pêk tê gelên wek ereb, tirkmen, ermen, asûrî û netewên din jî xist bin sîwana xwe û jiyanek azad û wekhev birêxistin kir. Hêza xwe ya eskerî bi YPJ û YPG’ê dest pê kir û di nava demê de di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) xwe birêve bir. QSD’ê bi berxwedana xwe ya bêhempa DAIŞ’ê ji holê rakir û di 27’ê cotmeha 2019’an de jî lîderê DAIŞ’ê Ebûbekîr el Bagdadî bi operasyonek jê re bû pêşeng ji holê rakirin û ew kuştin. 
 
TIRKIYE DIXWAZE PERGALÊ TÊK BIBE 
 
Ji roja ewil a avakirina pergala xweser Tirkiye gefa lê dixwar û li dijî pergala ku kurd pêşeng bûn derket. Tevî hemû polîtîka û hêzên koalîsyona navdewletî ku li Rojava hebûn jî Tirkiye di 9’ê cotmeha 2019’an de êriş bir ser bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li gel ku hebûna Rûsya û Amerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye jî Tirkiye dixwaze kurd û pêkhateyên rêveberiya xweser têk bibe û serweriya xwe li ser hemû Rojava çêbike. 
 
Tirkiye ji bo vî hesabê xwe ewilî di 20’ê Çileya 2018’an de bi hêzên xwe yên paramîlîte re êrişî Efrînê û navçeyên wê kir û bi sedhezaran însan koçber kir. Heman Tirkiye di 2019’an de jî êrişên giran bir ser bajarên Girê Spî û Serêkaniyê û van her du bajaran jî vala kir. 
 
Tirkiye dixweze statûya kurdan a li Rojava têk bibe û di şûna kurdan de hêzên paramîlîter ango grûpên selafî li wir cih bike. Amerîka û Rûsya ji bo hin bêtir Tirkiyê nêzî xwe bike rê li ber van êrîşên ser Rojava vekir. 
 
RÊVEBERIYA XWESER LI DINYAYÊ GERIYA 
 
Êrişên Tirkiyê yên li dijî Girê Spî û Serêkaniyê kir ku Rêveberiya Xweser û QSD û kurd di rojeva cîhanê de cih bigirin. Dema êrişên Tirkiyê dest pê kirin li çar aliyên dinyayê bi milyonan kurd û dostên wan rabûn ser pêya û li dijî êrişan hêrsa xwe nîşan dan. Rêveberiya Xweser jî li gel rêveberiya Şamê bi Amerîka, Rûsya, welatên Ewropa û Ereb re dest bi trafîka dîplomasiyê kir. Her çiqas rêveberiya xweser bi qasî statûya fermî neyê nasîn jî lê rayedarên Rêveberiya Xweser li Desteya Giştî ya NY, li Parlamentoya YE, li parlamentoyên welatên cuda û li Senatoya Amerîka derfetê ku biaxivin afirandin û hevdîtinên wan ên dîplomatîk serkeftinê pêk anî. 
 
ÊRIŞAN KIR KU LÊGERÎNA YEKÎTIYA NETEWEYÎ DEST PÊ BIKE
 
Êrişên Tirkiyê ji Efrînê bigire heta Serêkaniyê û Girê Spî û heta Başurê Kurdistanê kir ku rêxistin û saziyên kurdan bên gel hev û dest bi hevdîtinên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd bikin. Li gel rêxistin û saziyên li Rojavayê Kurdistanê parçeyên din jî li hev kom bûn. Her çiqas heta niha yekîtî bi awayek fermî nehatibe avakirin jî lê ji bo avakirina yekîtiya neteweyî fikir û aqilê hevpar derketiye holê. Xebatên avakirina yekîtiya neteweyî didomin. 
 
NETEW GOTINA XWE DIBÊJIN 
 
Têkoşîn û berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yanî Rojava ji aliyê gelên dinyayê ve tê hembêzkirin û pergala jiyanek wekhev, azad û bi hev jiyankirin tê pejirandin. Ev pergal ji bo siberojê bûye ajdana hêviyê. 
 
GEŞEDANÊN ERÊNÎ Û NEYÎNÎ MOHRA XWE LI SALÊ DAN 
 
Di sala 2019’an de li Rojava gelek geşddanên ku di raya giştî de tên zanîn yanî ji hevdîtin û serdanên rayedarên welatên cuda bigire heta hevdîtinên yekîtiya kurdan û êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojava û gelek pêşketinên erênî û neyînî qewimin. 
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

28/12/2019
13:13 Ji bo Keleha Wanê bila nifirê Menua qebûl bibin
13:05 Roboskî di salvegera 8’emîn de jî reş girêda
12:43 Polîsên trafîkê xwest belgeya qusûrê bi malbata Can bidin îmzekirin
12:26 Maşîneyên zirxî di 10 salên dawî de bûn sedemê mirina 37 kesan
12:14 Dozger serlêdana malbatan a Îmraliyê red kir
11:48 Aborînas Karatepe: Aboriya Tirkiye di sala 2019'an de têk çû
11:43 Bi xêzkirina wêne bêrîkirina dayika xwe dide nîşandan
10:55 Cenazeyê Cîhan Can ê otobusa polîsan ew kuşt hat veşartin
10:34 Hêviya mirovahiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aj dide
10:20 ‘Wisa bidome dê 20 sal şûnde zimanê Gurcuyan tune bibe'
09:30 Stenbolî: Pêdiviya me ne bi qenalê, bi kar û bar heye
09:29 Ne xwendekar ne jî beş hene, lê meaşê xwe digirin!
09:14 AYM'ê ji bo nelêkolînkirina şideta polîsan got, 'binpêkirina mafa' ne
09:12 'Mesele ne lehî ye, armanca wan me ji vira derxînin'
09:10 Nerazîbûnên ji bo meaşê kêm: Têkoşîn niha dest pê dike
09:08 'Lêçûn û fatûreyên DEDAŞ'ê pişta me şikand'
09:06 Reqor di dest turîzmê de ye, lê deramet tuneye: 6 meh in karker betal in
09:05 Çîroka kilama Momê
09:04 HDP'î tên şopandin
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2019'AN
08:21 Li Osmaniyê jinek kuştin
08:06 Polîsên Çevîk li Amedê ciwanek kuşt
27/12/2019
21:04 Eskeran di salvegera komkujiyê de Roboskî dorpêç kirin
19:13 Colemêrg bi qedexeya walîtiyê dikeve sala 2020'an
19:05 15 girtî sewq kirin
16:04 Dadgehê serlêdana daxwaza ceyrane ya Mala Cemê red kir
16:01 Aydin: Dixwazin aqûbeta dosyeya Elçî bikin wek a Roboskî
15:53 Çerkezoglu: Qanal Îstanbul nikare ser pirsgirêka veşêre
15:42 Li Erziromê 15 endamên meclisên şaredariyan ji peywirê hatin dûrxistin
15:36 Abdî: Deriyê me ji gelê Idlibê re vekirî ye
15:15 Kanî Beko: Qesr di saetekî de heqê asgarî xerc dike
15:13 Odeya Tabîban a Stenbolê: 5 milyon kes ê nikaribin ji tenduristiyê sûdê bigirin
13:49 ‘Her roj Roboskiyên nû diqewimin’
13:47 'Di xwarina girtiyan de kêzik û bocikên çixarê derdikevin'
13:00 Kubîlay: Divê her kes li dijî polîtîkayên mîlîtarîst û êrişkar ên îqtîdarê derkeve
12:58 KCD: Divê her kes bi hêzek xurt beşdarî çalakiya bîranîna Roboskî bibin
12:13 Li Dersim, Şirnex û Colemêrgê ji ber berfê rêya gundan hat girtin
12:09 Rêxistinên tenduristiyê hişyariya gurîbûnê kirin
11:55 Angaştnameya êrîşa li dijî malbata Şenyaşar hat qebûlkirin
11:55 Neçîrvan derketin seyda Pezkoviyên Dersimê: Pezkoviyek kuştin
11:30 'Roboskî dibe ku destpêk be'
11:11 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:58 Serokê Odeya Avahîsazan Aydin: Dadgeh dê ji rûxandina Sûrê berpirs were girtin
10:23 Li Xarpêt û gelek bajarên din erdhej pêk hat
10:02 'Armanc hatina cem hev û ji qirkirina çandan re na’
09:34 Li Amedê jinek hat kuştin
09:26 ‘Cihê yekîtî lê tunebe serketin jî tuneye'
09:25 Her kincek xwedî dîrokek
09:24 Derbarê ecibandina parvekirinên medyaya civakiyî de biryareke emsal
09:24 ‘Di 112'an de nebûna kurdî cihêkarî û binpêkirineke mezin e'
09:23 Gef li kesên şahidiya kuştina Mûrat Kaya dikin tên xwarin
09:22 Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê
09:22 Di mulakatê de pirseke sosret hat pirsîn!
09:21 ‘Ji bo testa DNA’yê 9 mehe di navbera Wan û Amedê de tê û diçe
09:20 Li Kazakistanê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 14 kes mirin
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2019'AN
26/12/2019
17:10 Şair Teyîp: Helbesta kurdî di bin zextan de ye
16:34 Helbestvan Rewşen Esmer pirtûka xwe îmze kir
16:00 Berhem Salih nameya îstifaya xwe pêşkêşî parlamentoyê kir
15:25 AYM’ê xwest astengkirina malpera Wîkîpedîa were rakirin
15:24 Wêneyên îşkenceya di bin çavan de derketin holê
15:14 Taşdemîr: Tundiya li dijî jinan zêde dibe û îqtîdarê hişê xwe xwariye
14:44 Di doza kovar û rojnameya kurdî de biryara beraetê derket
14:33 Zilamê zaroka 9 salî îstîsmar kir hat girtin
13:54 Başak û Selahattîn Demîrtaş bûn aboneyên xwebûnê
13:07 Dê goristan di bin Bendava Ilisûyê de bimînin
12:21 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Em nebin yek wê qirkirin dewam bike
12:12 Li Kobanê 5'emîn dewriyeya rûs û tirkan dest pê kir
11:19 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
11:08 KCD'ê Cejna Noelê pîroz kir
11:05 Li Êlihê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî dest pê kir
10:59 Peywira Komîsyona Rewşa Awarte hat dirêjkirin
10:09 Li kanên komirê yên Şirnexê di 2 salan de 14 karker mirin
10:07 Angaşta bi darê beyzbolê gundiyan derb kirine
09:34 Cenazeyê Hasan Înal ji bin hezazê hat derxistin
09:34 Li Wanê polîsan di 4 salan de 2 hezar û 900 kes binçav kirin
09:33 Ava Bendava Ilisûyê gihîşt ber Heskîfê
09:32 53 sal in kilaman dibêje
09:31 ‘Tekane rêya çareseriyê Îmrali ye’
09:30 Li Amedê 7 fabrîqeyên tûxleyan hatin girtin û 3 fabrîqe jî hilberandinê sekinandin
09:29 Keskîn: Tundî bi destê dewletê hat meşrûkirin
09:28 Janên êşa Roboskî danakeve: Dosya komkujiyê ji serî de dest pê dike
09:23 ‘Divê televîzyon giraniyê bidin ser bernameyên çandî û fîlmên kurdî’
09:20 Hişyariya barana zêde û berfê hat kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2019'AN
08:26 Li Gola Wanê keleka penaberan noqî avê bû: 7 penaber mirin
25/12/2019
19:17 Xebata Tahir Elçî ya 'Ferhenga Têgihên Hiqûqê ya Kurdî' bi dawî bû
15:35 Li Zanîngeha Enqereyê mudaxaleyî dansa ‘Las Tesis' kirin
15:35 Leyla Guven li malbata ku ji ber xêzkirina navê wê ceza girtibû geriya
15:20 Lêgerîna hezaza ku li Şirnexê pêk hat didome
15:14 ÎHD: Pêwîste Demîrtaş ê jiyana wî di bin xetereyê de were berdan
13:44 Aktorên qadê yên Tirkiyeyê komên selefî di zôrê de ne!
13:41 Selçûk Mizrakli nehat berdan
13:40 Zarokê wan di bin hezazê de û malbat jî di binçavan de ye
13:14 Li kujerên hevjînê xwe digere
12:59 Çavê 7 milyon karkeran li Komîsyona Tespîta Heqê Herî Hindik e
11:57 Eskeran 19 şikeftên xewezayî rûxandin
11:32 'Çend rênçber ji ber deynê xwe nedan hatin girtin?'
11:28 Danişîna doza Selçûk Mizrakli dest pê kir
11:07 Rêveberiya girtîgehê jiyanê ji girtiyan re pir dibîne