Hêviya mirovahiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aj dide 2019-12-28 10:34:44   QAMIŞLO – Li ser axa Sûriyê bi sed hezaran însan jiyana xwe ji dest da û bi milyonan koçber bûn. Di vî şerê hêzên hegomonîk ê li ser axa Sûriyê di 2019’an de jî dewam kir. Pergala li ser bingeha jiyana wekhev, azad û bi hev re ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşerojê hêviyê mezin kir.    Li Tûnûsê di 17’ê kanûna 2010’an de Muhammed Buazîzî ê 26 salî xwe şewitand û bi vê yekê re li wî welatî xwepêşandanan dest pê kir û li erdnîgariya Rojhilata Navîn belav bû. Navê “Bihara Ereban” li wan xwepêşandan û pêvajoyê hat kirin. Berxwedana dînamîkên civakê ya li dijî îqtîdarên heyî ku wê demê dest pê kir di sala 2019’an de jî dewam kir. Hêzên hegomonîk berê berxwedana gelan li gorî xwe araste kirin û van hêzên hegomonîk erdnîgariya Rojhilata Navîn veguherandin gola xwînê.    Tevgera gel di adara 2011’an de belavî ser erdnîgariya Sûriyê ya di bin rêveberiya Beşar Esad de bû û bi destê dewletên wek Amîrka, Rûsya, dewletên Ewropayê, Erebîstana Siûdî, Tirkiye, Misir, Îran û hêzên kûrewî û herêmî şer li Sûriyê kûr bû û vî şerî 9 sal li pey xwe hişt.    Gelên Sûriyê ji daxwaza xwe ya azadiyê li ber xwe dan. Bi mudaxeleya hêzên derve û bi desteka van welatan Artêşa Azad a Sûriyê (OSO) û hêzên wek wan paramîlîter derketni holê û ev ax adeta veguherî gola xwînê. Şerê navxweyî yê li Sûriyê 9 sal in didome.    Di şerê li Sûriyê de bi sed hezaran însan hatin kuştin, bi milyonan însan bûn penaber û koç kirin. Di dema şer gûr dibû rêxistinek wek DAIŞ’ê ku gef li hemû dinyayê xwar derket holê û gelek bajarên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê serûbin kir. Lê bi berxwedana kurdan û dostên wan pişta DAIŞ’ê hat şikandin. Tevî hemû israra çareseriyê ya kurdan jî Sûriye bi polîtîkaya neçareserkirinê dikeve sala nû.    QSD JI BO KUŞTINA BAGDADÎ ROLEK MEZIN LEYÎST    Hêzên kurewî bi rêya hin rêxistinan xwest kevirên xwe li Sûriyê deyne. Lê li dijî vê yekê li Bakurê Sûriyê çirûskek pêket û rêxistinbûnek ango pergalek xweser derket holê û ji bo hemû însaniyetê bû hêvî. Vê rêveberiya xweser ku piraniya wê ji kurdan pêk tê gelên wek ereb, tirkmen, ermen, asûrî û netewên din jî xist bin sîwana xwe û jiyanek azad û wekhev birêxistin kir. Hêza xwe ya eskerî bi YPJ û YPG’ê dest pê kir û di nava demê de di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) xwe birêve bir. QSD’ê bi berxwedana xwe ya bêhempa DAIŞ’ê ji holê rakir û di 27’ê cotmeha 2019’an de jî lîderê DAIŞ’ê Ebûbekîr el Bagdadî bi operasyonek jê re bû pêşeng ji holê rakirin û ew kuştin.    TIRKIYE DIXWAZE PERGALÊ TÊK BIBE    Ji roja ewil a avakirina pergala xweser Tirkiye gefa lê dixwar û li dijî pergala ku kurd pêşeng bûn derket. Tevî hemû polîtîka û hêzên koalîsyona navdewletî ku li Rojava hebûn jî Tirkiye di 9’ê cotmeha 2019’an de êriş bir ser bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li gel ku hebûna Rûsya û Amerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye jî Tirkiye dixwaze kurd û pêkhateyên rêveberiya xweser têk bibe û serweriya xwe li ser hemû Rojava çêbike.    Tirkiye ji bo vî hesabê xwe ewilî di 20’ê Çileya 2018’an de bi hêzên xwe yên paramîlîte re êrişî Efrînê û navçeyên wê kir û bi sedhezaran însan koçber kir. Heman Tirkiye di 2019’an de jî êrişên giran bir ser bajarên Girê Spî û Serêkaniyê û van her du bajaran jî vala kir.    Tirkiye dixweze statûya kurdan a li Rojava têk bibe û di şûna kurdan de hêzên paramîlîter ango grûpên selafî li wir cih bike. Amerîka û Rûsya ji bo hin bêtir Tirkiyê nêzî xwe bike rê li ber van êrîşên ser Rojava vekir.    RÊVEBERIYA XWESER LI DINYAYÊ GERIYA    Êrişên Tirkiyê yên li dijî Girê Spî û Serêkaniyê kir ku Rêveberiya Xweser û QSD û kurd di rojeva cîhanê de cih bigirin. Dema êrişên Tirkiyê dest pê kirin li çar aliyên dinyayê bi milyonan kurd û dostên wan rabûn ser pêya û li dijî êrişan hêrsa xwe nîşan dan. Rêveberiya Xweser jî li gel rêveberiya Şamê bi Amerîka, Rûsya, welatên Ewropa û Ereb re dest bi trafîka dîplomasiyê kir. Her çiqas rêveberiya xweser bi qasî statûya fermî neyê nasîn jî lê rayedarên Rêveberiya Xweser li Desteya Giştî ya NY, li Parlamentoya YE, li parlamentoyên welatên cuda û li Senatoya Amerîka derfetê ku biaxivin afirandin û hevdîtinên wan ên dîplomatîk serkeftinê pêk anî.    ÊRIŞAN KIR KU LÊGERÎNA YEKÎTIYA NETEWEYÎ DEST PÊ BIKE   Êrişên Tirkiyê ji Efrînê bigire heta Serêkaniyê û Girê Spî û heta Başurê Kurdistanê kir ku rêxistin û saziyên kurdan bên gel hev û dest bi hevdîtinên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd bikin. Li gel rêxistin û saziyên li Rojavayê Kurdistanê parçeyên din jî li hev kom bûn. Her çiqas heta niha yekîtî bi awayek fermî nehatibe avakirin jî lê ji bo avakirina yekîtiya neteweyî fikir û aqilê hevpar derketiye holê. Xebatên avakirina yekîtiya neteweyî didomin.    NETEW GOTINA XWE DIBÊJIN    Têkoşîn û berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yanî Rojava ji aliyê gelên dinyayê ve tê hembêzkirin û pergala jiyanek wekhev, azad û bi hev jiyankirin tê pejirandin. Ev pergal ji bo siberojê bûye ajdana hêviyê.    GEŞEDANÊN ERÊNÎ Û NEYÎNÎ MOHRA XWE LI SALÊ DAN    Di sala 2019’an de li Rojava gelek geşddanên ku di raya giştî de tên zanîn yanî ji hevdîtin û serdanên rayedarên welatên cuda bigire heta hevdîtinên yekîtiya kurdan û êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojava û gelek pêşketinên erênî û neyînî qewimin.    MA / Nazim Daştan