ERZIROM - 15 endamên meclisa şaredariya Qereyazî, Tatos û Qereçobanê, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin dûrxistin.
Li Şaredariyên Qereyazî, Tatos û Qereçobanê yên Erziromê, 15 endamên meclisa şaredariyê yên HDP'î, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin dûrxistin. Ji bo dûrxistina ji peywirê ya endamên meclisê, doz û lêpirsînên ku derbarê wan de tên meşandin weke hinceta hatine nîşandan.