Li Erziromê 15 endamên meclisên şaredariyan ji peywirê hatin dûrxistin 2019-12-27 15:42:42   ERZIROM - 15 endamên meclisa şaredariya Qereyazî, Tatos û Qereçobanê, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin dûrxistin.   Li Şaredariyên Qereyazî, Tatos û Qereçobanê yên Erziromê, 15 endamên meclisa şaredariyê yên HDP'î,  ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin dûrxistin. Ji bo dûrxistina ji peywirê ya endamên meclisê, doz û lêpirsînên ku derbarê wan de tên meşandin weke hinceta hatine nîşandan.