NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarên herêmê ji ber barîna berfê rêya bi sedan gund û mezrayan li çûnehatê hat girtin.
Barîna baran û berfê li bajarên herêmê dijwar bû. Li Dersim, Colemêrg û Şirnexê ji ber barîna berfê rêya çûnehata bi sedan gund û mezrayan hat girtin.
DERSIM
Ji ber barîna berfê ya duh êvarê li Dêrsimê dest pê kir rêya 161 gundan ji çûnehatê re hat girtin.
Hat zanîn ku komên Rêya Bejahiyê û Îdareya Bajêr a Taybet ji bo vekirina rêyan dixebitin.
ŞIRNEX
Berfê duh li navenda Şirnex û navçeyên Elkê û Qilebanê jî dest pê kir û bû sedema girtina rêya gundan. Li Elkê rêya 16 gund û 4 mezrayan û li Qilebanê jî rêya gundekî li çûnehatê hat girtin.
Ji ber berfê gelek rêwiyên li ser rêya Şirnex û Qilebanê asê man.
COLEMÊRG
Li gund û mezrayên girêdayî navenda Colemêrg û navçeyên wê jî rêya berf bariya û bû sedemê girtina rêya gelek gund û mezrayan.