Li Wanê polîsan di 4 salan de 2 hezar û 900 kes binçav kirin

  • rojane
  • 09:34 26 Kanûn 2019
  • |
img

WAN - Li Wanê di nava 4 salên dawî de 24 hezar û 500 mafên mirovan hatin îhlalkirin. Welatî rastî lêdan, îşkence, heqaret û gefan hatin. Polîsan bi ser 2 hezar û 100 malan de girtin û di serdegirtina malan de 2 hezar û 900 kes binçav  kirin. 

Li bajarên herêmê her çend OHAL, bi awayekî fermî bi dawî bû jî binpêkirinên mafan didomin. Piştî "Pêvajoya Çareseriyê" bi dawî bû, hikûmetê feraseta serdest û otoriter xist meriyetê û xwest her tiştî ji yek destî ve bi rêve bibe. Bi vê yekê re binpêkirinên mafan zêdebû. Herî zêde li bajarên Kurdistanê binpêkirina mafan zêde bû. Yek ji bajarê binpêkirina mafan zêde ye Wan e. Li Wanê di serdegirtina malan, qedexeyên çalakiyên li kolanan de lêdan, îşkence, binçavkirin û girtin derket asta jor. Welatiyên xwestin li dijî tundî û zextên hikûmet û qeyûman bertekên xwe bînin ziman rastî mudaxaleyên hişk yên polîsan hatin. Li gorî dane û raporên Şaxa ÎHD'ê ya Wanê di 4 salên dawî de gelek welatî rastî îşkence û lêdanê hatin. Hatin binçavkirin û girtin. Walîtiya Wanê her ji 15 rojan carekê qedexeya çalakiyên li derve îlan dike û 3  salin bê navber çalakiyên li kolanan qedexe dike. 
 
DI 4 SALAN DE 24 HEZAR Û 500 MAFÊN MIROVAN HATIN BINPÊKIRIN
 
Li gorî daneyên Şaxa ÎHD'ê ya Wanê heta kanûna 2019'an di nava 4 salên dawî de 24 hezar û 500 mafên mirovan hatin binpêkirin. Di nava 4 salên dawî de polîsan bi ser 2 hezar û 100 malan de girtin û 2 hezar û 900 kes hatin binçavkirin. Ji 2900 kesan 635 kes hatin girtin û şandin girtîgehê. Di heman demê de 12 welatiyên rastî êrîş û tundiya polîsan hatin jiyana xwe ji dest dan. 45 kes jî birîndar bûn. Dîsa di nava sînorê welat de li gel 44 esker û polîsan, 64 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. 
 
13 JIN Û 8 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Di van 4 salên dawî de 13 jin û 8 zarok hatin kuştin. Di heman salan de di çalakiyên civakî û girseyî de bi sedan jin rastî tundiyê hatin. Bi taybetî di serdema greva birçîbûnê de dema Dayikên Laçik Spî li dijî qeyûm û tecrîdê çalakî li dar xistin, tundiya li ser jinan zêdetir bû. Gelek jin rastî lêdanê hatin. 
 
LI GIRTÎGEHAN 150 ÎHLAL PÊK HATIN
 
Li aliyekî li kolanan binpêkirina mafan zêde bû, li aliyê din, li girtîgehan zexta li ser girtiyan zêde bû. Girtî û xizmên girtiyan rastî tundî û zextan hatin. Li girtîgehên Wanê 150 mafên mirovan hatin binpêkirin. Dîsa gelek mafên girtiyan ên hiqûqî û civakî hatin astengkirin. 
 
150 PENABERAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Li Bajarê Wanê ku sînordajê Îranê ye, gelek welatiyên ji Afganistan, Pakistan û Îranê hatin Wanê, an li ser sînor an jî di rêyan de jiyana xwe ji dest dan. Di nava 4 salên dawî de zêdeyî 100 hezar penaber hatin Wanê. Zêdeyî 150 penaber di qezayan de an jî dema di sînor de derbas bûn ji serma jiyana xwe ji dest dan. 
 
2 HEZAR KES ÎXRAC BÛN, HEZAR Û 500 KES RASTÎ LÊPIRSÎNA ÎDARÎ HATIN
 
Di nava 4 salên dawî de piştî darbeya 15'ê Tîrmehê bi giştî 2 hezar mirov îxrac bûn. der barê 500 hezar kesan de jî lêpirsîn hat vekirin. Dîsa bi tayînkirina qeyûman re bi sedan kedkar û karker hatin sirgûnkirin û di karên din de hatin bicihkirin. Mafê bijartin û hilbijartinê hat binpêkirin. Yek ji binpêkirina herî mezin îhlala bijratin û hilbijartinê bû. Di hilbijartina rêveberiya herêmî ya sala 2014'an de Rêxistina HDP'ê li Wanê 12 şaredarî bi dest xist. Lê piştre li gel Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya, gelek hevşaredarên Wanê hatin girtin. Der barê wan de bi dehan lêpirsîn hatin vekirin. Qeyûm tayînî hemû şaredariyan kirin. Di hilbijartina 31'ê Adarê de jî dîsa heman îhlal dubare bûn. 
 
Piştî hilbijartina 31'ê Adarê, bi hinceta KHK'î ne mazbata 3 hevşaredaran netan wan. Qeyûm tayînî 7 şaredariyên Wanê kirin. Hevşaredarên Rêya Armûşê, Şehzade Kurt, Azim Yacan, Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn, Hevşaredarên Qelqeliyê Dilan Orencî, Yakup Almaç û Hevşaredarê Bêygirê Yılmaz Şalan hatin girtin û şandin girtîgehê. 
 
LI KOLANAN TUNDÎ ZÊDE BÛ
 
Dema li kolanan li dijî tayînkirina qeyûman û tecrîdê daxuyanî hatin dayîn mudaxaleya li dijî çalakgeran zêde bû. Di çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm de welatî rastî lînca polîsan hatin. Dema Firat Koç rastî lîncê hat dîmenê lîncê hat dîtin. 
 
HIN BINPÊKIRINÊN DERKETIN PÊŞ WIHA NE: 
 
* Di 10'ê Çileya 2016'an de polîsan bi ser malek li Artemêta Wanê de girtin û 12 endamên PKK'ê înfaz kirin. 
* Dema polîsan di 19'ê Nîsana 2016'an de li Taxa Xaçortê bi ser mala Remziye Bor de girt, di êrîşa tîmên taybet de Remziye Bor hat kuştin. Piştî bûyerê hevjînê Remziye Bor Îrfan Bor bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye" hat girtin û rastî 7 sal û 6 meh ceza hat. 
 
* Li Bajaroka Enanîsê ya Erdîşa Wanê di 17'ê mijdara 2016'an de polîs û tîmên taybet bi ser mala Ahmet Ataman de girt û bi îdîaya PKK'î hene hevjîna wî Hediye Ataman di malê de şewitandin. Ahmet Ataman jî hat girtin û rastî 18 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hat. 
 
* Di 28'ê îlona  2017'an de jî li Gundê Sulû yê Erdîşa Wanê polîs û tîmên taybet li maşînê gule reşandin û Onder Polat û Ajokarê texsiyê Zafer Ceyhan kuştin. Waliyê Wanê daxuyanî da û got. "Me 2 terorîst kuştin" 
 
* Piştî li dijî Midûriyetae Polîsan a Westanê di 9'ê Hezîrana 2017'an de êrîş pêk hat, 4 gundiyên ji kar vedigeriyan, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Welatî Abdulselam Aslan (32), Cemal Aslan (53), Halil Aslan (48) û Nejdet Beysüm (29) ên hatin binçavkirin û wekî "Terorîst" pênase kirin di bin çavan de rastî îşkenceya giran hatin. Welatiyên rastî îşkenceya giran hatin piştre hatin berdan. Ji 7 polîsan tenê der barê polîsekî de doz hat vekirin û dadgehê beraet kir. 
 
* Li Navçeya Rêya Armûşê di 14'ê Tîrmeha 2018'an de Ayfer Şahin, Abdulbaki Şahin, Ayhan Şahin, F. Şahin, Şehriban Mamuk, Abdullah Şahin û Dilan Gorur di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û rastî îşkenceya giran hatin. 
 
* Li Gundê Hespenek ê Navçeya Erdîşa Wanê, di 11'ê mijdara 2018’an de polîsan bi ser mala Polat de girt û bombeya gazê avêtin hundir. Ji ber bombeya xazê xanî şewitî û welatiyan bi zorê xwe xelas kir. Malbat ji neçarî koç kirin. 
 
* Li taxa Xaçortê ya Wanê, di 15'ê Sibata 2019’an de polîsan O.S. (14), Ş.Y. (16) û O.D. (17), binçav kirin û bi qundarê çekê îşkence li wan kir. Serê wan xistin klozetê û îşkence li wan kirin. 
 
MA / Adnan Bilen

Sernavên din

28/12/2019
13:13 Ji bo Keleha Wanê bila nifirê Menua qebûl bibin
13:05 Roboskî di salvegera 8’emîn de jî reş girêda
12:43 Polîsên trafîkê xwest belgeya qusûrê bi malbata Can bidin îmzekirin
12:26 Maşîneyên zirxî di 10 salên dawî de bûn sedemê mirina 37 kesan
12:14 Dozger serlêdana malbatan a Îmraliyê red kir
11:48 Aborînas Karatepe: Aboriya Tirkiye di sala 2019'an de têk çû
11:43 Bi xêzkirina wêne bêrîkirina dayika xwe dide nîşandan
10:55 Cenazeyê Cîhan Can ê otobusa polîsan ew kuşt hat veşartin
10:34 Hêviya mirovahiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aj dide
10:20 ‘Wisa bidome dê 20 sal şûnde zimanê Gurcuyan tune bibe'
09:30 Stenbolî: Pêdiviya me ne bi qenalê, bi kar û bar heye
09:29 Ne xwendekar ne jî beş hene, lê meaşê xwe digirin!
09:14 AYM'ê ji bo nelêkolînkirina şideta polîsan got, 'binpêkirina mafa' ne
09:12 'Mesele ne lehî ye, armanca wan me ji vira derxînin'
09:10 Nerazîbûnên ji bo meaşê kêm: Têkoşîn niha dest pê dike
09:08 'Lêçûn û fatûreyên DEDAŞ'ê pişta me şikand'
09:06 Reqor di dest turîzmê de ye, lê deramet tuneye: 6 meh in karker betal in
09:05 Çîroka kilama Momê
09:04 HDP'î tên şopandin
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2019'AN
08:21 Li Osmaniyê jinek kuştin
08:06 Polîsên Çevîk li Amedê ciwanek kuşt
27/12/2019
21:04 Eskeran di salvegera komkujiyê de Roboskî dorpêç kirin
19:13 Colemêrg bi qedexeya walîtiyê dikeve sala 2020'an
19:05 15 girtî sewq kirin
16:04 Dadgehê serlêdana daxwaza ceyrane ya Mala Cemê red kir
16:01 Aydin: Dixwazin aqûbeta dosyeya Elçî bikin wek a Roboskî
15:53 Çerkezoglu: Qanal Îstanbul nikare ser pirsgirêka veşêre
15:42 Li Erziromê 15 endamên meclisên şaredariyan ji peywirê hatin dûrxistin
15:36 Abdî: Deriyê me ji gelê Idlibê re vekirî ye
15:15 Kanî Beko: Qesr di saetekî de heqê asgarî xerc dike
15:13 Odeya Tabîban a Stenbolê: 5 milyon kes ê nikaribin ji tenduristiyê sûdê bigirin
13:49 ‘Her roj Roboskiyên nû diqewimin’
13:47 'Di xwarina girtiyan de kêzik û bocikên çixarê derdikevin'
13:00 Kubîlay: Divê her kes li dijî polîtîkayên mîlîtarîst û êrişkar ên îqtîdarê derkeve
12:58 KCD: Divê her kes bi hêzek xurt beşdarî çalakiya bîranîna Roboskî bibin
12:13 Li Dersim, Şirnex û Colemêrgê ji ber berfê rêya gundan hat girtin
12:09 Rêxistinên tenduristiyê hişyariya gurîbûnê kirin
11:55 Angaştnameya êrîşa li dijî malbata Şenyaşar hat qebûlkirin
11:55 Neçîrvan derketin seyda Pezkoviyên Dersimê: Pezkoviyek kuştin
11:30 'Roboskî dibe ku destpêk be'
11:11 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:58 Serokê Odeya Avahîsazan Aydin: Dadgeh dê ji rûxandina Sûrê berpirs were girtin
10:23 Li Xarpêt û gelek bajarên din erdhej pêk hat
10:02 'Armanc hatina cem hev û ji qirkirina çandan re na’
09:34 Li Amedê jinek hat kuştin
09:26 ‘Cihê yekîtî lê tunebe serketin jî tuneye'
09:25 Her kincek xwedî dîrokek
09:24 Derbarê ecibandina parvekirinên medyaya civakiyî de biryareke emsal
09:24 ‘Di 112'an de nebûna kurdî cihêkarî û binpêkirineke mezin e'
09:23 Gef li kesên şahidiya kuştina Mûrat Kaya dikin tên xwarin
09:22 Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê
09:22 Di mulakatê de pirseke sosret hat pirsîn!
09:21 ‘Ji bo testa DNA’yê 9 mehe di navbera Wan û Amedê de tê û diçe
09:20 Li Kazakistanê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 14 kes mirin
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2019'AN
26/12/2019
17:10 Şair Teyîp: Helbesta kurdî di bin zextan de ye
16:34 Helbestvan Rewşen Esmer pirtûka xwe îmze kir
16:00 Berhem Salih nameya îstifaya xwe pêşkêşî parlamentoyê kir
15:25 AYM’ê xwest astengkirina malpera Wîkîpedîa were rakirin
15:24 Wêneyên îşkenceya di bin çavan de derketin holê
15:14 Taşdemîr: Tundiya li dijî jinan zêde dibe û îqtîdarê hişê xwe xwariye
14:44 Di doza kovar û rojnameya kurdî de biryara beraetê derket
14:33 Zilamê zaroka 9 salî îstîsmar kir hat girtin
13:54 Başak û Selahattîn Demîrtaş bûn aboneyên xwebûnê
13:07 Dê goristan di bin Bendava Ilisûyê de bimînin
12:21 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Em nebin yek wê qirkirin dewam bike
12:12 Li Kobanê 5'emîn dewriyeya rûs û tirkan dest pê kir
11:19 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
11:08 KCD'ê Cejna Noelê pîroz kir
11:05 Li Êlihê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî dest pê kir
10:59 Peywira Komîsyona Rewşa Awarte hat dirêjkirin
10:09 Li kanên komirê yên Şirnexê di 2 salan de 14 karker mirin
10:07 Angaşta bi darê beyzbolê gundiyan derb kirine
09:34 Cenazeyê Hasan Înal ji bin hezazê hat derxistin
09:34 Li Wanê polîsan di 4 salan de 2 hezar û 900 kes binçav kirin
09:33 Ava Bendava Ilisûyê gihîşt ber Heskîfê
09:32 53 sal in kilaman dibêje
09:31 ‘Tekane rêya çareseriyê Îmrali ye’
09:30 Li Amedê 7 fabrîqeyên tûxleyan hatin girtin û 3 fabrîqe jî hilberandinê sekinandin
09:29 Keskîn: Tundî bi destê dewletê hat meşrûkirin
09:28 Janên êşa Roboskî danakeve: Dosya komkujiyê ji serî de dest pê dike
09:23 ‘Divê televîzyon giraniyê bidin ser bernameyên çandî û fîlmên kurdî’
09:20 Hişyariya barana zêde û berfê hat kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2019'AN
08:26 Li Gola Wanê keleka penaberan noqî avê bû: 7 penaber mirin
25/12/2019
19:17 Xebata Tahir Elçî ya 'Ferhenga Têgihên Hiqûqê ya Kurdî' bi dawî bû
15:35 Li Zanîngeha Enqereyê mudaxaleyî dansa ‘Las Tesis' kirin
15:35 Leyla Guven li malbata ku ji ber xêzkirina navê wê ceza girtibû geriya
15:20 Lêgerîna hezaza ku li Şirnexê pêk hat didome
15:14 ÎHD: Pêwîste Demîrtaş ê jiyana wî di bin xetereyê de were berdan
13:44 Aktorên qadê yên Tirkiyeyê komên selefî di zôrê de ne!
13:41 Selçûk Mizrakli nehat berdan
13:40 Zarokê wan di bin hezazê de û malbat jî di binçavan de ye
13:14 Li kujerên hevjînê xwe digere
12:59 Çavê 7 milyon karkeran li Komîsyona Tespîta Heqê Herî Hindik e
11:57 Eskeran 19 şikeftên xewezayî rûxandin
11:32 'Çend rênçber ji ber deynê xwe nedan hatin girtin?'
11:28 Danişîna doza Selçûk Mizrakli dest pê kir
11:07 Rêveberiya girtîgehê jiyanê ji girtiyan re pir dibîne