Li Wanê polîsan di 4 salan de 2 hezar û 900 kes binçav kirin 2019-12-26 09:34:04 WAN - Li Wanê di nava 4 salên dawî de 24 hezar û 500 mafên mirovan hatin îhlalkirin. Welatî rastî lêdan, îşkence, heqaret û gefan hatin. Polîsan bi ser 2 hezar û 100 malan de girtin û di serdegirtina malan de 2 hezar û 900 kes binçav  kirin.  Li bajarên herêmê her çend OHAL, bi awayekî fermî bi dawî bû jî binpêkirinên mafan didomin. Piştî "Pêvajoya Çareseriyê" bi dawî bû, hikûmetê feraseta serdest û otoriter xist meriyetê û xwest her tiştî ji yek destî ve bi rêve bibe. Bi vê yekê re binpêkirinên mafan zêdebû. Herî zêde li bajarên Kurdistanê binpêkirina mafan zêde bû. Yek ji bajarê binpêkirina mafan zêde ye Wan e. Li Wanê di serdegirtina malan, qedexeyên çalakiyên li kolanan de lêdan, îşkence, binçavkirin û girtin derket asta jor. Welatiyên xwestin li dijî tundî û zextên hikûmet û qeyûman bertekên xwe bînin ziman rastî mudaxaleyên hişk yên polîsan hatin. Li gorî dane û raporên Şaxa ÎHD'ê ya Wanê di 4 salên dawî de gelek welatî rastî îşkence û lêdanê hatin. Hatin binçavkirin û girtin. Walîtiya Wanê her ji 15 rojan carekê qedexeya çalakiyên li derve îlan dike û 3  salin bê navber çalakiyên li kolanan qedexe dike.    DI 4 SALAN DE 24 HEZAR Û 500 MAFÊN MIROVAN HATIN BINPÊKIRIN   Li gorî daneyên Şaxa ÎHD'ê ya Wanê heta kanûna 2019'an di nava 4 salên dawî de 24 hezar û 500 mafên mirovan hatin binpêkirin. Di nava 4 salên dawî de polîsan bi ser 2 hezar û 100 malan de girtin û 2 hezar û 900 kes hatin binçavkirin. Ji 2900 kesan 635 kes hatin girtin û şandin girtîgehê. Di heman demê de 12 welatiyên rastî êrîş û tundiya polîsan hatin jiyana xwe ji dest dan. 45 kes jî birîndar bûn. Dîsa di nava sînorê welat de li gel 44 esker û polîsan, 64 endamên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan.    13 JIN Û 8 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Di van 4 salên dawî de 13 jin û 8 zarok hatin kuştin. Di heman salan de di çalakiyên civakî û girseyî de bi sedan jin rastî tundiyê hatin. Bi taybetî di serdema greva birçîbûnê de dema Dayikên Laçik Spî li dijî qeyûm û tecrîdê çalakî li dar xistin, tundiya li ser jinan zêdetir bû. Gelek jin rastî lêdanê hatin.    LI GIRTÎGEHAN 150 ÎHLAL PÊK HATIN   Li aliyekî li kolanan binpêkirina mafan zêde bû, li aliyê din, li girtîgehan zexta li ser girtiyan zêde bû. Girtî û xizmên girtiyan rastî tundî û zextan hatin. Li girtîgehên Wanê 150 mafên mirovan hatin binpêkirin. Dîsa gelek mafên girtiyan ên hiqûqî û civakî hatin astengkirin.    150 PENABERAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Li Bajarê Wanê ku sînordajê Îranê ye, gelek welatiyên ji Afganistan, Pakistan û Îranê hatin Wanê, an li ser sînor an jî di rêyan de jiyana xwe ji dest dan. Di nava 4 salên dawî de zêdeyî 100 hezar penaber hatin Wanê. Zêdeyî 150 penaber di qezayan de an jî dema di sînor de derbas bûn ji serma jiyana xwe ji dest dan.    2 HEZAR KES ÎXRAC BÛN, HEZAR Û 500 KES RASTÎ LÊPIRSÎNA ÎDARÎ HATIN   Di nava 4 salên dawî de piştî darbeya 15'ê Tîrmehê bi giştî 2 hezar mirov îxrac bûn. der barê 500 hezar kesan de jî lêpirsîn hat vekirin. Dîsa bi tayînkirina qeyûman re bi sedan kedkar û karker hatin sirgûnkirin û di karên din de hatin bicihkirin. Mafê bijartin û hilbijartinê hat binpêkirin. Yek ji binpêkirina herî mezin îhlala bijratin û hilbijartinê bû. Di hilbijartina rêveberiya herêmî ya sala 2014'an de Rêxistina HDP'ê li Wanê 12 şaredarî bi dest xist. Lê piştre li gel Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya, gelek hevşaredarên Wanê hatin girtin. Der barê wan de bi dehan lêpirsîn hatin vekirin. Qeyûm tayînî hemû şaredariyan kirin. Di hilbijartina 31'ê Adarê de jî dîsa heman îhlal dubare bûn.    Piştî hilbijartina 31'ê Adarê, bi hinceta KHK'î ne mazbata 3 hevşaredaran netan wan. Qeyûm tayînî 7 şaredariyên Wanê kirin. Hevşaredarên Rêya Armûşê, Şehzade Kurt, Azim Yacan, Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn, Hevşaredarên Qelqeliyê Dilan Orencî, Yakup Almaç û Hevşaredarê Bêygirê Yılmaz Şalan hatin girtin û şandin girtîgehê.    LI KOLANAN TUNDÎ ZÊDE BÛ   Dema li kolanan li dijî tayînkirina qeyûman û tecrîdê daxuyanî hatin dayîn mudaxaleya li dijî çalakgeran zêde bû. Di çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm de welatî rastî lînca polîsan hatin. Dema Firat Koç rastî lîncê hat dîmenê lîncê hat dîtin.    HIN BINPÊKIRINÊN DERKETIN PÊŞ WIHA NE:    * Di 10'ê Çileya 2016'an de polîsan bi ser malek li Artemêta Wanê de girtin û 12 endamên PKK'ê înfaz kirin.  * Dema polîsan di 19'ê Nîsana 2016'an de li Taxa Xaçortê bi ser mala Remziye Bor de girt, di êrîşa tîmên taybet de Remziye Bor hat kuştin. Piştî bûyerê hevjînê Remziye Bor Îrfan Bor bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye" hat girtin û rastî 7 sal û 6 meh ceza hat.    * Li Bajaroka Enanîsê ya Erdîşa Wanê di 17'ê mijdara 2016'an de polîs û tîmên taybet bi ser mala Ahmet Ataman de girt û bi îdîaya PKK'î hene hevjîna wî Hediye Ataman di malê de şewitandin. Ahmet Ataman jî hat girtin û rastî 18 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hat.    * Di 28'ê îlona  2017'an de jî li Gundê Sulû yê Erdîşa Wanê polîs û tîmên taybet li maşînê gule reşandin û Onder Polat û Ajokarê texsiyê Zafer Ceyhan kuştin. Waliyê Wanê daxuyanî da û got. "Me 2 terorîst kuştin"    * Piştî li dijî Midûriyetae Polîsan a Westanê di 9'ê Hezîrana 2017'an de êrîş pêk hat, 4 gundiyên ji kar vedigeriyan, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Welatî Abdulselam Aslan (32), Cemal Aslan (53), Halil Aslan (48) û Nejdet Beysüm (29) ên hatin binçavkirin û wekî "Terorîst" pênase kirin di bin çavan de rastî îşkenceya giran hatin. Welatiyên rastî îşkenceya giran hatin piştre hatin berdan. Ji 7 polîsan tenê der barê polîsekî de doz hat vekirin û dadgehê beraet kir.    * Li Navçeya Rêya Armûşê di 14'ê Tîrmeha 2018'an de Ayfer Şahin, Abdulbaki Şahin, Ayhan Şahin, F. Şahin, Şehriban Mamuk, Abdullah Şahin û Dilan Gorur di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û rastî îşkenceya giran hatin.    * Li Gundê Hespenek ê Navçeya Erdîşa Wanê, di 11'ê mijdara 2018’an de polîsan bi ser mala Polat de girt û bombeya gazê avêtin hundir. Ji ber bombeya xazê xanî şewitî û welatiyan bi zorê xwe xelas kir. Malbat ji neçarî koç kirin.    * Li taxa Xaçortê ya Wanê, di 15'ê Sibata 2019’an de polîsan O.S. (14), Ş.Y. (16) û O.D. (17), binçav kirin û bi qundarê çekê îşkence li wan kir. Serê wan xistin klozetê û îşkence li wan kirin.    MA / Adnan Bilen