Paylan: Wekilên AKP û MHP’ê jî dibêjin di butçeyê de fikare heye

  • rojane
  • 14:15 23 Kanûn 2019
  • |
img

ENQERE - Parlanenterê HDP'ê Garo Paylan, diyar kir ku di butçeya 2020'an de ji bo jin, ciwan, karker û kedkaran de xêr tune û wiha got: "Parlamenterên AKP û MHP’ê jî dibêjin di butçeyê de fikare heye." Paylan, anî ziman ku li ser fermana Erdogan û Bahçelî rê li pêşiya vê butçeya bê edalet vedikin.

Butçeya sala 2020'an para mezin ji bo şer û parastina dewletê qat veqetandin. Di komîsyona Plan û Butçeyê ya Meclîsê de niqaşên mezin pêş ketin. Herî zêde hêza muxalif li dijî vê planê dengê xwe bilind kir. Tevî hemû nerazîbûn û niqaşan butçeya Rêveberiya Navendî ya 2020'an, li Meclîsa Tirkiyeyê hat erêkirin. Di meclîsê de 488 wekîlan ji bo butçeyê deng da. Butçe bi 329 dengan hat erêkirin. 159 wekîlan jî dengê redê da. Butçe bi erêkirina parlamenterên AKP û MHP'ê hat erêkirin. 
 
Têkildarî butçeyê parlamenter û Endamê Komîsyona Plan û Butçeyê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan, nirxandin kir. Paylan, anî ziman ku butnçe wîcdanê welatekî ye û îQtîdar hin caran ji krasê wîcdan derdikevin. Îqtîdar butçeyê dikin butçeya bê edaletî û bê wîcdaniyê. Divê butçe bêtir li gorî edalet û wîcdan bê parvekirin. Me di komîsyonê de jî got ev butçe ya Qesrê û hevkarên Qesrê ye. Me got werin em vê butçeyê bikin butçeya gel. Em di Komîsyona Plan û Butçeyê de 35 rojan bi saetan xebitîn. Me gelek pêşniyar kirin. Li meclîsê jî bi saetan saet em xebitîn. Lê mixabin wekîlên gel tu guhertin di vê butçeya bê edalet û bê wîcdan de çênikirin. Ev nîşan dide ku meclîs li hemberî rêveberiyê çiqas lawaz e. Gelek parlamenterên AKP û MHP’ê jî ji vê butçeya bê edalet bi fikar in. Dibêjin ev butçeyek bi fikare ye. Lê li ser fermana Recep Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî ev butçe hatiye amadekirin. Me jî wekî muxalefetê heta ji destê me hat em tekoşiyan, lê tiştek nehat guhertin. Butçeya sala 2014'an a dema aştiyê 40 milyar TL bû. Lê butçeya 2020'an 160 milyar TL ye. Ev nîşan dide ku dewletê xwe di ewlehiyê de hepis kiriye. Hemû çavkaniyên welat li fuzeyên S-400, balafirên SÎHA û ÎHA, tang û topan tên xerçkirin. Hemû çavkaniya butçeyê li Qesrê Serokomar xerç kirine. Ji bo Qesrê bi milyaran pere xerç kirin. Ev têr nake li Marmarisê û Xelatê qesr û avahiyên din ava dikin. Mînaka balafirgeha Kutahya heye. îtîraza me ev butçe butçeya şer e. " 
 
ME DIKARÎBÛ BI 150 MILYAR TL HEMÛ PIRSGIRÊK ÇARESER KIRIBÛNA
 
Paylan, anî ziman ku pirsgirêkên kesên teqawît dibin çareser nake û li şûna wê pereyê butçeyê didin tang û topan û wiha got: "Ger ku welatiyek dibêje ez nikarim bi 2 hezar û 20 TL heqê herî kêm debara xwe bikim, wê demê heqê wî li tang û topan xerç dikin. Ger ku li vî welatî aştî hebûya, dê tenê 100 milyar TL li butçeya parastinê bihata xerçkirin. Me dikarîbû 150 milyar TL teserruf  kiribûya. Bi 150 TL me dikarîbû pirsgirêka teqawîtan çareser kiribûya. 
Dîsa 200 hezar mamoste li benda tayînê ne. Me dikarîbû pirsgirêka wan bi 10-15 milyar TL çareser kiribkûya. Me dikarîbû deynê 5 milyon ciwanan bi 10 milyar TL çareser kiribûya. Me dikarîbû 20 milyar TL bida çotkaran û pirsgirêka wan çareser kiribkûya. Her baca ku em didin ji sedî 5 diçe ji fona piştgiriya parastina sanayê. Sala li pêş me dê 200 milyar TL  biçe bacê. Ji sedî 95’ê wê dê welatiyên me yên xizan vî pereyî bidin. 10 milyar TL dê biçe Fona piştgiriya sanaya ya parastinê. Rojekê êrîşî Rojava dikin, rojekê eskeran dişînin Libyaya. Ger ku eskeran bişînin Libya, dê li gel wan çek û cebilxane jî bişînin. Dê tang û topan jî bişînin. Ev bi serê xwe butçeyek mezin e. Ev tê wateya ku gelê me dê bêtir xizan bibe."  
 
5 SALIN DIJMINANTIYA KURDAN DIKIN' 
 
Paylan, anî ziman ku îqtîdar 5 salin dijminantiya Kurdan dike û wiha got: "Her dem hişê ewlehiyê pêş dixin. Ji bo Kurdên li Rojava nebin xwedî statu, ji bo Kurd nebin xwedî şaredarî, ji bo Kurd di siyasetê de ne çalak bin û medya xwe pêş nexin wan li hemberî xwe gef dibkînin. Divê em vê yekê bînin ziman ku ev polîtîkaya Tayîp Erdogan û Suleyman Soylu ye. Ev polîtîka welat perçe dike. Pirsgirêka wîcdan û demokrasiyê bêtir mezin bû. Êdî wezîr bi maşîneyên pir luks  tên meclîsê. Lê di rastiyê de wezîrên bi wîcdan li şûna maşîneyên bi 10 milyon tl, divê bêtir bi maşîneyên mutevazî bên û biçin. Ger ku wisa kiribûna belkî welatiyên me întîhar nekiribûna. Hin parlamenterên AKP’ê jî ji vê yekê bêzar in, lê mixabin dibêjin Padişah Tayyip Erdogan ev yek nivîsî ye. Tiştekî em bêjin tune ye." 
 
EV BUÇTEYA MÊR E NERÎNA JINÊ TÊDE TUNE YE
 
Paylan, anî ziman ku Tayyip Erdogan gotibû dixwaze welat wekî şîrketê bi rêve bibe û wiha lê zêde kir: "Lê wîcdanê şîrketê tune ye. Dibêje ev der şîrket e. Qala çotkaran nakin. Rojên borî Hevjîn û keça Serokomar civînek kirine. 1 milyon TL pere xerç kirine. Dema em li cil û maşîneyên wan dinerin îsrafên pir mezin dikin. Mirov divê hinek xwedî wîcdan be. 
Ev butçeya mêr e. Nerîna jinê di vê butçeyê de tune ye. Nifûsa ciwan betal e. Li ser ciwanan butçe tune ye. Di vê butçeyê de ji bo jin, ciwan, karker û kedkaran tu xêr tune ye." 
 
 
MA / Diren Yurtsever
 
 
 

Sernavên din

25/12/2019
10:47 Hevşaredar Ozdemîr bi beyana şahidê nepen ku wî nas nake hatiye girtin
10:38 Li ser sînorê Îranê cenazeyek din jî hat dîtin
10:32 Qedexeya ku hezar û 130 roj in li Wanê didome 15 rojên din jî hat dirêjkirin
10:31 Di 2019’an de daraz bi biryarên xwe bû rojeva sereke
10:27 Guneştekîn: Roboskî ji bo îktîdarê bû pratîkeke dijwar e
10:25 'Kurd vê carê ji bo yekîtiyê bi biryar û israr in'
10:05 'Erbane bûye qîrîna jina'
10:04 Wanî: Çi karê me li Sûriyeyê heye?
09:14 Hem hatin derbkirin hem jî ceza li wan hat birîn!
09:14 Ji ber tayînkirina qeyûm şermezar kirin ji kar hatin derxistin
09:06 Hindik maye zinar bi ser wan de bên!
09:05 ‘Heke jin bi rêxistin bûna Kurdistan nedibû çar perçe’
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2019'AN
24/12/2019
21:18 Hevseroka DBP'a Mêrdînê hat binçavkirin
19:10 Li Şirnexê kana madenê hilweşiya
17:41 Mala Çavdêriyê: Li Idlibê 8 sivîl hatin kuştin
16:15 TGB'ê bertek nîşanî dansa ‘Las Tesis' a jinan da
16:14 Ji ber nivîsa 'Leyla Guven rûmeta me ye' 3 meh ceza lê hat birîn
15:59 Îşkence li welatiyan hat kirin û bijîşk rapor neda welatiyan
15:45 Ji Amedê bang kirin: Mizrakli serbest berdin
14:55 Erdogan bi Johnson re Libyayê axivî
14:22 Dadgehê biryara dewama Kavala da
14:12 HDP'ê Yortuya Noelê û Cejna Yaldo pîroz kir
14:08 Zarokê gefên kuştinê lê hat xwarin û ew kirin sîxûr serboriya xwe vegot
13:52 Daneşîna girtiyên ku ketibûn greva birçîbûnê taloq bû
13:44 Temellî: Dema hilweşandina desthilatdariyê hatiye
13:32 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:20 Fîgen Yuksekdag: Daraz cezayê kujeran kêm dike û tolê ji siyasetmedaran digire
13:15 Cenazeyê penaberê ku li ser sînorê Îranê qefilîbû hat dîtin
13:06 Gergerlîoglû bersiv da Soylû: Bi sûcdarkirinê dixwaze xwe xelas bike
12:31 Li Çewlikê leşkeran bi ser mezrayekî de girt tundiyê li jinan kirin
11:49 Danişîna ewil a Selçûk Mizrakli sibê ye
11:42 Koçyîgît: Tecrîd hilberîna aqlê neçareserkirinê ye
11:01 Sibê dê Ferhenga Têgihên Hiqûqê bê danasîn
10:37 ‘Tu li ser fermana kê beşdarî çalakiyên HDP’ê bûyî’ ji Buluttekîn pirsî ne!
10:19 Sendîkayên Kedkaran: Sebebê qeyrana aborî şer e
10:02 Ji Bîrdal pêşniyara 'tifaqa demokrasiyê': Em li qadan bên gel hev
09:36 Ûzgel: Tirkiye, dixwaze xwe li Lîbyayê bigire
09:35 Neviyê Şêx Seîd: Çareserkirina pirsgirêkên li herêmê bi kongreya neteweyî pêkan e
09:22 Nebûn yek, çûn yek bi yek
Li Tirkiyeyê komkujiya veşarî: Di 2019'an de 1606 karker bûn qurbana patronan
09:15 Kesên nû dizewicin jî amûrên kelepûr dikirin
09:14 Dadgehê got, 'kuştina qesdî ya mihtemel', lê bi tawanbariya 'kuştina qisûrdar' doz hat vekirin
09:14 Serokê Komeleya Şêx Seîd: Divê kurd bi yekîtiyê bersiva êrîşa bidin
09:14 'Wê xebatên me hêviyê xurtir bikin'
09:13 Behsa pêkanînên li Girtîgeha Rihayê kir
09:08 Benzîn û motorîn zem bû
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2019'AN
23/12/2019
16:24 Siyasetmedaran dorpêç kirin û rojnamegeran jî bi mertalan asteng kirin
15:47 Ji ber vekirina pankartê 2 jin hatin binçavkirin
14:46 Xizma girtî binçav kirin
14:46 Hevşaredarên Sûrê hatin girtin
14:35 Li Licê qeyûm tayînî şûna 3 keyayan hatin kirin
14:15 Paylan: Wekilên AKP û MHP’ê jî dibêjin di butçeyê de fikare heye
14:03 Derbarê Ferhat Tûnç lêpirsîn hat destpêkirin
13:44 Danişîna doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat taloqkirin
11:54 Mikaîl Aslan: Seyît Riza roniya diçirise ya sedsalê ye
11:46 Hevşaredarên Sûrê sewqî edliyê kirin
11:31 Levent: Li Îdlibê ji bo Tirkiyeyê cih teng dibe
11:14 Bernameya 2'mîn Rojên Wêjeya Kurdî diyar bûn
10:48 Ahmet Kisa yê ker û lal ji bo dayika xwe girtî kampanya dide destpêkirin
10:45 Buldan: Di hedefa me de teslîmiyet tune, berxwedan heye
10:02 Gokkan: Jinên kurd dibêjin tu berjewendî ji yekitiya kurdan mezintir nîne
09:58 Dadgehê kuştina Bozderî yê 54 salî ku li mala xwe hat kuştin hiqûqî dît
09:02 Kaplan ê HDP’î: Qeyûm avakirina rejîma nû ye
09:02 Karkerê li kolanan xurdeyan ji çavan û krîzê bêzar e
09:02 Ji bo îşkencekar bên cezakirin 2 salin têdikoşe
09:02 ‘Sedema cinayetên jinan pergala patrîarkal e ku naxwaze îktîdar ji dest biçe'
09:02 Destê siyasetmedardên Kurd duh jî û îro jî di kelepçeyê de ye
09:00 ROJEVA 23'E KANÛNA 2019'AN
22/12/2019
22:22 Li Stenbolê zilamê 42 salî hevjîna xwe kuşt
21:34 Artêşa Sûriye ber bi Îdlibê ve pêşve diçe, sivil koç dikin
20:01 Ciwanên HDP'î li Mêrsîn û Edeneyê di konferansan de hatin cem hev
19:00 Meclîsa HDK'ê ya Stenbolê Hevberdevkên nû hilbijart
18:01 ANYAKAY-DER ji bo 10 kesên cenazeyên wan teslîmî malbatan kirin şîn danî
17:30 Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya sirgunî Girtîgeha Tarsusê kirin
16:00 Hevseroka Giştî ya KESK'ê: Li aliyekî yên ji xizaniyê întîhar dikin, li aliyê din yên 50 hezar didin xwarinê hene
14:45 Kedkaran li Amedê mîtîng li dar xistin. Pankarda li dijî şer nexistin qada mîtîngê
13:37 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Jin dê pêşengiya yekîtiya neteweyî bikin
13:34 Navê ODP'ê kirin Partiya Çep (Sol)
13:13 Hevseroka HDP'ê Bulut: Yên qedera Tirkiye û Rojhilata navîn biguhere em jin in
12:25 Asayîşa PDK’ê destûr nedan malbat cenaze bigirin
11:42 Cemxaneya li Amedê 14 meh in di tariyê de ye
11:34 Artêşa Neteweyî ya Libya dest danî ser keştiya personelên tirk
11:21 Danişîna doza JÎTEM'ê ya Kerboranê sibê ye: 3 rûniştine dozger li ku ye?
10:04 Salek Îmraliyê: Parêzeran 100 caran serlêdan kir tenê 5 ceran hevdîtin kirin
09:52 Rojnameya kurdî 'Xwebûn' dest bi weşanê kir
09:20 Nûnerên sendîkayan: Ji bo meaşê kêm divê em bi hev re tev bigerin
09:19 Profesorê Fakulteya Îlahiyatê gelek xwendekar taciz kirine
09:09 Cenazeyek çar caran hat definkirin
09:07 Hem xwendekarê zanîngehê ne, hem karker in
09:05 Çîrokên Demîrtaş kirin lîstika şanoyê
09:02 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2019'AN
21/12/2019
16:53 Bozgeyîk: Sedema herî girîng a krîzê polîtîkaya şer e
16:14 Ozsoy: Polisan Hevşaredar û kurê wê li erde direj kirin û çek xistin serê wan
16:01 ‘Bila girtiyê nexweş ê Wernicke-Korsakoff bê berdan'
15:51 Zuleyha Gulum: Divê jin her dem bi hêz bin
15:33 Di bîranîna Mereşê de banga ‘rûbirûbûnê’ hat kirin
15:18 Serokê AKP’a Midyadê îstîfa kir
15:17 Hevserokên HDP’a Enqereyê hatin bijartin
14:53 Şenoglû: Em bi tifaqa demokrasiyê dikarin pirsgirêkan çareser bikin