Paylan: Wekilên AKP û MHP’ê jî dibêjin di butçeyê de fikare heye 2019-12-23 14:15:08 ENQERE - Parlanenterê HDP'ê Garo Paylan, diyar kir ku di butçeya 2020'an de ji bo jin, ciwan, karker û kedkaran de xêr tune û wiha got: "Parlamenterên AKP û MHP’ê jî dibêjin di butçeyê de fikare heye." Paylan, anî ziman ku li ser fermana Erdogan û Bahçelî rê li pêşiya vê butçeya bê edalet vedikin. Butçeya sala 2020'an para mezin ji bo şer û parastina dewletê qat veqetandin. Di komîsyona Plan û Butçeyê ya Meclîsê de niqaşên mezin pêş ketin. Herî zêde hêza muxalif li dijî vê planê dengê xwe bilind kir. Tevî hemû nerazîbûn û niqaşan butçeya Rêveberiya Navendî ya 2020'an, li Meclîsa Tirkiyeyê hat erêkirin. Di meclîsê de 488 wekîlan ji bo butçeyê deng da. Butçe bi 329 dengan hat erêkirin. 159 wekîlan jî dengê redê da. Butçe bi erêkirina parlamenterên AKP û MHP'ê hat erêkirin.    Têkildarî butçeyê parlamenter û Endamê Komîsyona Plan û Butçeyê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan, nirxandin kir. Paylan, anî ziman ku butnçe wîcdanê welatekî ye û îQtîdar hin caran ji krasê wîcdan derdikevin. Îqtîdar butçeyê dikin butçeya bê edaletî û bê wîcdaniyê. Divê butçe bêtir li gorî edalet û wîcdan bê parvekirin. Me di komîsyonê de jî got ev butçe ya Qesrê û hevkarên Qesrê ye. Me got werin em vê butçeyê bikin butçeya gel. Em di Komîsyona Plan û Butçeyê de 35 rojan bi saetan xebitîn. Me gelek pêşniyar kirin. Li meclîsê jî bi saetan saet em xebitîn. Lê mixabin wekîlên gel tu guhertin di vê butçeya bê edalet û bê wîcdan de çênikirin. Ev nîşan dide ku meclîs li hemberî rêveberiyê çiqas lawaz e. Gelek parlamenterên AKP û MHP’ê jî ji vê butçeya bê edalet bi fikar in. Dibêjin ev butçeyek bi fikare ye. Lê li ser fermana Recep Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî ev butçe hatiye amadekirin. Me jî wekî muxalefetê heta ji destê me hat em tekoşiyan, lê tiştek nehat guhertin. Butçeya sala 2014'an a dema aştiyê 40 milyar TL bû. Lê butçeya 2020'an 160 milyar TL ye. Ev nîşan dide ku dewletê xwe di ewlehiyê de hepis kiriye. Hemû çavkaniyên welat li fuzeyên S-400, balafirên SÎHA û ÎHA, tang û topan tên xerçkirin. Hemû çavkaniya butçeyê li Qesrê Serokomar xerç kirine. Ji bo Qesrê bi milyaran pere xerç kirin. Ev têr nake li Marmarisê û Xelatê qesr û avahiyên din ava dikin. Mînaka balafirgeha Kutahya heye. îtîraza me ev butçe butçeya şer e. "    ME DIKARÎBÛ BI 150 MILYAR TL HEMÛ PIRSGIRÊK ÇARESER KIRIBÛNA   Paylan, anî ziman ku pirsgirêkên kesên teqawît dibin çareser nake û li şûna wê pereyê butçeyê didin tang û topan û wiha got: "Ger ku welatiyek dibêje ez nikarim bi 2 hezar û 20 TL heqê herî kêm debara xwe bikim, wê demê heqê wî li tang û topan xerç dikin. Ger ku li vî welatî aştî hebûya, dê tenê 100 milyar TL li butçeya parastinê bihata xerçkirin. Me dikarîbû 150 milyar TL teserruf  kiribûya. Bi 150 TL me dikarîbû pirsgirêka teqawîtan çareser kiribûya.  Dîsa 200 hezar mamoste li benda tayînê ne. Me dikarîbû pirsgirêka wan bi 10-15 milyar TL çareser kiribkûya. Me dikarîbû deynê 5 milyon ciwanan bi 10 milyar TL çareser kiribûya. Me dikarîbû 20 milyar TL bida çotkaran û pirsgirêka wan çareser kiribkûya. Her baca ku em didin ji sedî 5 diçe ji fona piştgiriya parastina sanayê. Sala li pêş me dê 200 milyar TL  biçe bacê. Ji sedî 95’ê wê dê welatiyên me yên xizan vî pereyî bidin. 10 milyar TL dê biçe Fona piştgiriya sanaya ya parastinê. Rojekê êrîşî Rojava dikin, rojekê eskeran dişînin Libyaya. Ger ku eskeran bişînin Libya, dê li gel wan çek û cebilxane jî bişînin. Dê tang û topan jî bişînin. Ev bi serê xwe butçeyek mezin e. Ev tê wateya ku gelê me dê bêtir xizan bibe."     5 SALIN DIJMINANTIYA KURDAN DIKIN'    Paylan, anî ziman ku îqtîdar 5 salin dijminantiya Kurdan dike û wiha got: "Her dem hişê ewlehiyê pêş dixin. Ji bo Kurdên li Rojava nebin xwedî statu, ji bo Kurd nebin xwedî şaredarî, ji bo Kurd di siyasetê de ne çalak bin û medya xwe pêş nexin wan li hemberî xwe gef dibkînin. Divê em vê yekê bînin ziman ku ev polîtîkaya Tayîp Erdogan û Suleyman Soylu ye. Ev polîtîka welat perçe dike. Pirsgirêka wîcdan û demokrasiyê bêtir mezin bû. Êdî wezîr bi maşîneyên pir luks  tên meclîsê. Lê di rastiyê de wezîrên bi wîcdan li şûna maşîneyên bi 10 milyon tl, divê bêtir bi maşîneyên mutevazî bên û biçin. Ger ku wisa kiribûna belkî welatiyên me întîhar nekiribûna. Hin parlamenterên AKP’ê jî ji vê yekê bêzar in, lê mixabin dibêjin Padişah Tayyip Erdogan ev yek nivîsî ye. Tiştekî em bêjin tune ye."    EV BUÇTEYA MÊR E NERÎNA JINÊ TÊDE TUNE YE   Paylan, anî ziman ku Tayyip Erdogan gotibû dixwaze welat wekî şîrketê bi rêve bibe û wiha lê zêde kir: "Lê wîcdanê şîrketê tune ye. Dibêje ev der şîrket e. Qala çotkaran nakin. Rojên borî Hevjîn û keça Serokomar civînek kirine. 1 milyon TL pere xerç kirine. Dema em li cil û maşîneyên wan dinerin îsrafên pir mezin dikin. Mirov divê hinek xwedî wîcdan be.  Ev butçeya mêr e. Nerîna jinê di vê butçeyê de tune ye. Nifûsa ciwan betal e. Li ser ciwanan butçe tune ye. Di vê butçeyê de ji bo jin, ciwan, karker û kedkaran tu xêr tune ye."      MA / Diren Yurtsever