Profesorê Fakulteya Îlahiyatê gelek xwendekar taciz kirine

  • rojane
  • 09:19 22 Kanûn 2019
  • |
img
WAN - Tê gotin li Hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Prof. Dr. Ş. Gozutok. gelek xwendekarên jin taciz kirine. Piştî hat gilîkirin Gozuktok jî gef li malbatan xwarin û derbarê wî de lêpirsîna îdarî dest pê kir. 
 
Tê gotin Hîndekar û Serokê Perwerdehiya Zanista Dîn a Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Prof. Dr. Ş. Gozutok, gelek xwendekarên jin taciz kirine. Piştî xwendekaran serî li emniyet û dozgeriyê dan derket holê ku Gozutok bi salan e xwendekaran taciz dike. Demek berê xwendekarên jin li hev kom bûn û pêşî li Dekantiya Fakulteya Îlahiyatê, paşê li Rektoriyê giliyê Gozutok kirin. Xwendekaran dît ku tiştek nayê kirin vê carê kampanyayek dan destpêkirin.
 
Gozutok, endamê Weqfa Ensarê ye û di sala 2011'an de bernamzetê AKP'ê bû. 
 
LÊPIRSÎNA ÎDARÎ DAN DESTPÊKIRIN 
 
Li ser vê Rektoriyê, di meha Mijdarê de derbarê Gozutok de lêpirsîneke îdarî da destpêkirin. Piştî lêpirsîna îdarî dest pê kir vê carê Gozutok raporeke 45 rojan wergirt û destûr xwest. Gozutok, di dema lêpirsîna îdarî de yeko yeko navê xwendekarên giliyê wî kirine hîn dibe û radibe pêwendiyê bi malbatên hin xwendekaran re çê dike û dixwaze dev ji giliya xwe berdin. Tê gotin Gozutok hin kesên cuda bi ser malbatên xwendekaran dişîne û gefan li wan dixwe. 
 
XWENDEKARÊN JIN GILÎ KIRIN 
 
Piştî gefan malbat bi tacizê hesiyan. Malbeteke ku bi keça xwe re xeber da, jê xwest rojek berî rojekê giliyê Gozutok bike. Xwendekara jin û bavê xwe çûn dozgeriyê û qereqolê û giliyê Gozutok kirin. Piştî vê bûyera tacizê aşkere bû. Piştî vê serlêdanê derket holê ku heta niha Gozutok bi dehan xwendekarên jin taciz kiriye. Malbatê pêşî serî li dozgeriyê da û paşê berê malbatê dan qereqolê. Xwendekarek ku li qereqolê giliyê Gozutok kir, çi hatibe serê wê hemû gotin. 
 
Xwendekara jin di giliya xwe de diyar kir ku Gozutok hem di ser medyaya civakî hem jî li odeya xwe ew taciz kiriye. Xwendekarê anî ziman ku nne tenê ew bi dehan xwendekarên jin hatine tacizkirin û got, Gozutok bi hinceta "lîsansa bilind" pêwendî bi gelek xwendekaran re daniye û pêwendî bi kîjan xwendekarê re danîbe hesabê wê yê medyaya civakiyî hîn bûye û bi piranî di ser van hesaban re peyam ji wan re şandiye. Xwendekarê, da zanîn ku Gozutok peyam ji gelek xwendekarên jin re şandiye û ev peyam li nav gelek kesî belav bûne, lê belê bûyerên tacizê bi piranî li odeya Gozutok qewimîne. 
 
Xwendekarê dîsa diyar kir ku Gozutok gelek caran gazî wê kiriye û gelek caran hatiye tacizkirin û got, niha hayê fakulteyê hemû pê heye. Xwnedekarê diyar kir ku gelek xwendekar dixwazin giliyê Gozutok bikin lê belê ditirsin û got: "Me xwest em giliyê wî bikin lê gelek xwendekaran digot 'pişta wî saxlem e û kesekî pir talûke ye'. Ji ber vê bi derengî ket". 
 
'GELEK XWENDEKAR TACIZ KIRIYE' 
 
Xwendekar, diyar kir ku giliyê Şakîr Gozutok kirine û got: "Min dibihîst ku heman tiştên hatine serê min hatine serê gelek xwendekaran jî. Li ser vê me hevdîtin bi hin mamosteyên xwe re çê kirine da em karibin çi bikin. Hin mamosteyan jî di dersê de digotin gava hûn bi tacizê re rû bi rû man divê hûn çi bikin. Piştî me ev peyam girt me serî li rêvebiriyê da. Bi qasî dizanim gelek xwendekarn hatine tacizkirin. Heta niha gelek xwendekarên jin ji ber vê daxwazname dane rêvebiriyê. Piştî serlêdanên me rektoriyê derbarê wî de lêpirsîna îdarî da destpêkirin". 
 
'GEF LÊ HATIN XWARIN' 
 
Her wiha derket holê ku Şakîr Gozutok 3 heb mele şandine mala bavê xwendekareke jin û jê xwestiye dev ji giliyê berdin û gef lê xwarine. Her wiha gelek caran jî telefonî wî kiriye û gef lê xwarine. Li ser vê bavê li qereqol û dozgeriyê giliyê Gozutok kir ku gefan lê dixwe. 
 
Piştî giliya bav û keçê dozgeriyê jî xwest kamerayên fakulteyê hemû bên lêkolînkirin. Li ser vê polîsan jî dest danî ser kamerayên fakulteyê. 
 
MA / Adnan Bîlen

Sernavên din

25/12/2019
10:47 Hevşaredar Ozdemîr bi beyana şahidê nepen ku wî nas nake hatiye girtin
10:38 Li ser sînorê Îranê cenazeyek din jî hat dîtin
10:32 Qedexeya ku hezar û 130 roj in li Wanê didome 15 rojên din jî hat dirêjkirin
10:31 Di 2019’an de daraz bi biryarên xwe bû rojeva sereke
10:27 Guneştekîn: Roboskî ji bo îktîdarê bû pratîkeke dijwar e
10:25 'Kurd vê carê ji bo yekîtiyê bi biryar û israr in'
10:05 'Erbane bûye qîrîna jina'
10:04 Wanî: Çi karê me li Sûriyeyê heye?
09:14 Hem hatin derbkirin hem jî ceza li wan hat birîn!
09:14 Ji ber tayînkirina qeyûm şermezar kirin ji kar hatin derxistin
09:06 Hindik maye zinar bi ser wan de bên!
09:05 ‘Heke jin bi rêxistin bûna Kurdistan nedibû çar perçe’
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2019'AN
24/12/2019
21:18 Hevseroka DBP'a Mêrdînê hat binçavkirin
19:10 Li Şirnexê kana madenê hilweşiya
17:41 Mala Çavdêriyê: Li Idlibê 8 sivîl hatin kuştin
16:15 TGB'ê bertek nîşanî dansa ‘Las Tesis' a jinan da
16:14 Ji ber nivîsa 'Leyla Guven rûmeta me ye' 3 meh ceza lê hat birîn
15:59 Îşkence li welatiyan hat kirin û bijîşk rapor neda welatiyan
15:45 Ji Amedê bang kirin: Mizrakli serbest berdin
14:55 Erdogan bi Johnson re Libyayê axivî
14:22 Dadgehê biryara dewama Kavala da
14:12 HDP'ê Yortuya Noelê û Cejna Yaldo pîroz kir
14:08 Zarokê gefên kuştinê lê hat xwarin û ew kirin sîxûr serboriya xwe vegot
13:52 Daneşîna girtiyên ku ketibûn greva birçîbûnê taloq bû
13:44 Temellî: Dema hilweşandina desthilatdariyê hatiye
13:32 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:20 Fîgen Yuksekdag: Daraz cezayê kujeran kêm dike û tolê ji siyasetmedaran digire
13:15 Cenazeyê penaberê ku li ser sînorê Îranê qefilîbû hat dîtin
13:06 Gergerlîoglû bersiv da Soylû: Bi sûcdarkirinê dixwaze xwe xelas bike
12:31 Li Çewlikê leşkeran bi ser mezrayekî de girt tundiyê li jinan kirin
11:49 Danişîna ewil a Selçûk Mizrakli sibê ye
11:42 Koçyîgît: Tecrîd hilberîna aqlê neçareserkirinê ye
11:01 Sibê dê Ferhenga Têgihên Hiqûqê bê danasîn
10:37 ‘Tu li ser fermana kê beşdarî çalakiyên HDP’ê bûyî’ ji Buluttekîn pirsî ne!
10:19 Sendîkayên Kedkaran: Sebebê qeyrana aborî şer e
10:02 Ji Bîrdal pêşniyara 'tifaqa demokrasiyê': Em li qadan bên gel hev
09:36 Ûzgel: Tirkiye, dixwaze xwe li Lîbyayê bigire
09:35 Neviyê Şêx Seîd: Çareserkirina pirsgirêkên li herêmê bi kongreya neteweyî pêkan e
09:22 Nebûn yek, çûn yek bi yek
Li Tirkiyeyê komkujiya veşarî: Di 2019'an de 1606 karker bûn qurbana patronan
09:15 Kesên nû dizewicin jî amûrên kelepûr dikirin
09:14 Dadgehê got, 'kuştina qesdî ya mihtemel', lê bi tawanbariya 'kuştina qisûrdar' doz hat vekirin
09:14 Serokê Komeleya Şêx Seîd: Divê kurd bi yekîtiyê bersiva êrîşa bidin
09:14 'Wê xebatên me hêviyê xurtir bikin'
09:13 Behsa pêkanînên li Girtîgeha Rihayê kir
09:08 Benzîn û motorîn zem bû
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2019'AN
23/12/2019
16:24 Siyasetmedaran dorpêç kirin û rojnamegeran jî bi mertalan asteng kirin
15:47 Ji ber vekirina pankartê 2 jin hatin binçavkirin
14:46 Xizma girtî binçav kirin
14:46 Hevşaredarên Sûrê hatin girtin
14:35 Li Licê qeyûm tayînî şûna 3 keyayan hatin kirin
14:15 Paylan: Wekilên AKP û MHP’ê jî dibêjin di butçeyê de fikare heye
14:03 Derbarê Ferhat Tûnç lêpirsîn hat destpêkirin
13:44 Danişîna doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat taloqkirin
11:54 Mikaîl Aslan: Seyît Riza roniya diçirise ya sedsalê ye
11:46 Hevşaredarên Sûrê sewqî edliyê kirin
11:31 Levent: Li Îdlibê ji bo Tirkiyeyê cih teng dibe
11:14 Bernameya 2'mîn Rojên Wêjeya Kurdî diyar bûn
10:48 Ahmet Kisa yê ker û lal ji bo dayika xwe girtî kampanya dide destpêkirin
10:45 Buldan: Di hedefa me de teslîmiyet tune, berxwedan heye
10:02 Gokkan: Jinên kurd dibêjin tu berjewendî ji yekitiya kurdan mezintir nîne
09:58 Dadgehê kuştina Bozderî yê 54 salî ku li mala xwe hat kuştin hiqûqî dît
09:02 Kaplan ê HDP’î: Qeyûm avakirina rejîma nû ye
09:02 Karkerê li kolanan xurdeyan ji çavan û krîzê bêzar e
09:02 Ji bo îşkencekar bên cezakirin 2 salin têdikoşe
09:02 ‘Sedema cinayetên jinan pergala patrîarkal e ku naxwaze îktîdar ji dest biçe'
09:02 Destê siyasetmedardên Kurd duh jî û îro jî di kelepçeyê de ye
09:00 ROJEVA 23'E KANÛNA 2019'AN
22/12/2019
22:22 Li Stenbolê zilamê 42 salî hevjîna xwe kuşt
21:34 Artêşa Sûriye ber bi Îdlibê ve pêşve diçe, sivil koç dikin
20:01 Ciwanên HDP'î li Mêrsîn û Edeneyê di konferansan de hatin cem hev
19:00 Meclîsa HDK'ê ya Stenbolê Hevberdevkên nû hilbijart
18:01 ANYAKAY-DER ji bo 10 kesên cenazeyên wan teslîmî malbatan kirin şîn danî
17:30 Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya sirgunî Girtîgeha Tarsusê kirin
16:00 Hevseroka Giştî ya KESK'ê: Li aliyekî yên ji xizaniyê întîhar dikin, li aliyê din yên 50 hezar didin xwarinê hene
14:45 Kedkaran li Amedê mîtîng li dar xistin. Pankarda li dijî şer nexistin qada mîtîngê
13:37 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Jin dê pêşengiya yekîtiya neteweyî bikin
13:34 Navê ODP'ê kirin Partiya Çep (Sol)
13:13 Hevseroka HDP'ê Bulut: Yên qedera Tirkiye û Rojhilata navîn biguhere em jin in
12:25 Asayîşa PDK’ê destûr nedan malbat cenaze bigirin
11:42 Cemxaneya li Amedê 14 meh in di tariyê de ye
11:34 Artêşa Neteweyî ya Libya dest danî ser keştiya personelên tirk
11:21 Danişîna doza JÎTEM'ê ya Kerboranê sibê ye: 3 rûniştine dozger li ku ye?
10:04 Salek Îmraliyê: Parêzeran 100 caran serlêdan kir tenê 5 ceran hevdîtin kirin
09:52 Rojnameya kurdî 'Xwebûn' dest bi weşanê kir
09:20 Nûnerên sendîkayan: Ji bo meaşê kêm divê em bi hev re tev bigerin
09:19 Profesorê Fakulteya Îlahiyatê gelek xwendekar taciz kirine
09:09 Cenazeyek çar caran hat definkirin
09:07 Hem xwendekarê zanîngehê ne, hem karker in
09:05 Çîrokên Demîrtaş kirin lîstika şanoyê
09:02 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2019'AN
21/12/2019
16:53 Bozgeyîk: Sedema herî girîng a krîzê polîtîkaya şer e
16:14 Ozsoy: Polisan Hevşaredar û kurê wê li erde direj kirin û çek xistin serê wan
16:01 ‘Bila girtiyê nexweş ê Wernicke-Korsakoff bê berdan'
15:51 Zuleyha Gulum: Divê jin her dem bi hêz bin
15:33 Di bîranîna Mereşê de banga ‘rûbirûbûnê’ hat kirin
15:18 Serokê AKP’a Midyadê îstîfa kir
15:17 Hevserokên HDP’a Enqereyê hatin bijartin
14:53 Şenoglû: Em bi tifaqa demokrasiyê dikarin pirsgirêkan çareser bikin