Profesorê Fakulteya Îlahiyatê gelek xwendekar taciz kirine 2019-12-22 09:19:08   WAN - Tê gotin li Hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Prof. Dr. Ş. Gozutok. gelek xwendekarên jin taciz kirine. Piştî hat gilîkirin Gozuktok jî gef li malbatan xwarin û derbarê wî de lêpirsîna îdarî dest pê kir.    Tê gotin Hîndekar û Serokê Perwerdehiya Zanista Dîn a Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Prof. Dr. Ş. Gozutok, gelek xwendekarên jin taciz kirine. Piştî xwendekaran serî li emniyet û dozgeriyê dan derket holê ku Gozutok bi salan e xwendekaran taciz dike. Demek berê xwendekarên jin li hev kom bûn û pêşî li Dekantiya Fakulteya Îlahiyatê, paşê li Rektoriyê giliyê Gozutok kirin. Xwendekaran dît ku tiştek nayê kirin vê carê kampanyayek dan destpêkirin.   Gozutok, endamê Weqfa Ensarê ye û di sala 2011'an de bernamzetê AKP'ê bû.    LÊPIRSÎNA ÎDARÎ DAN DESTPÊKIRIN    Li ser vê Rektoriyê, di meha Mijdarê de derbarê Gozutok de lêpirsîneke îdarî da destpêkirin. Piştî lêpirsîna îdarî dest pê kir vê carê Gozutok raporeke 45 rojan wergirt û destûr xwest. Gozutok, di dema lêpirsîna îdarî de yeko yeko navê xwendekarên giliyê wî kirine hîn dibe û radibe pêwendiyê bi malbatên hin xwendekaran re çê dike û dixwaze dev ji giliya xwe berdin. Tê gotin Gozutok hin kesên cuda bi ser malbatên xwendekaran dişîne û gefan li wan dixwe.    XWENDEKARÊN JIN GILÎ KIRIN    Piştî gefan malbat bi tacizê hesiyan. Malbeteke ku bi keça xwe re xeber da, jê xwest rojek berî rojekê giliyê Gozutok bike. Xwendekara jin û bavê xwe çûn dozgeriyê û qereqolê û giliyê Gozutok kirin. Piştî vê bûyera tacizê aşkere bû. Piştî vê serlêdanê derket holê ku heta niha Gozutok bi dehan xwendekarên jin taciz kiriye. Malbatê pêşî serî li dozgeriyê da û paşê berê malbatê dan qereqolê. Xwendekarek ku li qereqolê giliyê Gozutok kir, çi hatibe serê wê hemû gotin.    Xwendekara jin di giliya xwe de diyar kir ku Gozutok hem di ser medyaya civakî hem jî li odeya xwe ew taciz kiriye. Xwendekarê anî ziman ku nne tenê ew bi dehan xwendekarên jin hatine tacizkirin û got, Gozutok bi hinceta "lîsansa bilind" pêwendî bi gelek xwendekaran re daniye û pêwendî bi kîjan xwendekarê re danîbe hesabê wê yê medyaya civakiyî hîn bûye û bi piranî di ser van hesaban re peyam ji wan re şandiye. Xwendekarê, da zanîn ku Gozutok peyam ji gelek xwendekarên jin re şandiye û ev peyam li nav gelek kesî belav bûne, lê belê bûyerên tacizê bi piranî li odeya Gozutok qewimîne.    Xwendekarê dîsa diyar kir ku Gozutok gelek caran gazî wê kiriye û gelek caran hatiye tacizkirin û got, niha hayê fakulteyê hemû pê heye. Xwnedekarê diyar kir ku gelek xwendekar dixwazin giliyê Gozutok bikin lê belê ditirsin û got: "Me xwest em giliyê wî bikin lê gelek xwendekaran digot 'pişta wî saxlem e û kesekî pir talûke ye'. Ji ber vê bi derengî ket".    'GELEK XWENDEKAR TACIZ KIRIYE'    Xwendekar, diyar kir ku giliyê Şakîr Gozutok kirine û got: "Min dibihîst ku heman tiştên hatine serê min hatine serê gelek xwendekaran jî. Li ser vê me hevdîtin bi hin mamosteyên xwe re çê kirine da em karibin çi bikin. Hin mamosteyan jî di dersê de digotin gava hûn bi tacizê re rû bi rû man divê hûn çi bikin. Piştî me ev peyam girt me serî li rêvebiriyê da. Bi qasî dizanim gelek xwendekarn hatine tacizkirin. Heta niha gelek xwendekarên jin ji ber vê daxwazname dane rêvebiriyê. Piştî serlêdanên me rektoriyê derbarê wî de lêpirsîna îdarî da destpêkirin".    'GEF LÊ HATIN XWARIN'    Her wiha derket holê ku Şakîr Gozutok 3 heb mele şandine mala bavê xwendekareke jin û jê xwestiye dev ji giliyê berdin û gef lê xwarine. Her wiha gelek caran jî telefonî wî kiriye û gef lê xwarine. Li ser vê bavê li qereqol û dozgeriyê giliyê Gozutok kir ku gefan lê dixwe.    Piştî giliya bav û keçê dozgeriyê jî xwest kamerayên fakulteyê hemû bên lêkolînkirin. Li ser vê polîsan jî dest danî ser kamerayên fakulteyê.    MA / Adnan Bîlen