Keça Taybet Înan: Ma pêkan e mirov vê hovîtiyê ji bîr bike?

  • rojane
  • 10:58 18 Kanûn 2019
  • |
img

ŞIRNEX – Taybet Înan a 57 salî di qedexeya navçeya Silopiyê ya14'ê kanûna 2016'an de hatibû kuştin. Piştî hat kutin cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hatibû hiştin. Wê demê Wezaretê gotibû "Jênerevîna dawî" û parastin kiribû. Dadgehê gotibû “sempatîzana PKK'ê", Parêzer Ramazan Demîr gotibû “Ji biryarên dadgehê bê wîcdanî diherike" û Keça Înan’jî gotibû “Ma pêkan e mirov vê hovîtî ji bîr bike?" 

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Di roja 5’emîn a qedexeyê de esker û polîsan gule reşandibûn û di êrîşê de dayika 57 salî Taybet Înan (Dayika Taybet) û tiyê wê yê 53 salî Yusuf Înan jiyana xwe ji dest dabûn. Di ser kuştina Taybet Înan û Yusuf Înan re 4 sal derbas bûn. Piştî Taybet Înan hat kuştin cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma. Dema cenazeyê Taybet û Yusuf Înan hatin definkirin, tenê destûr da ku 2 kurê wê û birayê wê tev li merasima cenaze bibin. Keça Taybet Înan Hezne Înan jî di "Jêrzemina Cizîrê de di nava 177  kesan de jiyana xwe ji dest dabû. 
 
WEZARETÊ BI GOTINA "JÊNEVEGERA DAWÎ' PARASTIN KIRIBÛ 
 
Piştî Taybet Înan û Yusuf Înan hatin kuştin heta niha têkildarî lêpirsînê de tu gav nehatin avêtin. Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê yê Silopiyê heta niha bi encam nebû. Kuştina Taybet Înan û cenazeyê wê yê 7 rojan li derve hat hiştin, di rojeva cîhanê de cihê xwe girt. Midûriyeta Polîsan a Sîlopiya parastina xwe kir û got: "Piştî 6 rojan agahiya me jê çêbû. Di bedena Dayika Taybet de şopa 10 guleyan hatibû dîtin. Dozgeriyê bersîv da Wezareta Dadê û parast ku mirov ji aliyê hêzên ewlehiyê ve nayên kuştin. Piştî Taybet Înan û Yusuf Înan hatin kuştin, Wezîrê Karên Hundir li hemberî lêpirsîna li wan hat vekirin parastin kirin û got “Encama tedbîrên jêneveger ên der barê parastina Taybet Înan û xizmên wê de pêk hatiye". Doza li Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê hat vekirin jî hat redkirin. Heyeta dadgehê jî Taybet Înan wekî “Sempatîzanê PKK'ê" pênase kir û got: "Di otopsiya Taybet Înan de derket holê ku wêneyê  Abdullah Ocalan pêre heye. Rastî daneyên ku sempatizana PKK'ê ye hatine." 
 
HEMÛ DANE NÎŞAN DIDIN KU POLÎS Û ESKERAN TAYBET ÎNAN KUŞTIYE
 
Di lêpirsîna têkildarî kuştina Taybet Înan û Yusuf Înan de hemû dane û agahî nîşan didin ku polîs û eskeran ew kuştine. Li gel ku 4 sal derbas bûn jî heta niha gavek şênber nehatiye avêtin. Parêzerê malbatê Ramazan Demîr, anî ziman ku wan der barê Wezareta Karên Hundir de doz vekir, lê wezaretê parast ku gule ji panzêrê nehatiye avêtin û guleya ji panzêrê hatiye avêtin red kir. Dozgeriyê parast ku Înan ji aliyê endamê rêxistinê ve hatiye kuştin. Heyeta TÎHV'ê jî li ser kuştina Taybet Înan rapora çavdêriya parve kir û gotibû Înan ji aliyê sekvan ve hatiye kuştin. Li gorî rapora atopsiyê ya 25'ê Kanûna 2015'an li ser bedena Taybet Înan şopa 10 guleyên çekê hat dîtin. Disa diyar kir ku cureyên guleyên zêde yên çekan bûye sedema kuştina wê. Di raporê de hat diyar kirin ku gule ji dûr ve hatine avêtin. Hemû dayenên rapora otopsiyê nîşan da ku Taybet Înan ji aliyê esker û polîsan ve hatiye kuştin. 
 
‘MUDAXALE KIRIBÛNA DÊ NIHA SAX BÛYE' 
 
Prz. Ramazan Demîr jî anî ziman ku ger ambulans çûbaya cihê bûyerê û Taybet Înan rakiribûna nexweşxaneyê, dê niha sax bûya û wiha got: “Ne gotin bila ambulans biçe cihê Înan lê birîndar bûye. Gotin bila Înan bînin cihê ambulansê. Di heman şevê de parlanentera HDP'ê ya Şirnexê saet di 20.28’an de li 112’an geriya û saet di 20.29’an de ambulans ketiye nava tevgerê. Li gorî qeydên nexweşxaneyê te famkirin ku ambulans qet neçûye cihê bûyerê. Di qeydan de tê gotin 'Bi hinceta ‘nebirine herêma ewle' ‘Encam: peyvir betal bûye'' derbas dibe. Taybet Înan û Yusun Înan piştî birîndar bûn bi saetan li benda ambulansê li erdê man. Lê ji ber ambulans neçû cihê bûyerê Taybet Înan û Yusuf Înan, jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê yekê ger ku ambulans di dema xwe de çûbûya cihê bûyerê dê îro Taybet Înan û Yusuf Înan sax bûna." 
 
‘ME EV ŞAŞÎ DI ROBOSKIYÊDE JÎ DÎT' 
 
Prz. Demîr, da zanîn ku wan heman bûyer di komkujiya Roboskê de jî dît û wiha lê zêde kir: "Piştî kuştina Înan ezîyata mezin li malbatê kirin. 7 rojan malbatê tu muhatab neditin. Di doza li Dadgeha Îdarî hat vekirin de Wezareta Parastinê parast ku mayîna mayîna cenaze ya 7 rojan li erdê ne keyfî ye. Demir, da zanîn ku li gorî parastina wezaretê qedexeya derketina kolanan ji bo ewlehiya sivîlan hatiye îlankirin û tu sivîl ji aliyê polîs û eskeran ve nehatiye kuştin û wiha got: "Wezaret vê yekê jî wekî "Jêneveger' diparêze. Em vê yekê ji bûyera Roboskiyê dizanin. Ji ber vê şaşiya jêneveger niha dosya betal bûye. Dema em li bûyerê dinerin gelek kesên hatin kuştin sivîl in. Ev yek di raporên parazvanên mafên mirovan de jî xuya dibe." 
 
‘BIRYAREK BÊ WÎCDANÎ YE' 
 
Prz, anî ziman ku sosretiya hiqûqê ya herî mezin jî bi biryara Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê ve girêdayî ye û wiha got: "Dadgehê doza tazmînatê red kiriye. Di biryara dadgehê de bê wîcdanî heye. Li ber çavê hemû Tirkiyeyê Taybet Înan hat kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma. Ne di lêpirsîna dozgeriyê de û ne jî di dadgeha îdari de em dibînin ku lêpirsînak rast û berfireh nehatiye kirin. li gorî nêzîkatiya dewlet û dozgeriyê hemû kesên di qedexeya derketina kolanan de hatin kuştin, endamên rêxistinê ne. Ji bo kesên hatin kuştin û nikarin wekî Taybet Înan bêjin endamên rêxistinê ne jî, dibêjin ji aliyê rêxistinê ve hatine kuştin û parastina xwe dikin. Em dê heta dawî şopdarê vê dozê bin. 
 
‘MA PÊKAN E MIROV VÊ HOVÎTIYÊ JI BÎR BIKE'
 
Keça Taybet Înan Halîme Akin jî diyar kir ku dayika wê 4 sal berê li kolanê hat kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma û wiha got: "Ez tu carî wê kêliya ku dayika min hat kuştin ji bîr nakim. Dema min ew xêliya spî ji ser wê rakir ez wî halê dayika xwe tu car ji bîr nakim. Tu car ew dîmen ji ber çavê min naçe. Min dît dayika min pir xweşik razabû. Dema ez bi wî halî vegeriyam malê, min dît mamê min jî birîndar li malê ye. Min mamê xwe li ser doşekê hişt û li polîsan geriyan. Me got mirî û birîndarên me hene. Piştî em li midûriyeta polîsan geriyan bêtir gule li ser me reşandin. Amîrê polîsan got 'Kesê birîndar bînin sûkê.' Me jî got 'Ger ku me kariba bianiya em nedigeriyan. Piştre dîsa zêdetir gule li ser me reşandin. Ji ber ku tiştek ji destê me nedihat dil û kezeba me perçe dibû. Ma pêkan e mirov vê hovîtîyê ji bîr bike? Em ê di rêya ku dayika min têde meşiya ye bimeşin. Em tu carî dest jê bernadin. Heta dawî em ê di rêya wê de bimeşin. Em dê li pêş hiqûqê hesab ji berpirsiyaran bipirsin." 
 
MA / Ahmet Kanbal – Müjdat Can

Sernavên din

21/12/2019
14:42 Dayikên Şemiyê: Em destûr nadin bi destê darazê lêgerîna me ya edaletê asteng bikin
14:30 Xizmên windayan li aqûbeta Bahçecî û Kartal pirsîn
13:43 Tayînkirina qeyûm a Sûrê şermezar kirin: Em e çongê daneynin
13:20 Buldan: Êdî dawiya zilmkar û AKP’ê tê
12:43 Li Amedê zarokek mirî hat dîtin
12:32 HDP'ê li Wanê Konferansa herema Serhedê li dar xist
12:13 Saruca: Binçavkirin û girtinê dikin hinceta tayînkirina qeyûm
11:58 Serlêdana malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
11:06 Qeyûmê sêyemîn tayînî Şaredariya Sûrê kirin
10:34 Rûsya û Çînê alîkariya ji bo Sûriyê ‘veto’ kir
10:28 Rojnameger Evran: Mudaxaleya Lîbya dibe îqtîdara Erdogan hilweşîne
10:26 Endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê: Hiqûqa AKP’ê di dewrê de ye
09:47 Di pêşengeha ‘Jûra Bîrê’ de balê dikişîne ser bîra 100 salî
09:23 HDP'ê bi demokrasiyê hevşaredar hilbijartin
AKP'ê jî qeyûm tayin kirin û hevşaredar girtin
09:22 Qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin
09:00 Li Dîlokê karkerek bû qurbana kar
09:00 Nûçeyên di rojnameyê de xistin stuyê belavkar: Tê xwestin 7 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji ber rojnameya kurdî doz li rêvebirên komeleyê vekirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2019'AN
20/12/2019
19:47 Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr jî hat binçavkirin
16:28 ‘Ji bo tespîtkirina kujerên Elçî tu hewldan nayên kirin’
16:06 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga mitîngê
16:02 Nobeta Edaletê vê carê li Edeneyê bû: Cînayeta jinê polîtîk e
16:02 Rêveberê HDP’a Mêrdînê hat berdan
15:39 Cara duyem êrişî avahiya HDP’a Pasûrê kirin
15:07 Dê Komeleya Şêx Seîd serlêdana sûc bike
14:54 Doza Nisêbînê: Li dayika 5 zarokan a mala xwe terk nekir 10 sal ceza birîn
14:07 Qaçaxçiyên mirovan dest dirêjî medya civakî kirin
13:57 Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Wezîrê Karê Navxweyî dijminê kurdan e
13:28 HDP: Divê êzidî vegerin xaka xwe û piştevaniya pergala demokratîk bikin
12:48 3 endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê ji wezîfeyê hatin dûrxistin
12:24 Polîsan li wekîla HDP'ê û encûmenên Sûrê dan
12:12 Rojhilata Navîn ketiye etra canê xwe Tirkiye ketiye etra ‘YPG’ê
12:11 Ceylan: Em ê faşîzma qeyûman têk bibin
11:41 Baroya Amedê: Em pêkanînên vîna gel tune dihesibînin qebûl nakin
11:24 Piştî şerê li Mêrdînê 6 gundî hatin binçavkirin
11:03 Rêxistinên rojnamegeran: Azîz Oruç 'terorize' kirin û girtin
10:40 Dadgehê Meletiyê ceza da rêveberên ÎHD û HDP’ê
10:20 Polîsan çek xist serê Hevşaredara Sûrê Buluttekîn!
09:20 Wê Meclîsa Ciwanan a Qersê ji bo bajêr projeyan çê bike
09:19 Îtiraza ji bo dosyeya Alî Bagdûr hat qebûlkirin
09:18 'Girtiyên pêkanînên kêfî qebûl nakin tên sirgûnkirin'
09:18 Ji dêvla polîsan derbarê ciwanên hatin derbkirin de îdianame amade kir
09:17 Tarîfa vê êşê çi ye? Çawa tê tarîfkirin?
09:16 Farqînî: Em ê bi saya zimanan biratiyê pêk bînin
09:15 Li Amedê di salekê de 9 jin hatine kuştin û hezar û 792 jê jî bi şidetê re rû bi rû mane
09:15 Xana Hesen Paşa jî tê texrîbkirin!
09:14 2019: Berxwedana zindanan deriyê Îmraliyê vekir
Ocalan disa muzakere û îtîfaqa demokratîk xwest
Hikûmetê dîsa deriyê Îmraliyê girt û dest bi şer û tayînkirina qeyûman kir
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2019'AN
08:19 Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn hat binçavkirin
19/12/2019
18:32 Ciwanê hat îşkencekirin girtin
17:03 Dayika Taybet bi bîr anîn
17:01 Dayikên Laçik Spî ku tên darizandin îşkenceya li wan hatiye kirin vegotin
15:41 Ûca êrîşa li dijî Êzidiyan bir Meclisê
15:38 Îşkence ji binçavkiriyan dirêjî heta ferdên malbatê bûye
15:26 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:58 ‘Em ê li gel Azîz Orûç û rojnamegerên din bin’
13:51 HDP: Ji bo ku 19'ê Kanûnê dubare nebin divê ders bên derxistin
13:38 Danezana 'Krîza Aborî' qedexe kirin
12:49 Jin li konferansê hatin gel hev
12:36 Ji doza Leylaya 4 salî kesek tahliye bû
11:58 Rêveberiya girtîgehê bi nîşeya 'xala qedexe' pirtûkan naxin girtîgehê
11:31 21 kesên hatibûn binçavkirin12 roj şûnde sewqî edliyê kirin
10:55 Ercan Kanar: Bêdengiya ji bo Îmraliyê wêrekî da hikûmetê
10:51 Ji Dersimê berteka li dijî Partiya Vatanê: Seyîd Riza bîr û nirxê gel e
10:44 Zarokên astengdar: Bila dayika me serbest bê berdan
09:24 OHD'ê ji bo malbata hat îşkencekirin gilî kir
09:23 'Erdogan, di mijara penaberan de aqlê xwe da der'
09:23 Gardiyan gefa li girtiyan dixwin: Hûn kî ne? Em ê we geber bikin!
09:16 ‘Tehde li girtiyên nexweş tê kirin'
09:14 Dayika ku hestiyên kurê xwe dîtin: 25 sal şûnde giham kurê xwe
09:11 Îdianameya derbarê mirina Şen a 12 salî hat îadekirin
09:10 Jinên Licê kooperatîfek ava kirin
09:08 Qeyûmên Mêrdînê 288 karker ji kar derxistine
09:06 Gardiyan ji girtiyan re got: Em ê ser we ne, em çi bixwazin hûn mecbûr in bikin
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2019'AN
18/12/2019
21:41 2 hevşaredar hatin girtin
18:42 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê
17:21 Yuksekdag: Ez du caran girtî me
16:52 Çalakiya ji bo Ceren Ozdemîr dîsa hat astengkirin
16:04 Li Meletiyê 5 jin hatin berdan
15:45 Bozgeyîk: Li dijî baca bê însaf, bê ewlehî û xizaniyê têbikoşin
14:59 Ebdî: Em amade ne pêşwaziya penaberên Sûriyê bikin
14:58 Uca: Berpirsiyarê êrişa li dijî Êzîdiyan dewlet e
14:57 ‘Em cihaneke ku zarok di kîsên cenazeyan de tên rêzkirin naxwazin'
14:28 Taşdemîr: Wê kujerên Cizîrê jî wek ên Srebrenitsa werin darizandin
13:45 Binçavkiriyên li Mêrdînê birin dadgehê
13:33 Li Qoserê girtina hevşaredar Yilmaz hat şermezarkirin
13:20 Walîtiya Mûşê çalakiyên ji bo tayînkirina qeyûman qedexe kir
13:06 Alîkarê midur ku bi îstismara zayendî tê sûcdarkirin, salek cezayê "rawestandina astê" girt
13:02 Rojnameger Azîz Oruç girtin
12:15 Nasnameya 3 polîsên îşkencekar hat tespîtkirin
12:02 Hevşaredar Sarûca û Yalçin anîn Edliyeyê
11:56 HDP beriya kongreya xwe li Amedê konferans li dar dixe
11:29 Li Ocalan û sê girtiyên din cezayên dîsîplînê birîn
11:28 7 rojnamegerên ji doza ‘Mûsa Çîtîl’ dihatin darizandin hatin beratkirin
10:58 Keça Taybet Înan: Ma pêkan e mirov vê hovîtiyê ji bîr bike?
10:44 Arikan qala komkujiya 19'ê Kanûnê kir: Îro hê bi xoftir e
10:18 Nûnerên partiyên siyasî: Dem dema rizgarbûna ji AKP’ê ye
09:30 Ev der ne kêmî Çernobîlê ye!