Keça Taybet Înan: Ma pêkan e mirov vê hovîtiyê ji bîr bike? 2019-12-18 10:58:40 ŞIRNEX – Taybet Înan a 57 salî di qedexeya navçeya Silopiyê ya14'ê kanûna 2016'an de hatibû kuştin. Piştî hat kutin cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hatibû hiştin. Wê demê Wezaretê gotibû "Jênerevîna dawî" û parastin kiribû. Dadgehê gotibû “sempatîzana PKK'ê", Parêzer Ramazan Demîr gotibû “Ji biryarên dadgehê bê wîcdanî diherike" û Keça Înan’jî gotibû “Ma pêkan e mirov vê hovîtî ji bîr bike?"  Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Di roja 5’emîn a qedexeyê de esker û polîsan gule reşandibûn û di êrîşê de dayika 57 salî Taybet Înan (Dayika Taybet) û tiyê wê yê 53 salî Yusuf Înan jiyana xwe ji dest dabûn. Di ser kuştina Taybet Înan û Yusuf Înan re 4 sal derbas bûn. Piştî Taybet Înan hat kuştin cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma. Dema cenazeyê Taybet û Yusuf Înan hatin definkirin, tenê destûr da ku 2 kurê wê û birayê wê tev li merasima cenaze bibin. Keça Taybet Înan Hezne Înan jî di "Jêrzemina Cizîrê de di nava 177  kesan de jiyana xwe ji dest dabû.    WEZARETÊ BI GOTINA "JÊNEVEGERA DAWÎ' PARASTIN KIRIBÛ    Piştî Taybet Înan û Yusuf Înan hatin kuştin heta niha têkildarî lêpirsînê de tu gav nehatin avêtin. Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê yê Silopiyê heta niha bi encam nebû. Kuştina Taybet Înan û cenazeyê wê yê 7 rojan li derve hat hiştin, di rojeva cîhanê de cihê xwe girt. Midûriyeta Polîsan a Sîlopiya parastina xwe kir û got: "Piştî 6 rojan agahiya me jê çêbû. Di bedena Dayika Taybet de şopa 10 guleyan hatibû dîtin. Dozgeriyê bersîv da Wezareta Dadê û parast ku mirov ji aliyê hêzên ewlehiyê ve nayên kuştin. Piştî Taybet Înan û Yusuf Înan hatin kuştin, Wezîrê Karên Hundir li hemberî lêpirsîna li wan hat vekirin parastin kirin û got “Encama tedbîrên jêneveger ên der barê parastina Taybet Înan û xizmên wê de pêk hatiye". Doza li Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê hat vekirin jî hat redkirin. Heyeta dadgehê jî Taybet Înan wekî “Sempatîzanê PKK'ê" pênase kir û got: "Di otopsiya Taybet Înan de derket holê ku wêneyê  Abdullah Ocalan pêre heye. Rastî daneyên ku sempatizana PKK'ê ye hatine."    HEMÛ DANE NÎŞAN DIDIN KU POLÎS Û ESKERAN TAYBET ÎNAN KUŞTIYE   Di lêpirsîna têkildarî kuştina Taybet Înan û Yusuf Înan de hemû dane û agahî nîşan didin ku polîs û eskeran ew kuştine. Li gel ku 4 sal derbas bûn jî heta niha gavek şênber nehatiye avêtin. Parêzerê malbatê Ramazan Demîr, anî ziman ku wan der barê Wezareta Karên Hundir de doz vekir, lê wezaretê parast ku gule ji panzêrê nehatiye avêtin û guleya ji panzêrê hatiye avêtin red kir. Dozgeriyê parast ku Înan ji aliyê endamê rêxistinê ve hatiye kuştin. Heyeta TÎHV'ê jî li ser kuştina Taybet Înan rapora çavdêriya parve kir û gotibû Înan ji aliyê sekvan ve hatiye kuştin. Li gorî rapora atopsiyê ya 25'ê Kanûna 2015'an li ser bedena Taybet Înan şopa 10 guleyên çekê hat dîtin. Disa diyar kir ku cureyên guleyên zêde yên çekan bûye sedema kuştina wê. Di raporê de hat diyar kirin ku gule ji dûr ve hatine avêtin. Hemû dayenên rapora otopsiyê nîşan da ku Taybet Înan ji aliyê esker û polîsan ve hatiye kuştin.    ‘MUDAXALE KIRIBÛNA DÊ NIHA SAX BÛYE'    Prz. Ramazan Demîr jî anî ziman ku ger ambulans çûbaya cihê bûyerê û Taybet Înan rakiribûna nexweşxaneyê, dê niha sax bûya û wiha got: “Ne gotin bila ambulans biçe cihê Înan lê birîndar bûye. Gotin bila Înan bînin cihê ambulansê. Di heman şevê de parlanentera HDP'ê ya Şirnexê saet di 20.28’an de li 112’an geriya û saet di 20.29’an de ambulans ketiye nava tevgerê. Li gorî qeydên nexweşxaneyê te famkirin ku ambulans qet neçûye cihê bûyerê. Di qeydan de tê gotin 'Bi hinceta ‘nebirine herêma ewle' ‘Encam: peyvir betal bûye'' derbas dibe. Taybet Înan û Yusun Înan piştî birîndar bûn bi saetan li benda ambulansê li erdê man. Lê ji ber ambulans neçû cihê bûyerê Taybet Înan û Yusuf Înan, jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê yekê ger ku ambulans di dema xwe de çûbûya cihê bûyerê dê îro Taybet Înan û Yusuf Înan sax bûna."    ‘ME EV ŞAŞÎ DI ROBOSKIYÊDE JÎ DÎT'    Prz. Demîr, da zanîn ku wan heman bûyer di komkujiya Roboskê de jî dît û wiha lê zêde kir: "Piştî kuştina Înan ezîyata mezin li malbatê kirin. 7 rojan malbatê tu muhatab neditin. Di doza li Dadgeha Îdarî hat vekirin de Wezareta Parastinê parast ku mayîna mayîna cenaze ya 7 rojan li erdê ne keyfî ye. Demir, da zanîn ku li gorî parastina wezaretê qedexeya derketina kolanan ji bo ewlehiya sivîlan hatiye îlankirin û tu sivîl ji aliyê polîs û eskeran ve nehatiye kuştin û wiha got: "Wezaret vê yekê jî wekî "Jêneveger' diparêze. Em vê yekê ji bûyera Roboskiyê dizanin. Ji ber vê şaşiya jêneveger niha dosya betal bûye. Dema em li bûyerê dinerin gelek kesên hatin kuştin sivîl in. Ev yek di raporên parazvanên mafên mirovan de jî xuya dibe."    ‘BIRYAREK BÊ WÎCDANÎ YE'    Prz, anî ziman ku sosretiya hiqûqê ya herî mezin jî bi biryara Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê ve girêdayî ye û wiha got: "Dadgehê doza tazmînatê red kiriye. Di biryara dadgehê de bê wîcdanî heye. Li ber çavê hemû Tirkiyeyê Taybet Înan hat kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma. Ne di lêpirsîna dozgeriyê de û ne jî di dadgeha îdari de em dibînin ku lêpirsînak rast û berfireh nehatiye kirin. li gorî nêzîkatiya dewlet û dozgeriyê hemû kesên di qedexeya derketina kolanan de hatin kuştin, endamên rêxistinê ne. Ji bo kesên hatin kuştin û nikarin wekî Taybet Înan bêjin endamên rêxistinê ne jî, dibêjin ji aliyê rêxistinê ve hatine kuştin û parastina xwe dikin. Em dê heta dawî şopdarê vê dozê bin.    ‘MA PÊKAN E MIROV VÊ HOVÎTIYÊ JI BÎR BIKE'   Keça Taybet Înan Halîme Akin jî diyar kir ku dayika wê 4 sal berê li kolanê hat kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma û wiha got: "Ez tu carî wê kêliya ku dayika min hat kuştin ji bîr nakim. Dema min ew xêliya spî ji ser wê rakir ez wî halê dayika xwe tu car ji bîr nakim. Tu car ew dîmen ji ber çavê min naçe. Min dît dayika min pir xweşik razabû. Dema ez bi wî halî vegeriyam malê, min dît mamê min jî birîndar li malê ye. Min mamê xwe li ser doşekê hişt û li polîsan geriyan. Me got mirî û birîndarên me hene. Piştî em li midûriyeta polîsan geriyan bêtir gule li ser me reşandin. Amîrê polîsan got 'Kesê birîndar bînin sûkê.' Me jî got 'Ger ku me kariba bianiya em nedigeriyan. Piştre dîsa zêdetir gule li ser me reşandin. Ji ber ku tiştek ji destê me nedihat dil û kezeba me perçe dibû. Ma pêkan e mirov vê hovîtîyê ji bîr bike? Em ê di rêya ku dayika min têde meşiya ye bimeşin. Em tu carî dest jê bernadin. Heta dawî em ê di rêya wê de bimeşin. Em dê li pêş hiqûqê hesab ji berpirsiyaran bipirsin."    MA / Ahmet Kanbal – Müjdat Can