Nûnerên partiyên siyasî: Dem dema rizgarbûna ji AKP’ê ye

  • rojane
  • 10:18 18 Kanûn 2019
  • |
img

STENBOL – Nûnerên partiyên siyasî krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyê nirxandin û gotin heke muxalefet bi hev re gav biavêje dema rizgarbûna ji AKP’ê hatiye.

Nûnerên partiyên siyasî rewşa krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyê, polîtîkaya zextên li ser muxalefetê, tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê û banga hilbijartina pêşwext nirxandin û diyar kirin ku êdî pîneyên AKP’ê kêl nagire û girîngiya avakirina navendek têkoşîna bi hev re anîn ziman. 
 
PARTIYA ŞOREŞGER: AKP EMRÊ XWE TIJE KIRIYE 
 
Hevseroka Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren banga hilbijartina pêşwext nirxand û got AKP emrê xwe tije kiriye û kêliyên xwe dawî dileyîze. Oneren diyar kir ku AKP bi rojevên cuda dixwaze xwe hêj li ser pêya bigire û ew banga hilbijartina pêşwext a HDP’ê di cih de dibînin û pişgiriyê didinê. Oneren anî ziman ku li Tirkiyê geşedanên germ diqewimin û divê ew jî ew jî bi rola xwe ya kirdebûn û çareseriyê tevger bikin. 
 
SYKP: BANGA HILBIJARTINA PÊŞWEXT BANGA ME HEMÛYAN E 
 
Hevseroka Partiya Rizgariya Jinûve Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce jî destnîşan kir ku bêkarî û krîza aborî ya ku her diçe kûr dibe bêçareserî maye û wiha got: “Her ku diçe ev yek kûr dibe. Ev ne bes in, îqtîdar dixwaze muxalefetê jî bifetisîne. Em beşdarî banga hilbijartina pêşwext a HDP’ê dibin. Banga vê hilbijartina pêşwext banga bindest, kedkar û yên ji vê rewşê ne memnûn in e. Êrişî jinan dikin û binçav dikin. Jin jî dibêjin ‘hûn nikarin birêve bibin, hûn nikarin kuştina jinan rawestînin dev jê berdin em birêve bibin.’ Li her qada jiyanê ev bang ku nikarin birêve bibin heye. Ji bo vê yekê ez banga HDP’ê ya hilbijartina pêşwext watedar dibînim. Lazime em her tim destnîşan bikin ku îqtîdar bi krîza nebirêveberiyê re rû bi rû maye.”
 
YSGP: PÎNEYÊN ÎQTÎDARÊ NAYÊN KÊLKIRIN 
 
Hevserokê Partiya Pêşeroja Kesk a Çep (YSGP) Sînan Tûtal jî da zanîn ku piştî hilbijartina 31’ê Adarê bloka AKP û MHP’ê rêjeyek micid deng winda kirine û got: “Ev blok bi krîza borî û siyasî re dihele. Wek kamyona ku nikare frên bigire. Berjêr dibe. Ew jî di ferqa vê yekê de ne. Ji bo vê aloziyê ji holê rakin gelek tişt anîn rojevê. Ji bo vê aloziyê akin qeyûm û şerê Sûriyê xistin meriyetê. Armanca wan ew e ku muxalefetê bikişînin cem xwe û ser krîzan biniximînin. Tevî van hemûyan jî îqtîdar nikare pîneyên xwe kêl bike û helandina wê didome.” 
 
'PÊWÎSTE BI HEV RE TEVGERKIRIN HEBE’ 
 
Tûtal anî ziman ku rizgariya ji vê zîhniyeta paşverû û zextdar têkoşîna bi rêya demokratîk e û wiha got: “Daxwaza hilbijartina pêşwext a ku HDP’ê anî rojevê lazime bibe rojeva sereke. Vê banga HDP’ê di cih de ye. Ji bo ev rojev xurt bibe lazime muxalefet hemû piştgiriya hev bike û bi hev re tevger bike.” 
 
SEP: LI CÎHANÊ PÊLA RAPERÎNAN DIQEWIME 
 
Seroka Giştî ya Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) Guneş Gumuş jî da zanîn ku ew di serdemek pêla raperîna kedkaran li dinyayê bilind dibe de derbas dibin û got: “Ji Rojhilata Navîn bigire heta Amerîkaya Latîn van serî rakirinan xwe daye nîşandan. Ji Lubnanê heta Şîliyê nerazîbûn bilind dibe. Di vê serdemê de jî AKP bi awayê polîtîk zeîf dibe. Gel ji krîza aborî bi nerazîbûn e. Yên ji AKP’ê dilê wan maye keştiya AKP’ê di nîvê rê de hiştine. AKP dixwaze hemû tengasiyên ketiye navê bi zexta li ser siyasetmedarên kurd xwe jê xelas bike. Dema rizgarbûna ji AKP’ê hatiye. AKP dijminê elewî, kurd, jin û kedkaran e.” 
 
EMEP: LAZIME NAVENDA TÊKOŞÎNA HEVPAR WERE AVAKIRIN 
 
Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan jî diyar kir ku AKP rejîma xwe ya siyasî li ser polîtîkayên zext, tundî, dijwarî, zayendperest, pevçûnxwaz û şerxwaz ava kiriye û got: “Her kesê ku mafê xwe û aştiyê dixwaze û diparêz e di armanca êrişên wan de ye. AKP ji çareseriya hemû pirsgirêkan dûr e. Hêvî û bendewariya başkirina rewşa Tirkiyê û çareseriyê ya tu kesî ji AKP’ê nemaye. Lê bi têkoşîn û berxwedana hêza gel, hêzên ked û demokrasiyê destekftî mimkin e. Li dijî polîtîkayên îqtîdarê afirandiye lazime navendek têkoşîna hevpar were avakirin û di çarçoveya esasê têkoşînek hevpar de xebat were kirin.” 
 
MA / Mehmet Halît Çetînbaş 

Sernavên din

21/12/2019
14:42 Dayikên Şemiyê: Em destûr nadin bi destê darazê lêgerîna me ya edaletê asteng bikin
14:30 Xizmên windayan li aqûbeta Bahçecî û Kartal pirsîn
13:43 Tayînkirina qeyûm a Sûrê şermezar kirin: Em e çongê daneynin
13:20 Buldan: Êdî dawiya zilmkar û AKP’ê tê
12:43 Li Amedê zarokek mirî hat dîtin
12:32 HDP'ê li Wanê Konferansa herema Serhedê li dar xist
12:13 Saruca: Binçavkirin û girtinê dikin hinceta tayînkirina qeyûm
11:58 Serlêdana malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
11:06 Qeyûmê sêyemîn tayînî Şaredariya Sûrê kirin
10:34 Rûsya û Çînê alîkariya ji bo Sûriyê ‘veto’ kir
10:28 Rojnameger Evran: Mudaxaleya Lîbya dibe îqtîdara Erdogan hilweşîne
10:26 Endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê: Hiqûqa AKP’ê di dewrê de ye
09:47 Di pêşengeha ‘Jûra Bîrê’ de balê dikişîne ser bîra 100 salî
09:23 HDP'ê bi demokrasiyê hevşaredar hilbijartin
AKP'ê jî qeyûm tayin kirin û hevşaredar girtin
09:22 Qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin
09:00 Li Dîlokê karkerek bû qurbana kar
09:00 Nûçeyên di rojnameyê de xistin stuyê belavkar: Tê xwestin 7 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji ber rojnameya kurdî doz li rêvebirên komeleyê vekirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2019'AN
20/12/2019
19:47 Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr jî hat binçavkirin
16:28 ‘Ji bo tespîtkirina kujerên Elçî tu hewldan nayên kirin’
16:06 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga mitîngê
16:02 Nobeta Edaletê vê carê li Edeneyê bû: Cînayeta jinê polîtîk e
16:02 Rêveberê HDP’a Mêrdînê hat berdan
15:39 Cara duyem êrişî avahiya HDP’a Pasûrê kirin
15:07 Dê Komeleya Şêx Seîd serlêdana sûc bike
14:54 Doza Nisêbînê: Li dayika 5 zarokan a mala xwe terk nekir 10 sal ceza birîn
14:07 Qaçaxçiyên mirovan dest dirêjî medya civakî kirin
13:57 Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Wezîrê Karê Navxweyî dijminê kurdan e
13:28 HDP: Divê êzidî vegerin xaka xwe û piştevaniya pergala demokratîk bikin
12:48 3 endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê ji wezîfeyê hatin dûrxistin
12:24 Polîsan li wekîla HDP'ê û encûmenên Sûrê dan
12:12 Rojhilata Navîn ketiye etra canê xwe Tirkiye ketiye etra ‘YPG’ê
12:11 Ceylan: Em ê faşîzma qeyûman têk bibin
11:41 Baroya Amedê: Em pêkanînên vîna gel tune dihesibînin qebûl nakin
11:24 Piştî şerê li Mêrdînê 6 gundî hatin binçavkirin
11:03 Rêxistinên rojnamegeran: Azîz Oruç 'terorize' kirin û girtin
10:40 Dadgehê Meletiyê ceza da rêveberên ÎHD û HDP’ê
10:20 Polîsan çek xist serê Hevşaredara Sûrê Buluttekîn!
09:20 Wê Meclîsa Ciwanan a Qersê ji bo bajêr projeyan çê bike
09:19 Îtiraza ji bo dosyeya Alî Bagdûr hat qebûlkirin
09:18 'Girtiyên pêkanînên kêfî qebûl nakin tên sirgûnkirin'
09:18 Ji dêvla polîsan derbarê ciwanên hatin derbkirin de îdianame amade kir
09:17 Tarîfa vê êşê çi ye? Çawa tê tarîfkirin?
09:16 Farqînî: Em ê bi saya zimanan biratiyê pêk bînin
09:15 Li Amedê di salekê de 9 jin hatine kuştin û hezar û 792 jê jî bi şidetê re rû bi rû mane
09:15 Xana Hesen Paşa jî tê texrîbkirin!
09:14 2019: Berxwedana zindanan deriyê Îmraliyê vekir
Ocalan disa muzakere û îtîfaqa demokratîk xwest
Hikûmetê dîsa deriyê Îmraliyê girt û dest bi şer û tayînkirina qeyûman kir
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2019'AN
08:19 Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn hat binçavkirin
19/12/2019
18:32 Ciwanê hat îşkencekirin girtin
17:03 Dayika Taybet bi bîr anîn
17:01 Dayikên Laçik Spî ku tên darizandin îşkenceya li wan hatiye kirin vegotin
15:41 Ûca êrîşa li dijî Êzidiyan bir Meclisê
15:38 Îşkence ji binçavkiriyan dirêjî heta ferdên malbatê bûye
15:26 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:58 ‘Em ê li gel Azîz Orûç û rojnamegerên din bin’
13:51 HDP: Ji bo ku 19'ê Kanûnê dubare nebin divê ders bên derxistin
13:38 Danezana 'Krîza Aborî' qedexe kirin
12:49 Jin li konferansê hatin gel hev
12:36 Ji doza Leylaya 4 salî kesek tahliye bû
11:58 Rêveberiya girtîgehê bi nîşeya 'xala qedexe' pirtûkan naxin girtîgehê
11:31 21 kesên hatibûn binçavkirin12 roj şûnde sewqî edliyê kirin
10:55 Ercan Kanar: Bêdengiya ji bo Îmraliyê wêrekî da hikûmetê
10:51 Ji Dersimê berteka li dijî Partiya Vatanê: Seyîd Riza bîr û nirxê gel e
10:44 Zarokên astengdar: Bila dayika me serbest bê berdan
09:24 OHD'ê ji bo malbata hat îşkencekirin gilî kir
09:23 'Erdogan, di mijara penaberan de aqlê xwe da der'
09:23 Gardiyan gefa li girtiyan dixwin: Hûn kî ne? Em ê we geber bikin!
09:16 ‘Tehde li girtiyên nexweş tê kirin'
09:14 Dayika ku hestiyên kurê xwe dîtin: 25 sal şûnde giham kurê xwe
09:11 Îdianameya derbarê mirina Şen a 12 salî hat îadekirin
09:10 Jinên Licê kooperatîfek ava kirin
09:08 Qeyûmên Mêrdînê 288 karker ji kar derxistine
09:06 Gardiyan ji girtiyan re got: Em ê ser we ne, em çi bixwazin hûn mecbûr in bikin
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2019'AN
18/12/2019
21:41 2 hevşaredar hatin girtin
18:42 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê
17:21 Yuksekdag: Ez du caran girtî me
16:52 Çalakiya ji bo Ceren Ozdemîr dîsa hat astengkirin
16:04 Li Meletiyê 5 jin hatin berdan
15:45 Bozgeyîk: Li dijî baca bê însaf, bê ewlehî û xizaniyê têbikoşin
14:59 Ebdî: Em amade ne pêşwaziya penaberên Sûriyê bikin
14:58 Uca: Berpirsiyarê êrişa li dijî Êzîdiyan dewlet e
14:57 ‘Em cihaneke ku zarok di kîsên cenazeyan de tên rêzkirin naxwazin'
14:28 Taşdemîr: Wê kujerên Cizîrê jî wek ên Srebrenitsa werin darizandin
13:45 Binçavkiriyên li Mêrdînê birin dadgehê
13:33 Li Qoserê girtina hevşaredar Yilmaz hat şermezarkirin
13:20 Walîtiya Mûşê çalakiyên ji bo tayînkirina qeyûman qedexe kir
13:06 Alîkarê midur ku bi îstismara zayendî tê sûcdarkirin, salek cezayê "rawestandina astê" girt
13:02 Rojnameger Azîz Oruç girtin
12:15 Nasnameya 3 polîsên îşkencekar hat tespîtkirin
12:02 Hevşaredar Sarûca û Yalçin anîn Edliyeyê
11:56 HDP beriya kongreya xwe li Amedê konferans li dar dixe
11:29 Li Ocalan û sê girtiyên din cezayên dîsîplînê birîn
11:28 7 rojnamegerên ji doza ‘Mûsa Çîtîl’ dihatin darizandin hatin beratkirin
10:58 Keça Taybet Înan: Ma pêkan e mirov vê hovîtiyê ji bîr bike?
10:44 Arikan qala komkujiya 19'ê Kanûnê kir: Îro hê bi xoftir e
10:18 Nûnerên partiyên siyasî: Dem dema rizgarbûna ji AKP’ê ye
09:30 Ev der ne kêmî Çernobîlê ye!