Nûnerên partiyên siyasî: Dem dema rizgarbûna ji AKP’ê ye 2019-12-18 10:18:13 STENBOL – Nûnerên partiyên siyasî krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyê nirxandin û gotin heke muxalefet bi hev re gav biavêje dema rizgarbûna ji AKP’ê hatiye. Nûnerên partiyên siyasî rewşa krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyê, polîtîkaya zextên li ser muxalefetê, tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê û banga hilbijartina pêşwext nirxandin û diyar kirin ku êdî pîneyên AKP’ê kêl nagire û girîngiya avakirina navendek têkoşîna bi hev re anîn ziman.    PARTIYA ŞOREŞGER: AKP EMRÊ XWE TIJE KIRIYE    Hevseroka Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren banga hilbijartina pêşwext nirxand û got AKP emrê xwe tije kiriye û kêliyên xwe dawî dileyîze. Oneren diyar kir ku AKP bi rojevên cuda dixwaze xwe hêj li ser pêya bigire û ew banga hilbijartina pêşwext a HDP’ê di cih de dibînin û pişgiriyê didinê. Oneren anî ziman ku li Tirkiyê geşedanên germ diqewimin û divê ew jî ew jî bi rola xwe ya kirdebûn û çareseriyê tevger bikin.    SYKP: BANGA HILBIJARTINA PÊŞWEXT BANGA ME HEMÛYAN E    Hevseroka Partiya Rizgariya Jinûve Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce jî destnîşan kir ku bêkarî û krîza aborî ya ku her diçe kûr dibe bêçareserî maye û wiha got: “Her ku diçe ev yek kûr dibe. Ev ne bes in, îqtîdar dixwaze muxalefetê jî bifetisîne. Em beşdarî banga hilbijartina pêşwext a HDP’ê dibin. Banga vê hilbijartina pêşwext banga bindest, kedkar û yên ji vê rewşê ne memnûn in e. Êrişî jinan dikin û binçav dikin. Jin jî dibêjin ‘hûn nikarin birêve bibin, hûn nikarin kuştina jinan rawestînin dev jê berdin em birêve bibin.’ Li her qada jiyanê ev bang ku nikarin birêve bibin heye. Ji bo vê yekê ez banga HDP’ê ya hilbijartina pêşwext watedar dibînim. Lazime em her tim destnîşan bikin ku îqtîdar bi krîza nebirêveberiyê re rû bi rû maye.”   YSGP: PÎNEYÊN ÎQTÎDARÊ NAYÊN KÊLKIRIN    Hevserokê Partiya Pêşeroja Kesk a Çep (YSGP) Sînan Tûtal jî da zanîn ku piştî hilbijartina 31’ê Adarê bloka AKP û MHP’ê rêjeyek micid deng winda kirine û got: “Ev blok bi krîza borî û siyasî re dihele. Wek kamyona ku nikare frên bigire. Berjêr dibe. Ew jî di ferqa vê yekê de ne. Ji bo vê aloziyê ji holê rakin gelek tişt anîn rojevê. Ji bo vê aloziyê akin qeyûm û şerê Sûriyê xistin meriyetê. Armanca wan ew e ku muxalefetê bikişînin cem xwe û ser krîzan biniximînin. Tevî van hemûyan jî îqtîdar nikare pîneyên xwe kêl bike û helandina wê didome.”    'PÊWÎSTE BI HEV RE TEVGERKIRIN HEBE’    Tûtal anî ziman ku rizgariya ji vê zîhniyeta paşverû û zextdar têkoşîna bi rêya demokratîk e û wiha got: “Daxwaza hilbijartina pêşwext a ku HDP’ê anî rojevê lazime bibe rojeva sereke. Vê banga HDP’ê di cih de ye. Ji bo ev rojev xurt bibe lazime muxalefet hemû piştgiriya hev bike û bi hev re tevger bike.”    SEP: LI CÎHANÊ PÊLA RAPERÎNAN DIQEWIME    Seroka Giştî ya Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) Guneş Gumuş jî da zanîn ku ew di serdemek pêla raperîna kedkaran li dinyayê bilind dibe de derbas dibin û got: “Ji Rojhilata Navîn bigire heta Amerîkaya Latîn van serî rakirinan xwe daye nîşandan. Ji Lubnanê heta Şîliyê nerazîbûn bilind dibe. Di vê serdemê de jî AKP bi awayê polîtîk zeîf dibe. Gel ji krîza aborî bi nerazîbûn e. Yên ji AKP’ê dilê wan maye keştiya AKP’ê di nîvê rê de hiştine. AKP dixwaze hemû tengasiyên ketiye navê bi zexta li ser siyasetmedarên kurd xwe jê xelas bike. Dema rizgarbûna ji AKP’ê hatiye. AKP dijminê elewî, kurd, jin û kedkaran e.”    EMEP: LAZIME NAVENDA TÊKOŞÎNA HEVPAR WERE AVAKIRIN    Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan jî diyar kir ku AKP rejîma xwe ya siyasî li ser polîtîkayên zext, tundî, dijwarî, zayendperest, pevçûnxwaz û şerxwaz ava kiriye û got: “Her kesê ku mafê xwe û aştiyê dixwaze û diparêz e di armanca êrişên wan de ye. AKP ji çareseriya hemû pirsgirêkan dûr e. Hêvî û bendewariya başkirina rewşa Tirkiyê û çareseriyê ya tu kesî ji AKP’ê nemaye. Lê bi têkoşîn û berxwedana hêza gel, hêzên ked û demokrasiyê destekftî mimkin e. Li dijî polîtîkayên îqtîdarê afirandiye lazime navendek têkoşîna hevpar were avakirin û di çarçoveya esasê têkoşînek hevpar de xebat were kirin.”    MA / Mehmet Halît Çetînbaş