ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2019'AN

* Îsal 24 malbatên kurd ku xwestin cenazeyên zarokên xwe li gorî bawerî, çand, kevnşopî û nirxên civakî defin bikin rastî astengiyên rayedarên dewletê hatin. 24 malbatan hinek ji wan cenazeyên wan hatin revandin, hinek ji wan jî hem cenazeyên wan hatin revandin, destûr nedan konê şînê deynin û sersaxî li malbatan qedexe kirin. 

* Li Wanê barhilgir ji bo debara malbata xwe bikin tevî hemû sir û seqema dijwar bi saetan li kûçe û kolanan li benda kar in. Barhilgir dibêjin ku rojê bi 20 lîreya dizivirin malên xwe. 
 
* Li Bismilê zarokê malbetekê beriya 10 salan tev li PKK’ê bû. Polîsan di mehekê de 3 car zext li malbatê kiriye ku biçin ber avahiya HDP’ê û beşdarî çalakiyê bibin. Malbatê vê yekê qebûl nekir û pişt re jî teklîfa kar û pereyan li malbatê kirine. 
 
* Parlementerê HDP'ê Nûsrettîn Maçîn, ji bo yekîtiya neteweyî got, divê partî û rêxistinên kurdan bi aqilekî hevbeş tev bigerin û Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Sedat Dogan jî got, kurd encax li ser rêgez û prensîban dikarin li hev bikin.
 
* Li Cizîrê 177 mirov bi saxî hatibûn kuştin. Lê belê di lêpirsînên derbarê van kuştinan de bi qasî serê derziyê jî pêşketinek çê nebûye. Tevî gelek delîl, deng, wêne û dîmenan jî daraz xwe li ker û lalîtiyê datîne. 
 
* Prof. Dr. Arîf Nacaroglû, destnîşan kir ku bendavên li ser çemên Dîcle û Firatê tên çêkirin ne ji bo ceryanê, ji bo hincetên stratejîk tên çêkirin û got, axa Mezopotamyaya bi hezaran salan di bin avê de hatiye hiştin û encamên vê yekê jî li Rihayê dibînin ku her der bûye çol. 
 
* Hîn jî cenazeyê 14 kesên ku 4 sal berê di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn, nehatine dîtin. Tenê daxwazeke malbatan heye, ew jî kêlikeke gorên zarokên wan hebe. Dayika ku li cenazeyê keça xwe Hacer Aslanê digere, got: "Min çi dît û çi nedît." 
 
* Pinar Baş ku li navçeya Pêrtagê atolyeya wê ya xişr û zînetan heye, dersê dide 200 jinî. Armanca Başê ew e ku tevî jinan kooperatîfekê ava bike. 
 
* Malbatên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jimarên 2 û 3 ên Tîpa T a Kayseriyê destnîşan kirin ku gardiyanan bi ser qawişan de girtine û destê girtiyan şikandine. Malbatan li dijî zextên li ser zarokên xwe û binpêkirina mafan serî li ÎHD’ê û TUAY-DER’ê dan.
 
* Malbatan ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bakirkoyê pêk tên gotin: "Heta ev feraseta dewleta zilamî bi dawî nebe wê têkoşîna me û girtiyan dewam bike." 
 
* Pisporê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê Prof. Henrî Barkey, destnîşan kir ku her çi qas welatên cîhanê ji bo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destekê nedin Tirkiyeyê jî, lê belê ji nedîtî ve tên û got, wê bi çêkirina "herêma ewle" li wir "aramî" pêk neyê. 
 
* Di sala 2019'an de 3 hezar û 435 endam û rêvebirên HDP'ê hatin binçavkirin, 435 kes jî hatin girtin. Hevseroka HDP'a Stenbolê Elîf Bûlût, destnîşan kir ku lê dîsa jî têkoşîna wan dewam dike û her diçe mezin dibe. 
 
* Rojnamegerên girtî yên Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Sadiye Eser û Sadık Topaloglu ji girtîgehan peyam şandin û gotin “Ew difikirin ku bi girtinê rojnamegeran bêdeng bikin, lê em ê di her şertan de rastiyan binivîsin." 
 
* Şaxa Haber-Senê ya Amedê dê têkildarî pirsgirêkên li Navenda Karên Postayê ya PTT'ê pêş dikevin daxuyaniyê bidin çapemeninyê. ( 09.30)
 
* Danişîna doza Edîtora ETHA Semîha Şahîn û Nûçegîhana ETHA'yê Pinar Gayip dê li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.50)
 
* Sendîkaya Naklîyat-Îşê bi boneya piştevaniya karkerên li Fransa di grevê de ne, dê li pêş Seforetxaneya Fransa ya li Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
 
* Danişîna doza parêzerên ku bi boneya balê bikişîne ser komkujiya li jêrzemînên Cizîrê ya di qedexekirina kolanan a Cizîrê de pêk hat, li Tunela Taksîmê ya Stenbolê daxuyanî dabûn çapemeniyê û doz li wan hat vekirin, dê li 36’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.30)
 
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çarçoveya "Şahiyên Hefteya Mafên Mirovan" de dê bi tevlêbûna parazvanên mafên mirovan Husnu Ondul, Eren Keskin, Şebnem Korur Fincancı û Huseyin Aykol li salona Konferansê ya Mulkiyeyan panela "Azadiya îfadeyê" li dar bixin. (14.00)
 
 
 
 

Sernavên din

15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Doh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir