ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-11 09:00:32 * Îsal 24 malbatên kurd ku xwestin cenazeyên zarokên xwe li gorî bawerî, çand, kevnşopî û nirxên civakî defin bikin rastî astengiyên rayedarên dewletê hatin. 24 malbatan hinek ji wan cenazeyên wan hatin revandin, hinek ji wan jî hem cenazeyên wan hatin revandin, destûr nedan konê şînê deynin û sersaxî li malbatan qedexe kirin.  * Li Wanê barhilgir ji bo debara malbata xwe bikin tevî hemû sir û seqema dijwar bi saetan li kûçe û kolanan li benda kar in. Barhilgir dibêjin ku rojê bi 20 lîreya dizivirin malên xwe.    * Li Bismilê zarokê malbetekê beriya 10 salan tev li PKK’ê bû. Polîsan di mehekê de 3 car zext li malbatê kiriye ku biçin ber avahiya HDP’ê û beşdarî çalakiyê bibin. Malbatê vê yekê qebûl nekir û pişt re jî teklîfa kar û pereyan li malbatê kirine.    * Parlementerê HDP'ê Nûsrettîn Maçîn, ji bo yekîtiya neteweyî got, divê partî û rêxistinên kurdan bi aqilekî hevbeş tev bigerin û Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Sedat Dogan jî got, kurd encax li ser rêgez û prensîban dikarin li hev bikin.   * Li Cizîrê 177 mirov bi saxî hatibûn kuştin. Lê belê di lêpirsînên derbarê van kuştinan de bi qasî serê derziyê jî pêşketinek çê nebûye. Tevî gelek delîl, deng, wêne û dîmenan jî daraz xwe li ker û lalîtiyê datîne.    * Prof. Dr. Arîf Nacaroglû, destnîşan kir ku bendavên li ser çemên Dîcle û Firatê tên çêkirin ne ji bo ceryanê, ji bo hincetên stratejîk tên çêkirin û got, axa Mezopotamyaya bi hezaran salan di bin avê de hatiye hiştin û encamên vê yekê jî li Rihayê dibînin ku her der bûye çol.    * Hîn jî cenazeyê 14 kesên ku 4 sal berê di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn, nehatine dîtin. Tenê daxwazeke malbatan heye, ew jî kêlikeke gorên zarokên wan hebe. Dayika ku li cenazeyê keça xwe Hacer Aslanê digere, got: "Min çi dît û çi nedît."    * Pinar Baş ku li navçeya Pêrtagê atolyeya wê ya xişr û zînetan heye, dersê dide 200 jinî. Armanca Başê ew e ku tevî jinan kooperatîfekê ava bike.    * Malbatên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jimarên 2 û 3 ên Tîpa T a Kayseriyê destnîşan kirin ku gardiyanan bi ser qawişan de girtine û destê girtiyan şikandine. Malbatan li dijî zextên li ser zarokên xwe û binpêkirina mafan serî li ÎHD’ê û TUAY-DER’ê dan.   * Malbatan ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bakirkoyê pêk tên gotin: "Heta ev feraseta dewleta zilamî bi dawî nebe wê têkoşîna me û girtiyan dewam bike."    * Pisporê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê Prof. Henrî Barkey, destnîşan kir ku her çi qas welatên cîhanê ji bo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destekê nedin Tirkiyeyê jî, lê belê ji nedîtî ve tên û got, wê bi çêkirina "herêma ewle" li wir "aramî" pêk neyê.    * Di sala 2019'an de 3 hezar û 435 endam û rêvebirên HDP'ê hatin binçavkirin, 435 kes jî hatin girtin. Hevseroka HDP'a Stenbolê Elîf Bûlût, destnîşan kir ku lê dîsa jî têkoşîna wan dewam dike û her diçe mezin dibe.    * Rojnamegerên girtî yên Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Sadiye Eser û Sadık Topaloglu ji girtîgehan peyam şandin û gotin “Ew difikirin ku bi girtinê rojnamegeran bêdeng bikin, lê em ê di her şertan de rastiyan binivîsin."    * Şaxa Haber-Senê ya Amedê dê têkildarî pirsgirêkên li Navenda Karên Postayê ya PTT'ê pêş dikevin daxuyaniyê bidin çapemeninyê. ( 09.30)   * Danişîna doza Edîtora ETHA Semîha Şahîn û Nûçegîhana ETHA'yê Pinar Gayip dê li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.50)   * Sendîkaya Naklîyat-Îşê bi boneya piştevaniya karkerên li Fransa di grevê de ne, dê li pêş Seforetxaneya Fransa ya li Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Danişîna doza parêzerên ku bi boneya balê bikişîne ser komkujiya li jêrzemînên Cizîrê ya di qedexekirina kolanan a Cizîrê de pêk hat, li Tunela Taksîmê ya Stenbolê daxuyanî dabûn çapemeniyê û doz li wan hat vekirin, dê li 36’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di çarçoveya "Şahiyên Hefteya Mafên Mirovan" de dê bi tevlêbûna parazvanên mafên mirovan Husnu Ondul, Eren Keskin, Şebnem Korur Fincancı û Huseyin Aykol li salona Konferansê ya Mulkiyeyan panela "Azadiya îfadeyê" li dar bixin. (14.00)