Ji 2123 pêşniyarnameyên partiyên muxalîf tenê 45 hatin dîtin

  • rojane
  • 10:09 7 Kanûn 2019
  • |
img

ENQERE - Partiyên siyasî yên muxalif, bi boneya lêkolîn bê kirin 2 hezar û 123 pêşniyarname dan meclîsê. Lê meclîsê ji van pêşniyarnameyan tenê 45 pêşniyarname dît. Yek ji pêşniyarnameyên hatin redkirin jî ya têkiliya AKP-DAİŞ'ê, cînayetê Cemal Kaşıkçi û qezaya trênê ya Çorlu bû. 

Ji 24'ê Hezîrana 2018'an ku serdema 27'emîn zagonsaziyê dest pê kir heta 31'ê Cotmeha 2019'an partiyên siyasî 2 hezar û 123 pêşniyarnameyên lêkolînê dan meclîsê. Ji van pêşniyarnameyantenê 45 pêşniyarname hatin dîtin. Piraniya pêşniyarnameyan bi dengê AKP-MHP'ê hatin redkirin. 
 
Çend pêniyarnameyên ku HDP'ê pêşkêşî meclîsê kirin û hatin redkirin wiha ne. 
 
MECLÎS HEYE LÊ LÊKOLÎN TUNE YE
 
HDP'ê bi boneya xêzkirina malên deriyên elewî yên di 4'ê kanûna 2019'an de pêk hat bê lêkolînkirin û berpirsiyar bên dîtin û darizandin xwest lêkolîn bê kirin. Lê pêşniyarnameya HDP'ê hat redkirin. 
 
CÎNAYETÊN JINAN 
 
Di 8'ê çileya 2019'an de bi boneya cînayetên jinan lêkolîn bikin û tundiya mêran û cînayet bi dawî bibin, pêşniyarname dan meclîsê. Lê ev pêşniyarname bi dengê AKP-MHP'ê hat redkirin. Di sala 2018'an de 440, di sala 2019’an de heta meha mijdarê 422 jin bi giştî di nava 2 salan de 862 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin. HDP'ê têkildarî cînayeta jinê û tundiya li ser jinê 50 pêşniyarnameyên lêkolinê dan. 9 li meclîsê hatin redkirin. 
 
KUJERÊ ROBOSKÊ KÎNE? 
 
HDP'ê bi boneya komkujiya Roboskê bê lêkolînkirin di 24'ê Kanûna 2018'an de pêşniyarname da meclîsê. Lê AKP-MHP ev pêşniyarname red kir. Di 28'ê kanûna 2011'an de li Gundê Roboskê ya Qilebanê balafirên TSK'ê yên Tirkiyeyê bombe kiribûn. Di bombebaranê de 19 jê zarok 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di ser komkujiyê re 95 meh derbas bûn, lê hêj kujer nehatine darizandin û dîtin. 
 
BERPIRSIYARÊ BERSÛCAN KÎNE? 
 
Di 5'ê Gulana 2019'an de HDP'ê têkildarî îdîayên “Bersûcên doza Hizbullahê tên parastin" pêşniyarnameya lêkolînê da meclîsê. Lê AKP-MHP'ê red kir. Endamên Hîzbûllahê ku di navde parlamenterên kurd jî hene 188 cînayet kirine, di sala 2011'an de bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn serbest hatibûn berdan. Serkoê Hizbullahê jî di navde 21 bersûc hatin berdan. 
 
'NEXWESTIN QEYÛM BÊN LÊKOLÎNKIRIN'
 
Di 13'ê mijdara 2019'an de HDP'ê têkildarî tayînkirina qeyûman û bêhiqûqiyê xwest li meclîsê lêkolîn bê kirin, lê hat redkirin. Ji hilbijartina 31'ê Adarê heta niha qeyûm tayînî 24 şaredariyên HDP’ê hatin kirin. 
 
TÊKILDARİ BAGDADÎ, DAIŞ û PETROLÊ 
 
Di 30'ê Cotmeha 2019'an de HDP'ê xwest di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de pozisyona Tirkiye bê lêkolînkirin. Lê AKP'ê ev yek red kir.  Erdogan her dem dibêje 'Herî zêde em li diji DAIŞ'ê tê dikoşin' Lê peşniyarname red kirin. Di 28'ê kanûnê de Serokê DAIŞ'ê Ebubekir El-Bagdadi li ser sinorê Tirkiye û Idlibê  di operasyona ABD-SDG'ê ya hevpar de hat kuştin. Di operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di nava lîsteya ANS (Artêşa Nijadî ya sûriyeyê) de lîsteya 72 endamên DAIŞ'ê derketibû holê. Lê ev kes li holê tune ne. 
 
ÎNTÎXAR NEHATIN LÊKOLÎNKIRIN
 
Di 12'ê mijdara 2019'an de HDP'ê xwest întîxarên têkildarî betalî û xizaniyê bên lêkolînkirin. Lê AKP-MHP'ê ev yek red kir. Di nava mehekê de 20 kesan dawî li jiyana xwe anî. Li Fatîha Stenbolê Cuneyt (48), Oya (54), Yaşar (56) û Kamuran Yetişkin (60) siyanur vexwarin û dawî li jiyana xwe anîn. 
 
BERPIRSIYARIYA DEWLETÊ YA 10'Ê COTMEHÊ 
 
HDP'ê di 10'ê Cotmeha 2019'an de bi minasebeta salvegera komkujiya Enqereyê xwest komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereye bê lêkolînkirin. Lê AKP-MHP'ê ev daxwaz red kir. Di komkujiya Enqereyê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes birîndar bûbûn. 
 
BÛYERÊN KOBANÊ NEHATIN LÊKOLÎNKIRIN
 
Di 8'ê Cotmeha 2019'an de HDP'ê xwest bûyerên “6-8'ê Cotmeha 2014'an ên têkildarî Kobanê bên lêkolînkirin. Lê AKP-MHP'ê ev pêşniyarname red kir. Erdogan di her firsendê de vê yekê dixe stuyê HDP'ê û Serokê Giştî yê HDP'ê yê wê demê Selahattin Demirtaş. Demirtaş û Figen Yuksekdag hêj girtî ne. 
 
PIRSGIRÊKA TEQAWÎTAN 
 
Di 16'ê Cotmeha 2019'an de HDP'ê ji bo pirsgirêka kesên teqawît bê lêkolînkirin û pirsgirêk çareser bibe xwest lêkolin bê kirin. Lê AKP-MHP'ê ev daxwaz red kir. Erdogan di 47 saliya xwe de teqawît bûye, lê li dijî teqawîtbûnê ye. 
 
LÊKOLÎNA NELIRÊTIYÊ RED KIRIN
 
Di 12'ê Cotmeha 2019'an de HDP'ê xwest rapora Serokatiya Dîwana Şêwrê ya sala 2017'an a der barê nelirêtiyên Qeyûman bê lêkolînkirin. Lê AKP-MHP'ê ev yek red kir. 
 
HIN PÊŞNIYARNAMEYÊN CHP'Ê YÊN HATIN REDKIRIN
 
DARBEYA ‘LUTFA XWEDÊ’ Û MILÊ SIYASÎ
 
Di 20'ê Hezîranê de CHP'ê xwest têkildarî darbeya 15'ê tîrmehê, milê siyasî yê rêxistina terorê ya Fethullah bê lêkolînkirin. Ev pêşniyarname hat redkirin. Erdogan ji bo 15'ê tîrmehê gotibû "Lutfa Xwedê ye." 
 
‘SEDEMA BETALKIRINA HILBIJARTINA STENBOLÊ NEHAT LÊKOLÎNKIRIN
 
Di 8'ê Gulana 2019'an de YSK'ê Hilbijartina Stenbolê belat kir. Lê CHP'ê xwest sedema betalkirinê bê lêkolînkirin. Lê pêşniyarname nehat qebulkirin. 
 
REWŞA NEXWEŞXANEYA BAJARAN NEHAT LÊKOLÎNKIRIN
 
Di 20'î mijdara 2019'ê CHP'ê xwest rewş û modela Nexweşxaneyên Bajaran bê lêkolînkirin, lê ev pêşniyarname red kirin. 
 
Di 23'ê cotmeha 2019'an de CHP'ê xwest der barê betalkirina kartên çapemeniyê, redkirina serlêdana kartan û rojnamegerên betal de lêkolîn bê kirin. lê ev daxwaz hat redkirin. Ji OHAL'ê heta niha kartê çapemeniyê yê 685 rojnamegeran betal kirin. Dîsa pêşniyarnameyên CHP'ê yê Kuştina Cemal Kaşıkçi, Kazaya Trênê ya Çorlu ji aliyê AKP û MHP'ê ve hat redkirin. 
 
MA / Dîren Yurtsever
 
 
 

Sernavên din

09/12/2019
09:02 Fîncanci: Polîtîkaya bêcezahiştinê îşkenceyê zêde dike
09:02 Girtiyê ku ji sedî 60 çavên wî nabînin nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2019'AN
08/12/2019
20:00 Kedkaran ji Bakirkoyê bang kirin: Ew mistek in em milyon in
19:30 62 malbat ji Kampa Holê şandin Dêrazorê
19:12 Dixwazin bi zorê cenazeyê Kaya îşev defin bikin
17:14 Li Alanyayê ji kesên hatin binçavkirin 8 jê hatin berdan
17:13 Jinên HDP’î li Colemêrgê civiyan
16:56 TTB’ê bertek nîşanî sînordarkirina destûra xebatkarên tundirustiyê yên li ser xeta sînor da
16:51 Koç: Li gund kijan rastiyê ji me vedişêrin?
16:15 Bi hezaran ji Bakirkoyê bang kirin: Em jiyaneke mirovanê dixwazin
15:28 OHD: Kesên hatin binçavkirin rastî îşkencê hatin
15:11 Dr. Denîz Nalbantoglu: Şertên kar bi temamî li gorî mêr tê dîzaynkirin
14:23 Rêxistina HDP’ê ya Hatayê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:22 NY: Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê zarok kuştin
13:55 Qeyûm tayînî hemû şaredariyên HDP'ê yên Wanê kirin
13:28 Zilamê ku li Farqînê tacîzî zarokekê kir hat binçavkirin
13:20 Mirinek bi guman a jinekê
12:43 2 dosyayên Aykol jê ceza xwarine şandin dadgeha bilind
12:07 Eskeran bi ser gelek gundên Amedê de girtin: Herî kêm 13 kes binçav kirin
11:53 Songula 12 salî ya wesayîta lê xist, jiyana xwe ji dest da
11:40 Ciwanê ku bi hevala xwe re rastî gefan hat serî li ÎHD'ê da
11:10 Xelîl Xemgîn: Lîstik bi ‘yekitiyê’ pûç dibin
Rotînda: Em ji Qamişlo heya Hewlerê bimeşin
10:17 Encu: Berpirsê komkujiya Til Rifatê û Roboskî yek in
10:16 Zorê li dayika ku zarokên wê rastî îstîsmarê hatin dikin ku dest ji doza xwe berde
09:32 Wesayîtên bê plake HDP'iyan dişopînin
09:14 Azad Bariş: Li hemberî polîtîkayên çewisîner pêdivî bi qadên berxwedanê heye
09:09 'Serevanî ji bo betalan alternatîfek e '
09:06 Di sir û seqema Erziromê de karê înşeatê dikin
Qrîza aborî heye, kar tune ye
09:04 Yolerî: Mafên herî sereke tên binpêkirin
09:02 Şaredariyên HDP'î ji GABB'ê vekişiyan
09:01 Bi beramberiya karê li diyanetê sîxurtî lê ferz kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2019'AN
08:28 Endamên HDP'ê yên Panosê hatin girtin
07/12/2019
17:43 ‘Dermankirina girtiyên nexweş asteng dikin'
16:56 Eskeran bi ser gund de girt: Bavê 3 zarokan Murat Kaya hat kuştin
16:26 Girtiyê nexweş ji ber rapora wî winda bûye bernadin
16:03 Xizmên windayan: Bila kevirekî me yê gorê hebe
15:43 Aborinas: Krîza civakî dê bidome, krîza şer sor dike, aştî tune be mafê butçeyê jî tune ye
15:00 Xwestin girtiyê nexweş Ozel were berdan
14:46 Rojnamevanan got: Em ê nivîsandina rastiyan dewam bikin
14:17 Ji bo mîtînga Bakirkoyê bang kirin: Em bi daxwazên xwe dakevin qadan
14:15 Dayikên Şemiyê: Windayên me awêneya pergalê ne
13:47 Temellî: Nexşeya feqîriyê li bajarên Kurdistanê tê dîtin
13:29 Partiyên Kurd: Em mecbûr in bibin bersîva gelê xwe
12:49 "Têkoşîna jinê û têkoşîna tenduristiyê girêdayî hev e"
12:30 Jina ku Serokê Egîtim-Bîr-Sena Amedê Memîş gef lê xwarin alîkarî xwest
12:08 Taş: Ev ne qeyûm e dagirkirina şaredariyê ye
11:17 Ferît Şenyaşar: Dozger li dijî me parêzerî kiriye
10:42 Qeyûm tayînî şaredariyên Elbak, Bêgirî û Qelqeliyê kirin
10:09 Ji 2123 pêşniyarnameyên partiyên muxalîf tenê 45 hatin dîtin
10:01 Bi boneya gotina ‘Refleksa dîktatoriyê’ Zirig xistin ber lêpirsînê
09:26 Qeyûm tayînî Şaredariya Awîskê kirin
09:08 'Krîza mafên mirovan heye'
09:06 Xwendekarên kurd ji ber êrîşên nîjadperest dev ji dibistanê berdan
09:04 Di vê sar û seqemê de li derve radizên!
09:03 70 sal in xizêm di pozê wê de ye
09:00 Dadgehê cezayê ji ber silavdayînê hatibû birîn betal kir
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2019'AN
06/12/2019
21:54 Dadgehê di doza Nisêbînê de li 3 girtiyan 5 muebbet û 78 sal ceza birî
16:54 Li Alanyayê 29 kes hatin binçavkirin
16:35 Endamên meclisê yên HDP'î yên di bin çavan de hatin berdan
16:10 Rewşa rojnameger Erdemcî ku beriya 57 rojan jiyana xwe ji dest da bir Meclisê
15:50 Parlamentera HDP'ê Hatimogullari xwest bûyerên li Turkoglu ronî bibe
15:50 Qatilê Ceren şandin Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê
15:34 Ji bo hevşaredarên di bin çavan de parêzeran sînordar kirin
15:27 Tirkiyeyê qaymeqam tayînî Grê Spî û Serêkaniyê kir
15:20 ‘Dewlet ji mafê dabînkirina tenduristiya girtiyan berpirsiyar e’
15:08 Sempozmuya Enerjiyê didome: Bendava Ilisû girêdayî polîtîkayên ewlekariyê ye
14:42 Serdozgeriyê serlêdana malbata Ocalan red kir
14:21 Di meha Mijdarê de 126, di 11 mehên dawî de jî 1606 karkeran can dan
14:21 Parêzeren Baroya Êlihê taciza li dijî parêzera jin şermezar kirin
14:07 Polîsan li Amed û Agiriyê 10 kes binçav kirin
14:05 Kubîlay: Ji Roboskî heta Til Rifatê tiştek neguheriye, tenê dijminahiya kurdan dikin
13:38 Li Osmaniyê, greva birçîbûnê ya girtiyan bi encam bû
13:30 Li Çiyayên Amanosê operasyon: 2 jê giran 4 leşker birîndar bûn
13:20 Malbata Demîrtaş qeza kir
12:51 Ji partiyên kurd deklarasyona yekîtiyê: Werin em vê meşê bi hev re bigihînin serfirazî û tifaqê
12:45 Li Misircê midurê dibistanê tundî li xwendekaran kir
12:00 Li Fransayê greva dîrokî di roja duyemîn de didome
11:57 Qatilê Ceren Ozdemîr sewqî Şirnexê kirin
11:41 Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê bi tiryakê ve hat binçavkirin
11:04 Turkdogan bersiva Soylu da: Ez bawerim Soylu li welatek din dijî
10:59 HDP’ê şerh danî: Ev butçe ya şer û îsrafê ye
10:15 'Mafê kesên bi zorê hatine koçberkirin tê paş guhkirin'
10:05 Li dawetek Seqizê teqîn: 11 kes mirin û 34 kes birîndar bûn
10:01 Qeyûm tayînî şûna 70 endamên HDP’ê yên GABB’ê hat kirin
09:44 Nivîskar Çîlîngîr: Nasnameya Rûm 100 salin wekî kêm tên dîtin
09:35 Hevşaredarên HDP'î hatin binçavkirin
09:31 Ne dibihîsin ne jî dikarin xeber bidin
09:17 Li Girtîgeha Kurkçulerê tevî kûçikan davêjin ser qawîşan
09:16 Civaknas Şedal: Krîza aborî şideta li ser jinê zêdetir dike
09:15 Pêşmergê berê: Dem dema ji bo yekîtiyê ye
09:14 ‘Em şahidê rojnamevaniya Eser û Topaloglû ne'
09:14 Bîlgen: Tu hêleke hiqûqî ya heczên tên kirin tuneye
09:13 Esnafên nikarin çerxa xwe bigerînin hindik mane dikanên xwe bigirin
09:12 Ciwanên HDP’î li Wanê atolyeyên ziman û çandê vedikin
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2019'AN
05/12/2019
23:08 Di dema avêtina ser malê de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da
21:31 Şeva 'jinên kurd û helbestan' hat lidarxistin