Ji 2123 pêşniyarnameyên partiyên muxalîf tenê 45 hatin dîtin 2019-12-07 10:09:32 ENQERE - Partiyên siyasî yên muxalif, bi boneya lêkolîn bê kirin 2 hezar û 123 pêşniyarname dan meclîsê. Lê meclîsê ji van pêşniyarnameyan tenê 45 pêşniyarname dît. Yek ji pêşniyarnameyên hatin redkirin jî ya têkiliya AKP-DAİŞ'ê, cînayetê Cemal Kaşıkçi û qezaya trênê ya Çorlu bû.  Ji 24'ê Hezîrana 2018'an ku serdema 27'emîn zagonsaziyê dest pê kir heta 31'ê Cotmeha 2019'an partiyên siyasî 2 hezar û 123 pêşniyarnameyên lêkolînê dan meclîsê. Ji van pêşniyarnameyantenê 45 pêşniyarname hatin dîtin. Piraniya pêşniyarnameyan bi dengê AKP-MHP'ê hatin redkirin.    Çend pêniyarnameyên ku HDP'ê pêşkêşî meclîsê kirin û hatin redkirin wiha ne.    MECLÎS HEYE LÊ LÊKOLÎN TUNE YE   HDP'ê bi boneya xêzkirina malên deriyên elewî yên di 4'ê kanûna 2019'an de pêk hat bê lêkolînkirin û berpirsiyar bên dîtin û darizandin xwest lêkolîn bê kirin. Lê pêşniyarnameya HDP'ê hat redkirin.    CÎNAYETÊN JINAN    Di 8'ê çileya 2019'an de bi boneya cînayetên jinan lêkolîn bikin û tundiya mêran û cînayet bi dawî bibin, pêşniyarname dan meclîsê. Lê ev pêşniyarname bi dengê AKP-MHP'ê hat redkirin. Di sala 2018'an de 440, di sala 2019’an de heta meha mijdarê 422 jin bi giştî di nava 2 salan de 862 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin. HDP'ê têkildarî cînayeta jinê û tundiya li ser jinê 50 pêşniyarnameyên lêkolinê dan. 9 li meclîsê hatin redkirin.    KUJERÊ ROBOSKÊ KÎNE?    HDP'ê bi boneya komkujiya Roboskê bê lêkolînkirin di 24'ê Kanûna 2018'an de pêşniyarname da meclîsê. Lê AKP-MHP ev pêşniyarname red kir. Di 28'ê kanûna 2011'an de li Gundê Roboskê ya Qilebanê balafirên TSK'ê yên Tirkiyeyê bombe kiribûn. Di bombebaranê de 19 jê zarok 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di ser komkujiyê re 95 meh derbas bûn, lê hêj kujer nehatine darizandin û dîtin.    BERPIRSIYARÊ BERSÛCAN KÎNE?    Di 5'ê Gulana 2019'an de HDP'ê têkildarî îdîayên “Bersûcên doza Hizbullahê tên parastin" pêşniyarnameya lêkolînê da meclîsê. Lê AKP-MHP'ê red kir. Endamên Hîzbûllahê ku di navde parlamenterên kurd jî hene 188 cînayet kirine, di sala 2011'an de bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn serbest hatibûn berdan. Serkoê Hizbullahê jî di navde 21 bersûc hatin berdan.    'NEXWESTIN QEYÛM BÊN LÊKOLÎNKIRIN'   Di 13'ê mijdara 2019'an de HDP'ê têkildarî tayînkirina qeyûman û bêhiqûqiyê xwest li meclîsê lêkolîn bê kirin, lê hat redkirin. Ji hilbijartina 31'ê Adarê heta niha qeyûm tayînî 24 şaredariyên HDP’ê hatin kirin.    TÊKILDARİ BAGDADÎ, DAIŞ û PETROLÊ    Di 30'ê Cotmeha 2019'an de HDP'ê xwest di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de pozisyona Tirkiye bê lêkolînkirin. Lê AKP'ê ev yek red kir.  Erdogan her dem dibêje 'Herî zêde em li diji DAIŞ'ê tê dikoşin' Lê peşniyarname red kirin. Di 28'ê kanûnê de Serokê DAIŞ'ê Ebubekir El-Bagdadi li ser sinorê Tirkiye û Idlibê  di operasyona ABD-SDG'ê ya hevpar de hat kuştin. Di operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di nava lîsteya ANS (Artêşa Nijadî ya sûriyeyê) de lîsteya 72 endamên DAIŞ'ê derketibû holê. Lê ev kes li holê tune ne.    ÎNTÎXAR NEHATIN LÊKOLÎNKIRIN   Di 12'ê mijdara 2019'an de HDP'ê xwest întîxarên têkildarî betalî û xizaniyê bên lêkolînkirin. Lê AKP-MHP'ê ev yek red kir. Di nava mehekê de 20 kesan dawî li jiyana xwe anî. Li Fatîha Stenbolê Cuneyt (48), Oya (54), Yaşar (56) û Kamuran Yetişkin (60) siyanur vexwarin û dawî li jiyana xwe anîn.    BERPIRSIYARIYA DEWLETÊ YA 10'Ê COTMEHÊ    HDP'ê di 10'ê Cotmeha 2019'an de bi minasebeta salvegera komkujiya Enqereyê xwest komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereye bê lêkolînkirin. Lê AKP-MHP'ê ev daxwaz red kir. Di komkujiya Enqereyê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes birîndar bûbûn.    BÛYERÊN KOBANÊ NEHATIN LÊKOLÎNKIRIN   Di 8'ê Cotmeha 2019'an de HDP'ê xwest bûyerên “6-8'ê Cotmeha 2014'an ên têkildarî Kobanê bên lêkolînkirin. Lê AKP-MHP'ê ev pêşniyarname red kir. Erdogan di her firsendê de vê yekê dixe stuyê HDP'ê û Serokê Giştî yê HDP'ê yê wê demê Selahattin Demirtaş. Demirtaş û Figen Yuksekdag hêj girtî ne.    PIRSGIRÊKA TEQAWÎTAN    Di 16'ê Cotmeha 2019'an de HDP'ê ji bo pirsgirêka kesên teqawît bê lêkolînkirin û pirsgirêk çareser bibe xwest lêkolin bê kirin. Lê AKP-MHP'ê ev daxwaz red kir. Erdogan di 47 saliya xwe de teqawît bûye, lê li dijî teqawîtbûnê ye.    LÊKOLÎNA NELIRÊTIYÊ RED KIRIN   Di 12'ê Cotmeha 2019'an de HDP'ê xwest rapora Serokatiya Dîwana Şêwrê ya sala 2017'an a der barê nelirêtiyên Qeyûman bê lêkolînkirin. Lê AKP-MHP'ê ev yek red kir.    HIN PÊŞNIYARNAMEYÊN CHP'Ê YÊN HATIN REDKIRIN   DARBEYA ‘LUTFA XWEDÊ’ Û MILÊ SIYASÎ   Di 20'ê Hezîranê de CHP'ê xwest têkildarî darbeya 15'ê tîrmehê, milê siyasî yê rêxistina terorê ya Fethullah bê lêkolînkirin. Ev pêşniyarname hat redkirin. Erdogan ji bo 15'ê tîrmehê gotibû "Lutfa Xwedê ye."    ‘SEDEMA BETALKIRINA HILBIJARTINA STENBOLÊ NEHAT LÊKOLÎNKIRIN   Di 8'ê Gulana 2019'an de YSK'ê Hilbijartina Stenbolê belat kir. Lê CHP'ê xwest sedema betalkirinê bê lêkolînkirin. Lê pêşniyarname nehat qebulkirin.    REWŞA NEXWEŞXANEYA BAJARAN NEHAT LÊKOLÎNKIRIN   Di 20'î mijdara 2019'ê CHP'ê xwest rewş û modela Nexweşxaneyên Bajaran bê lêkolînkirin, lê ev pêşniyarname red kirin.    Di 23'ê cotmeha 2019'an de CHP'ê xwest der barê betalkirina kartên çapemeniyê, redkirina serlêdana kartan û rojnamegerên betal de lêkolîn bê kirin. lê ev daxwaz hat redkirin. Ji OHAL'ê heta niha kartê çapemeniyê yê 685 rojnamegeran betal kirin. Dîsa pêşniyarnameyên CHP'ê yê Kuştina Cemal Kaşıkçi, Kazaya Trênê ya Çorlu ji aliyê AKP û MHP'ê ve hat redkirin.    MA / Dîren Yurtsever