MÊRDÎN – Hevşaredarên Stewr, Şemrex û Dêrikê yên qeyûm tayînî şûna wan hat kirin û hatin girtin sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hatin kirin.
Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin û Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez, di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hat destpêkirin di 15’ê mijdarê de hatibûn binçavkirin û ji wezîfeyê hatin dûrkirin û qeyûm tayînî şûna wan hatibûn kirin. Hevşaredar 12 roj di binçavan de man û di 12’ê Mijdarê de hatin girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Hat zanîn ku hevşaredar ji Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hatine kirin.
Malbat çûn hevdîtina hevşaredaran û rayedarên girtîgehê ji wan re ragihandin ku hevşaredar hatine sewqkirin.
Hat zanîn ku gelek jinên girtî yên li Girtîgeha Mêrdînê sewqî girtîgehên cuda hatine kirin.
Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk a qeyûm tayîna şûna wê hatibû kirin û hatibû girtin, duh ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê sewqî Girtîgeha Jinan a Tarsûsê hatibû kirin.