Hevşaredarên Stewrê, Şemrex û Dêrikê sewqî Tarsûsê hatin kirin 2019-12-04 11:35:24 MÊRDÎN – Hevşaredarên Stewr, Şemrex û Dêrikê yên qeyûm tayînî şûna wan hat kirin û hatin girtin sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hatin kirin.    Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin û Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez, di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hat destpêkirin di 15’ê mijdarê de hatibûn binçavkirin û ji wezîfeyê hatin dûrkirin û qeyûm tayînî şûna wan hatibûn kirin. Hevşaredar 12 roj di binçavan de man û di 12’ê Mijdarê de hatin girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Hat zanîn ku hevşaredar ji Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hatine kirin.    Malbat çûn hevdîtina hevşaredaran û rayedarên girtîgehê ji wan re ragihandin ku hevşaredar hatine sewqkirin.    Hat zanîn ku gelek jinên girtî yên li Girtîgeha Mêrdînê sewqî girtîgehên cuda hatine kirin.    Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk a qeyûm tayîna şûna wê hatibû kirin û hatibû girtin, duh ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê sewqî Girtîgeha Jinan a Tarsûsê hatibû kirin.