STENBOL - Enstîtuya Kurdî, girtina Rojnameger Sadiye Eser şermezar kir û azadiya wê xwestin.
Enstîtuya Kurd a Stenbolê li ser hesabê medya civakî daxuyanî da û girtina Rojnameger Sadiye Eser şermezar kir. Enstîtuye wiha got: "Em dîlgirtina hevalên xwe şermezar dikin. Sadiye Eser mamosteya kurdî û kedkara çapemeniya kurdî ye. Her wiha Sadik Topaloglu jî ji mêj ve kedkarekî çapemeniya kurdî ye. Em azadiya hevalên xwe dixwazin!"