Enstîtuya Kurdî girtina Sadiye Eser şermezar kir 2019-12-04 09:54:33 STENBOL - Enstîtuya Kurdî, girtina Rojnameger Sadiye Eser şermezar kir û azadiya wê xwestin.  Enstîtuya Kurd a Stenbolê li ser hesabê medya civakî daxuyanî da û girtina Rojnameger Sadiye Eser şermezar kir. Enstîtuye wiha got: "Em dîlgirtina hevalên xwe şermezar dikin. Sadiye Eser mamosteya kurdî û kedkara çapemeniya kurdî ye. Her wiha Sadik Topaloglu jî ji mêj ve kedkarekî çapemeniya kurdî ye.  Em azadiya hevalên xwe dixwazin!"