Parêzerê malbata Şenyaşar: Wezîr, walî, qeymeqam hemû li wir bûn...

  • rojane
  • 09:15 4 Kanûn 2019
  • |
img

RIHA – Parêzerê malbata Şenyaşara Parêzer Hîdayet Enmek, ji bo êrîşa li ser malbata Şenyaşar ku xizm û parêzvanên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz pêk anî bûn, diyar kir ku tê xwestin ser hêla êrîşê ya li nexweşxaneyê bê girtin û got, dema bûyer qewimî Wezîrê Çandiniyê, Waliyê Rihayê û Qeymeqamê Pirsûsê zûzûka çûne nexweşxaneyê. 

Li Pirsûs a Rihayê, di pêvajoya hilbijartina giştî ya 24'ê Hezîrana 2018'an de parazvn û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, li kargeha malbata Şenyaşar û li nexweşxaneyê êrîşî malbata Şenyaşr kirin û di êrîşê de Hecî Esvet Şenyaşar, kurên wî Celal û Adil Şenyaşar û birayê Yildiz Mehmet Şah Yildiz jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê lêprsîn hat destpêkirin û kurê malbata Şenyaşar Ferît Şenyaşar ku di êrîşê de birîndar bûbû hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Her wiha di 17'ê Îlona 2019'an de jî birayê Îbrahîm Halîl Yildiz Enver Yildiz tevî komeke ji 50 kesî pêk dihat hat Edliyeya Rihayê û teslîm bûbû. Ji xeynî vê heta niha 3 dozgerên dosyeyê guherîne û hîn jî lêpirsîn veneguheriye dozê. 
 
Parêzerê malbata Şenyaşarê Parêzer Hîdayet Enmek, roja bûyerê, tiştên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qewimîn, helwesta xebatkarên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê hwd. nirxandin. 
 
REWŞA LI NEXWEŞXANEYÊ
 
Enmek, da zanîn ku di êrîşa li ser malbata Şenyaşar de, delîlên li kargehê û qeydên kamerayan û qeydên kamerayan ên welatiyan kişandibûn hemû li dosyeyê hatine bicihkirin û got, di dosyeyê de tişta girîng, tiştên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qewimîn bi xwe ne. Enmek, bibîr xist ku piştî êrîşa li kargehê birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û gava Hecî Esvet Şenyaşar û hevjîna wî Emîne Şenyaşr pê dihesin, ji bo zarokên xwe yên birîndar bibînin diçin nexweşxaneyê û li wir xizmên malbata Yildiz bi çekan û kêran êrîşî wan dikin û got: "Di wê kêlîkê de qelebalixiyek li nexweşxaneyê heye. Her wiha li wir Waliyê Rihayê, Qeymeqamê Pirsûsê, wezîrê çandiniyê yê berê Eşref Fakibaba, ewlekarên nexweşxaneyê, hêzên dewletê, polîs hemû li wir in. Derbarê vê komkujiya li nexweşxaneyê pêk hat daxuyaniyek jî nehat dayîn. Bi vî awayî tê xwestin ser hêla bûyerê ya li nexweşxaneyê bê girtin. Ji bo birîndar sewqî nexweşxaneyeke din bên kirin ambulans tê, lê belê tekelên ambulansê diteqînin, camên wê dişikînin. Ji ber çek, kêr û şûşeyên seroman dîwarên nexweşxaneyê xwînê bûbûn. Bêyî li bendî berhevkirina delîlên li nexweşxaneyê bê sekinandin, gelek delîl tên windakirin. Dîwarên nexweşxaneyê zûzûka tên boyaxkirin. Delîla mezin qeydên kamerayên nexweşxaneyê ne, lê belê nehatine parastin. An jî hin kesan ji holê raakiriye. Me hevdîtin bi dozger re çê kir, lê dozger got dîmenên kamerayên nexweşxaneyê ne di dosyeyê de ne. Em baş dizanin dîmen nehatine windakirin, bi awayî hatine veşartin." 
 
‘LÊPIRSÎNEKE ÇALAK TUNEYE' 
 
Enmek, destnîşan kir ku di dosyeyê de tenê muwekîlê wî Fadil Şenyaşar girtiye û got, Enver Yildiz jî piştî bûyerê 15 mehan teslîm bûye. Enmek, bilêv kir ku ev kes 15 mehan li derve bûye û ev yek jî nîşan dide ku malbata Yildiz hêza cemaweriyê bi kar tîne û ev rewş bûye cihê şik û gumanan. Enmek, got: "Heger îdianame bê amadekirin û tê de qeydên nexweşxaneyê tunebin, em ê pê bawer nekin. Emîne Şenyaşar û Mehmet Şenyaşar ê di êrîşê de bi birîndarî xelas bû, kesên çekdar û kêr li ser wan teşxîs kirin. Lê belê hîn jî em nizanin derbarê gumandaran de biryara zevtkirinê heye yan tuneye û îfadeya wan hatiye girtin an na. Lêpirsîneke çalak nayê kirin." 
 
Enmek, anî ziman ku Serdozgerê Rihayê ku dozgerê ewil ê lêpirsînê bû, lêpirsîneke çalak bi rê ve biriye û îfadeya 80 şahidî girtiye û got: "Lê belê piştî bûyerê bi demeke kurt cihê dozger hat guherandin. Dozgereke din hat. Niha biryara nepeniyê li ser dosyeyê heye. Em abwer nakin lêpirsîneke çalak hebe. Ji ber ku kiryarên li nexweşxaneyê nehatine zevtkirin, ji ber ku derbarê bûyerê de îfadeya tu gumanbaran nehatiye girtin, gumana ku kiryar tên fihêtkirin li me peyda bûye. Em mecbûr in heta dawiyê baweriya xwe bi edalet û hiqûqê b,nin. Ji bo kesên muwekîlên me kuştine bên darizandin, çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
‘WEZARETA KARÊN NAVXWEYÎ BIRYARA NEPENIYÊ BIN PÊ KIR' 
 
enmek, bibîr xist ku piştî bûyerê ji b dosyeyê biryara nepeniyê hatiye girtin, lê belê Wezareta Karên Navxweyî li qenaleke neteweyî dîmenên bûyerê parve kirine û bi vî awayî biryara nepeniyê bin pê kiriye. 
 
‘HEMÛ ŞAHID IN' 
 
Herî dawî Enmek got: "Di vê bûyerê de tu kes jî ne masûm e. Amîrê mulkî yê bajêr, amîrê mulkî yê navçeyê, serbijîşk, xebatkarên tenduristiyê, xebatkarên nexweşxaneyê, ewlekar, hêzên dewletê, bijîşk hemû bûne şahidê vê komkujiyê. Ji bo tespîtkirina kiryaran em bang li raya giştî dikin. Kesên bûne şahid, divê bêyî tirs kesên ev komkujî pêk anîne teşxîs bikin. Dikarin xwe bigihînin me. Em dixwazin ji bo tespîtkirina kiryaran alîkariya me bikin." 

Sernavên din

05/12/2019
16:44 Meşa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd ji Lozanê dest pê kir
16:23 Di doza tacîza zayendî de de şahid hatin guhdarkirin
16:14 Karkerên PTT'ê dest ji kar berdan
16:03 Astengdaran 600 name ji parlamenteran re şandin
15:46 Di Doza Nisêbînê de 2 caran muebeta giran dan girtiyê nexweş Eroglû
15:46 Li Êlihê girtina siyasetmedaran hat şermezarkirin
15:45 18 meh şûnde îdîanameya kuştina endamên malbata Şenyaşar amade kirin
15:27 Guven: Tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin
15:03 Li Amedê Sempozyûma Enerjiyê: Em ê siyaseta bi çeka enerjiye dîl hatiye girtin nîqaş bikin
13:46 Li Amedê civîna 'yekitiya neteweyî'
13:32 Polîsên beşdarî danişînê nebûn îfadeyên wan li dadgehên cuda hatine sitendin
13:30 Banqaya Navendî: polîtîkaya kûr û diravê aşkera kir
13:28 Rojnameger Yûsûf Topaloglû hat girtin
13:21 Onlu: Ma serjêkirin kevneşopiya dewletê ye?
13:19 Nûçegihanê me Çaglar di danişîna ewil de beraet kir
12:41 9 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
12:17 'Komkujiya Til Rifatê stratejiya komkujiyê ye'
12:12 Pirtûka ‘Mehmet Tûnç û Bêkes’ hat qedexekirin
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 Di Mijdarê de 38 jin hatin qetilkirin, 13 zarok rastî îstîsmarê hatin
11:20 Dozger xwest rojnameger Topaloglu were girtin
10:47 'Em li dijî tecrîda di şexsê Ocalan de li gelê kurd tê ferzkirin derkevin'
10:40 DMME'ê Tirkiye ji ber dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ mahkûm kir
10:14 33 karker, ji ber sendîkayî ne ji kar hatin avêtin
10:12 Dr. Guneş: Gefên Tirkiyeyê bi kêr nehatin, Fransa bi bandor bû
10:07 Ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê: Em dixwazin wekhev û azad bijîn
09:19 ‘Heta ku hêzên paramîlîter bişînin eniyê dê drama mirovahiyê neqede'
09:19 Bereketa zeytûnên Nîzîbê ji sedî 75 daket
09:18 Bi 40 lîreyî debara malbata xwe dike
09:18 Nerazîbûna ji bo girtina Topaloglû û Eser: Tirkiye bûye girtîgeha rojnamevanan
09:17 ‘Gel bedêla polîtîkayên şer ên AKP'ê dide'
09:16 Çemê Nîzîpê ji ber bermayiyên fabrîkayan bûye çemê jehrê
09:01 Endama Mor Dayanişmayê ku deriyê wê hat mohrkirin: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2019'AN
04/12/2019
17:30 Xwendekarên Qamişlo: Me nekujin!
17:02 Odeya Avahîsazan: Avahiyên li Sûrê hatine çêkirin, dişibin Zîndana Amedê
16:26 OHD: Li girtîgehên Marmarayê binpêkirina mafan zêdetir bûne
16:19 Eren Keskîn: Dixwazin bi rêbazên nijadperestiyê teşe bidin me hemûyan
16:02 Baroya Rihayê Hefteya Mafê Mirovan dê bi çalakiyan pîroz bike
16:00 Serokkomarî ji rewşa Aydogan a li hepisê mir agahdar bûye
14:38 Dadgehê di danişîna Şûle Çet de biyar da
14:38 Partiyên kurd ên ku sibê dicivin: Roj roja yekîtiya neteweyî ye
14:23 Civîna Bilind a Lîderan a NATO'yê dest pê kir
14:13 Sekreterê Giştî yê NATO'yê: Min bi Erdogan hevdîtin kir, em li ser pirsgirêkê dixebitin
14:04 ‘Ji bilî rêya rojnamegeriyê û berxwedanê tu çareyek din nîne’
14:03 Li Elbîstanê 3 HDP’î hatin girtin
13:08 Nor Zartong ji hilbijartina Patrîkê Ermen vekişiya û banga boykotê kir
13:00 KESK’ê banga beşdariya mitînga li Bakirkoyê kir
12:59 Di danişîna Şûle Çet de: Divê edaleta rast bê bicihanîn’
12:51 Mamosteyan Fêrgeha Dogayê boykot kir
12:32 Li Colemêrgê qezaya trafîqê: 2 kes mirî û 6 birîndar
11:46 PSAKD: Daxuyaniyên Erdogan ne jidilin
11:35 Rojnameya Yenî Yaşamê bi manşeta 'Bêşîrove' derket
11:35 Hevşaredarên Stewrê, Şemrex û Dêrikê sewqî Tarsûsê hatin kirin
10:53 Li Kocaeliyê 14 rêveber û endamên HDP’ê hatin girtin
10:29 Temel: Em sala 2020’an bikin sala seferberiya kurdî
Kirkaya: Doza kurd doza zimên e
10:27 Partiyên kurd bi rojeva 'yekitiya neteweyî' tên gel hev
09:54 Enstîtuya Kurdî girtina Sadiye Eser şermezar kir
09:20 Doz li polîsê Efe Tektekîn ê 5 salî kuşt hat vekirin
09:19 Li 'Komunîst'ê 76 salî yê nikare rabe ser xwe 6 sal û 3 meh ceza birîn
09:17 Bendava Ilisûyê rêya koçeran jî girt
09:16 Parêzera Berfîn Ozekê: Di raporê de zirara ku asîdê daye bedenê nehatiye nirxandin
09:15 Parêzerê malbata Şenyaşar: Wezîr, walî, qeymeqam hemû li wir bûn...
09:15 Qeyûm heqê avê buha kir: Ji 2 TL'yan bû 6,25 TL
09:14 Wezaretê ji bo mirina Tîlaver qîma xwe tenê bi tazmînatê anî
09:13 ‘Li ser çand û ziman asîmîlasyon û otosansûreke mezin heye’
09:12 ‘Dema xeydê nîne dem dema yekîtiyê ye’
09:11 Aktîvîsta TJA’yê Komî: Li Wanê emê xwe bigihînin hemû jinan
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2019'AN
03/12/2019
21:39 Rojnamevan Topaloglû û Eser hatin girtin
21:11 Şîna Emîne Aslan Aydogan a li girtîgehê jiyana xwe ji dest da asteng kirin
19:35 Bi hezaran xwendekar civîyan: Sûcdarên şer darizînin
19:09 Macron: Tirkiye li dijî hêza ligel me li dijî DAIŞ'ê şer kiriye şer dike
18:25 Partî û rêxistinên siyasî: Ev komkujî sûcê Tirkiyeyê îspat dike
18:07 Li Êlihê 5 kes girtin
17:54 Nûçegîhana me Altan serbest berdan
17:17 Rojnamegerên ji Hurriyetê hatin avêtin: Em ê mafê xwe bistînin
16:58 Hem wesayîta cenaze nedan û hem jî mele nexistin goristanê
16:46 Dozger bêyî îfadeya Eser û Topaloglû bigire ew sewqî dadgehê kirin
16:30 7 endamên Sendîskaya Birleşik Metal Îşê ji kar avêtin
15:47 Di 25'emîn salvegera Ozgur Ulke de: Em li ser şopa heqîqetê ne
15:35 Ji Alîkarê Serokkomar pirsî: Kê êrîşî Tîl Rifat kir?
14:59 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:56 Nûçegihana me Altan bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hat kirin
14:47 Aşçi: Tirkiye qirêjiyê dikire
14:40 ‘Divê helwest û pêşdaraziya li dijî astengdaran bê rakirin’
14:39 Li Nisêbînê nexweşê dil binçav kirin
14:35 Nûçegihanên me Eser û Topaloglu birin dadgehê
14:08 TJK-E: Bi êrîşa Til Rifatê dixwazin Kurdan bi temamî tune bikin
14:07 Ji Trûmp pirsa 'Ma hewceye ku Tirkiye parçeyek NATO'yê be?' hat pirsîn
14:00 Temellî: Rojnamegerên dibin çavan de berdin
13:49 Nûçegihana me Bêrîvan Altan birin dadgehê
13:37 Buldan: Krîza aborî ya kûr heye
13:04 Kesên ji bo Demîrtaş çalakî li dar xistibûn, hatin berdan
12:58 Girtiya 64 salî Aydogan jiyana xwe ji dest da
12:41 Temel: Bila faîlên Ozgur Ulke bên dîtin
12:24 ÎRA: Ne pêkan e ku mirov behsa azadiya çapemeniyê bikin
12:01 TEVDEM: Ji komkujiyê Rûsya, NY û HRW berpirsyar in
11:45 Baroya Amedê: Em jî şirîkê vî sûcî ne
11:40 Di meha Mijdarê de herî kêm 39 jin hatin qetilkirin