Parêzerê malbata Şenyaşar: Wezîr, walî, qeymeqam hemû li wir bûn... 2019-12-04 09:15:59 RIHA – Parêzerê malbata Şenyaşara Parêzer Hîdayet Enmek, ji bo êrîşa li ser malbata Şenyaşar ku xizm û parêzvanên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz pêk anî bûn, diyar kir ku tê xwestin ser hêla êrîşê ya li nexweşxaneyê bê girtin û got, dema bûyer qewimî Wezîrê Çandiniyê, Waliyê Rihayê û Qeymeqamê Pirsûsê zûzûka çûne nexweşxaneyê.  Li Pirsûs a Rihayê, di pêvajoya hilbijartina giştî ya 24'ê Hezîrana 2018'an de parazvn û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, li kargeha malbata Şenyaşar û li nexweşxaneyê êrîşî malbata Şenyaşr kirin û di êrîşê de Hecî Esvet Şenyaşar, kurên wî Celal û Adil Şenyaşar û birayê Yildiz Mehmet Şah Yildiz jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê lêprsîn hat destpêkirin û kurê malbata Şenyaşar Ferît Şenyaşar ku di êrîşê de birîndar bûbû hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Her wiha di 17'ê Îlona 2019'an de jî birayê Îbrahîm Halîl Yildiz Enver Yildiz tevî komeke ji 50 kesî pêk dihat hat Edliyeya Rihayê û teslîm bûbû. Ji xeynî vê heta niha 3 dozgerên dosyeyê guherîne û hîn jî lêpirsîn veneguheriye dozê.    Parêzerê malbata Şenyaşarê Parêzer Hîdayet Enmek, roja bûyerê, tiştên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qewimîn, helwesta xebatkarên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê hwd. nirxandin.    REWŞA LI NEXWEŞXANEYÊ   Enmek, da zanîn ku di êrîşa li ser malbata Şenyaşar de, delîlên li kargehê û qeydên kamerayan û qeydên kamerayan ên welatiyan kişandibûn hemû li dosyeyê hatine bicihkirin û got, di dosyeyê de tişta girîng, tiştên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qewimîn bi xwe ne. Enmek, bibîr xist ku piştî êrîşa li kargehê birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û gava Hecî Esvet Şenyaşar û hevjîna wî Emîne Şenyaşr pê dihesin, ji bo zarokên xwe yên birîndar bibînin diçin nexweşxaneyê û li wir xizmên malbata Yildiz bi çekan û kêran êrîşî wan dikin û got: "Di wê kêlîkê de qelebalixiyek li nexweşxaneyê heye. Her wiha li wir Waliyê Rihayê, Qeymeqamê Pirsûsê, wezîrê çandiniyê yê berê Eşref Fakibaba, ewlekarên nexweşxaneyê, hêzên dewletê, polîs hemû li wir in. Derbarê vê komkujiya li nexweşxaneyê pêk hat daxuyaniyek jî nehat dayîn. Bi vî awayî tê xwestin ser hêla bûyerê ya li nexweşxaneyê bê girtin. Ji bo birîndar sewqî nexweşxaneyeke din bên kirin ambulans tê, lê belê tekelên ambulansê diteqînin, camên wê dişikînin. Ji ber çek, kêr û şûşeyên seroman dîwarên nexweşxaneyê xwînê bûbûn. Bêyî li bendî berhevkirina delîlên li nexweşxaneyê bê sekinandin, gelek delîl tên windakirin. Dîwarên nexweşxaneyê zûzûka tên boyaxkirin. Delîla mezin qeydên kamerayên nexweşxaneyê ne, lê belê nehatine parastin. An jî hin kesan ji holê raakiriye. Me hevdîtin bi dozger re çê kir, lê dozger got dîmenên kamerayên nexweşxaneyê ne di dosyeyê de ne. Em baş dizanin dîmen nehatine windakirin, bi awayî hatine veşartin."    ‘LÊPIRSÎNEKE ÇALAK TUNEYE'    Enmek, destnîşan kir ku di dosyeyê de tenê muwekîlê wî Fadil Şenyaşar girtiye û got, Enver Yildiz jî piştî bûyerê 15 mehan teslîm bûye. Enmek, bilêv kir ku ev kes 15 mehan li derve bûye û ev yek jî nîşan dide ku malbata Yildiz hêza cemaweriyê bi kar tîne û ev rewş bûye cihê şik û gumanan. Enmek, got: "Heger îdianame bê amadekirin û tê de qeydên nexweşxaneyê tunebin, em ê pê bawer nekin. Emîne Şenyaşar û Mehmet Şenyaşar ê di êrîşê de bi birîndarî xelas bû, kesên çekdar û kêr li ser wan teşxîs kirin. Lê belê hîn jî em nizanin derbarê gumandaran de biryara zevtkirinê heye yan tuneye û îfadeya wan hatiye girtin an na. Lêpirsîneke çalak nayê kirin."    Enmek, anî ziman ku Serdozgerê Rihayê ku dozgerê ewil ê lêpirsînê bû, lêpirsîneke çalak bi rê ve biriye û îfadeya 80 şahidî girtiye û got: "Lê belê piştî bûyerê bi demeke kurt cihê dozger hat guherandin. Dozgereke din hat. Niha biryara nepeniyê li ser dosyeyê heye. Em abwer nakin lêpirsîneke çalak hebe. Ji ber ku kiryarên li nexweşxaneyê nehatine zevtkirin, ji ber ku derbarê bûyerê de îfadeya tu gumanbaran nehatiye girtin, gumana ku kiryar tên fihêtkirin li me peyda bûye. Em mecbûr in heta dawiyê baweriya xwe bi edalet û hiqûqê b,nin. Ji bo kesên muwekîlên me kuştine bên darizandin, çi ji destê me bê em ê bikin."    ‘WEZARETA KARÊN NAVXWEYÎ BIRYARA NEPENIYÊ BIN PÊ KIR'    enmek, bibîr xist ku piştî bûyerê ji b dosyeyê biryara nepeniyê hatiye girtin, lê belê Wezareta Karên Navxweyî li qenaleke neteweyî dîmenên bûyerê parve kirine û bi vî awayî biryara nepeniyê bin pê kiriye.    ‘HEMÛ ŞAHID IN'    Herî dawî Enmek got: "Di vê bûyerê de tu kes jî ne masûm e. Amîrê mulkî yê bajêr, amîrê mulkî yê navçeyê, serbijîşk, xebatkarên tenduristiyê, xebatkarên nexweşxaneyê, ewlekar, hêzên dewletê, bijîşk hemû bûne şahidê vê komkujiyê. Ji bo tespîtkirina kiryaran em bang li raya giştî dikin. Kesên bûne şahid, divê bêyî tirs kesên ev komkujî pêk anîne teşxîs bikin. Dikarin xwe bigihînin me. Em dixwazin ji bo tespîtkirina kiryaran alîkariya me bikin."