‘Dema xeydê nîne dem dema yekîtiyê ye’

  • rojane
  • 09:12 4 Kanûn 2019
  • |
img

COLEMÊRG – Hevserokê Rêxistina HDP’a Colemêrgê Sînan Kaya diyar kir ku ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî firsendek dîrokî di destê kurdan de ye û got: “Ji bo gelê me dem ne dema xeydandinê ye. Dem dema yekîtiyê ye. Zarokên li ser vê axê êdî ken ji bîr kirine. Divê êdî li ser lêvên zarokên me kenê yekîtiya netewî bê xuyakirin.” 

Beriya sed salan di navbera kurdan de dîwar hatin danîn. Kurd ji hev hatin parçekirin. Di sedsala 20’emîn de kurd tune hatin hesibandin. Hêzên ku naxwazin kurd bibin yek, hewl didin di sedsala 21’emîn de kurdan ji hev parçetir bikin. Bi êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojava re avakirina yekîtiya neteweyî ya kurdan ket rojevê û her roja ku diçe li ser mijara yekîtiyê nîqaş berfireh dibin. Kurd hewl didin yekîtiya xwe ava bikin û xwe ji her cûre êrişan biparêz in. 
 
Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Sînan Kaya têkildarî nîqaşên yekîtiya neteweyî ya kurd ji ajansa me re axivî. 
 
‘DEMA XEYDÊ NÎNE, DEM DEMA YEKÎTIYÊ YE’
 
Kaya destnîşan kir ku fersendek dîrokî ji bo kurdan peyda bûye û wiha got: “Avakirina yekîtiya neteweyî ya kurd lezgînî divê pêk were. Em baş di hişmendiya vê yekê de ne. Tu demê bi qasî vê serdemê pêdivî bi yekîtiya neteweyî çênebûye. Yên xwe wek lîderên gelê kurd didin nasîn, pêwîste di vê serdema dîrokî de rola xwe bileyîzin. Pêwîste di warê civakî, siyasî û çandî de hemû mafên gelê me hildin bin mîsogeriyê. Rolek dîrokî pêwîste. Hin derfetên Başûrê Kurdistanê ji yên bakur zêdetir û pêşketîtir in. Hin bêtir derfetên wan heye mîsyona yekîtiya neteweyî hildin ser milê xwe. Divê ev neyê jiîbirkirin; heke gelê bakurê Kurdistanê taştê be, birêz Mesût Barzanî û gelê başûr jî dê bibe firavîn. Gelê başûr nemaze jî malbata Barazanî pêwîste di hişmendiya vê yekê de be. Heke em naxwazin bibin dûvika tirk, ereb û farsan, lazime em teqez û teqez yekîtiya xwe ava bikin. Ji bo gelê me dem ne dema xeydê ye, dem dema avakirina yekîtiya neteweyî ya kurd e. Dem dema piştevaniya yekîtiyê ye. Zarokên li ser vê axê êdî ken ji bîr kirine. Divê êdî li ser lêvên zarokên me kenê yekîtiya netewî bê xuyakirin.” 
 
‘EM PEYMANÊN NÛ NAXWAZIN’ 
 
Kaya bi bîr xist ku 70 nûnerên rêxistin û partiyên kurdan ên bi rojeva “Yekîtiya Neteweyî” bicivin bibîr xist û ew li bendê ne ji civîna nûneran nexweşrêya yekîtiyê derkeve. 
 
Kaya anî ziman ku pêdivî bi gavên wêrek heye û wiha bang li serok û rêberên kurdan kir: “Lazime em di bin vê enqazê de nemînin. Pêwîste di vî sed salê pêşiya me de mafên me hemû werin mîsogerkirin. Ji bo jiyanek azad divê ev were kirin. Di sedsala me li pey xwe hişt de her cûre zilm û îşkence li me hat kirin. Em wek gel naxwazin peymanên wek Sevr, Lozan, Sykes Picot û peymanên din bibînin. Em bang li beşdarên civînê dikin; bila tişt li ser gotinê nemîne, wêrek bin û înîsiyatîfê bigirin ser milê xwe. Lazime em derkevin derveyî sînorên bi Qesrî Şîrîn û Lozanê hatin çêkirin. Pêwîste kesên xwe wek rêber û lîderên kurd dibînin sînoran hilweşînin. Divê ji bo kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bikevin nava tevger û hewldanan. Piştî yekîtî ava bibe piştî wê bila biryar were dayîn dê gav çawa werin avêtin bê nirxandin û divê biryaran wisa bidin.” 
 
MA / Hamza Gunduz
 

Sernavên din

05/12/2019
16:44 Meşa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd ji Lozanê dest pê kir
16:23 Di doza tacîza zayendî de de şahid hatin guhdarkirin
16:14 Karkerên PTT'ê dest ji kar berdan
16:03 Astengdaran 600 name ji parlamenteran re şandin
15:46 Di Doza Nisêbînê de 2 caran muebeta giran dan girtiyê nexweş Eroglû
15:46 Li Êlihê girtina siyasetmedaran hat şermezarkirin
15:45 18 meh şûnde îdîanameya kuştina endamên malbata Şenyaşar amade kirin
15:27 Guven: Tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin
15:03 Li Amedê Sempozyûma Enerjiyê: Em ê siyaseta bi çeka enerjiye dîl hatiye girtin nîqaş bikin
13:46 Li Amedê civîna 'yekitiya neteweyî'
13:32 Polîsên beşdarî danişînê nebûn îfadeyên wan li dadgehên cuda hatine sitendin
13:30 Banqaya Navendî: polîtîkaya kûr û diravê aşkera kir
13:28 Rojnameger Yûsûf Topaloglû hat girtin
13:21 Onlu: Ma serjêkirin kevneşopiya dewletê ye?
13:19 Nûçegihanê me Çaglar di danişîna ewil de beraet kir
12:41 9 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
12:17 'Komkujiya Til Rifatê stratejiya komkujiyê ye'
12:12 Pirtûka ‘Mehmet Tûnç û Bêkes’ hat qedexekirin
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 Di Mijdarê de 38 jin hatin qetilkirin, 13 zarok rastî îstîsmarê hatin
11:20 Dozger xwest rojnameger Topaloglu were girtin
10:47 'Em li dijî tecrîda di şexsê Ocalan de li gelê kurd tê ferzkirin derkevin'
10:40 DMME'ê Tirkiye ji ber dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ mahkûm kir
10:14 33 karker, ji ber sendîkayî ne ji kar hatin avêtin
10:12 Dr. Guneş: Gefên Tirkiyeyê bi kêr nehatin, Fransa bi bandor bû
10:07 Ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê: Em dixwazin wekhev û azad bijîn
09:19 ‘Heta ku hêzên paramîlîter bişînin eniyê dê drama mirovahiyê neqede'
09:19 Bereketa zeytûnên Nîzîbê ji sedî 75 daket
09:18 Bi 40 lîreyî debara malbata xwe dike
09:18 Nerazîbûna ji bo girtina Topaloglû û Eser: Tirkiye bûye girtîgeha rojnamevanan
09:17 ‘Gel bedêla polîtîkayên şer ên AKP'ê dide'
09:16 Çemê Nîzîpê ji ber bermayiyên fabrîkayan bûye çemê jehrê
09:01 Endama Mor Dayanişmayê ku deriyê wê hat mohrkirin: Em ê dev ji têkoşînê bernedin
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2019'AN
04/12/2019
17:30 Xwendekarên Qamişlo: Me nekujin!
17:02 Odeya Avahîsazan: Avahiyên li Sûrê hatine çêkirin, dişibin Zîndana Amedê
16:26 OHD: Li girtîgehên Marmarayê binpêkirina mafan zêdetir bûne
16:19 Eren Keskîn: Dixwazin bi rêbazên nijadperestiyê teşe bidin me hemûyan
16:02 Baroya Rihayê Hefteya Mafê Mirovan dê bi çalakiyan pîroz bike
16:00 Serokkomarî ji rewşa Aydogan a li hepisê mir agahdar bûye
14:38 Dadgehê di danişîna Şûle Çet de biyar da
14:38 Partiyên kurd ên ku sibê dicivin: Roj roja yekîtiya neteweyî ye
14:23 Civîna Bilind a Lîderan a NATO'yê dest pê kir
14:13 Sekreterê Giştî yê NATO'yê: Min bi Erdogan hevdîtin kir, em li ser pirsgirêkê dixebitin
14:04 ‘Ji bilî rêya rojnamegeriyê û berxwedanê tu çareyek din nîne’
14:03 Li Elbîstanê 3 HDP’î hatin girtin
13:08 Nor Zartong ji hilbijartina Patrîkê Ermen vekişiya û banga boykotê kir
13:00 KESK’ê banga beşdariya mitînga li Bakirkoyê kir
12:59 Di danişîna Şûle Çet de: Divê edaleta rast bê bicihanîn’
12:51 Mamosteyan Fêrgeha Dogayê boykot kir
12:32 Li Colemêrgê qezaya trafîqê: 2 kes mirî û 6 birîndar
11:46 PSAKD: Daxuyaniyên Erdogan ne jidilin
11:35 Rojnameya Yenî Yaşamê bi manşeta 'Bêşîrove' derket
11:35 Hevşaredarên Stewrê, Şemrex û Dêrikê sewqî Tarsûsê hatin kirin
10:53 Li Kocaeliyê 14 rêveber û endamên HDP’ê hatin girtin
10:29 Temel: Em sala 2020’an bikin sala seferberiya kurdî
Kirkaya: Doza kurd doza zimên e
10:27 Partiyên kurd bi rojeva 'yekitiya neteweyî' tên gel hev
09:54 Enstîtuya Kurdî girtina Sadiye Eser şermezar kir
09:20 Doz li polîsê Efe Tektekîn ê 5 salî kuşt hat vekirin
09:19 Li 'Komunîst'ê 76 salî yê nikare rabe ser xwe 6 sal û 3 meh ceza birîn
09:17 Bendava Ilisûyê rêya koçeran jî girt
09:16 Parêzera Berfîn Ozekê: Di raporê de zirara ku asîdê daye bedenê nehatiye nirxandin
09:15 Parêzerê malbata Şenyaşar: Wezîr, walî, qeymeqam hemû li wir bûn...
09:15 Qeyûm heqê avê buha kir: Ji 2 TL'yan bû 6,25 TL
09:14 Wezaretê ji bo mirina Tîlaver qîma xwe tenê bi tazmînatê anî
09:13 ‘Li ser çand û ziman asîmîlasyon û otosansûreke mezin heye’
09:12 ‘Dema xeydê nîne dem dema yekîtiyê ye’
09:11 Aktîvîsta TJA’yê Komî: Li Wanê emê xwe bigihînin hemû jinan
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2019'AN
03/12/2019
21:39 Rojnamevan Topaloglû û Eser hatin girtin
21:11 Şîna Emîne Aslan Aydogan a li girtîgehê jiyana xwe ji dest da asteng kirin
19:35 Bi hezaran xwendekar civîyan: Sûcdarên şer darizînin
19:09 Macron: Tirkiye li dijî hêza ligel me li dijî DAIŞ'ê şer kiriye şer dike
18:25 Partî û rêxistinên siyasî: Ev komkujî sûcê Tirkiyeyê îspat dike
18:07 Li Êlihê 5 kes girtin
17:54 Nûçegîhana me Altan serbest berdan
17:17 Rojnamegerên ji Hurriyetê hatin avêtin: Em ê mafê xwe bistînin
16:58 Hem wesayîta cenaze nedan û hem jî mele nexistin goristanê
16:46 Dozger bêyî îfadeya Eser û Topaloglû bigire ew sewqî dadgehê kirin
16:30 7 endamên Sendîskaya Birleşik Metal Îşê ji kar avêtin
15:47 Di 25'emîn salvegera Ozgur Ulke de: Em li ser şopa heqîqetê ne
15:35 Ji Alîkarê Serokkomar pirsî: Kê êrîşî Tîl Rifat kir?
14:59 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:56 Nûçegihana me Altan bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hat kirin
14:47 Aşçi: Tirkiye qirêjiyê dikire
14:40 ‘Divê helwest û pêşdaraziya li dijî astengdaran bê rakirin’
14:39 Li Nisêbînê nexweşê dil binçav kirin
14:35 Nûçegihanên me Eser û Topaloglu birin dadgehê
14:08 TJK-E: Bi êrîşa Til Rifatê dixwazin Kurdan bi temamî tune bikin
14:07 Ji Trûmp pirsa 'Ma hewceye ku Tirkiye parçeyek NATO'yê be?' hat pirsîn
14:00 Temellî: Rojnamegerên dibin çavan de berdin
13:49 Nûçegihana me Bêrîvan Altan birin dadgehê
13:37 Buldan: Krîza aborî ya kûr heye
13:04 Kesên ji bo Demîrtaş çalakî li dar xistibûn, hatin berdan
12:58 Girtiya 64 salî Aydogan jiyana xwe ji dest da
12:41 Temel: Bila faîlên Ozgur Ulke bên dîtin
12:24 ÎRA: Ne pêkan e ku mirov behsa azadiya çapemeniyê bikin
12:01 TEVDEM: Ji komkujiyê Rûsya, NY û HRW berpirsyar in
11:45 Baroya Amedê: Em jî şirîkê vî sûcî ne
11:40 Di meha Mijdarê de herî kêm 39 jin hatin qetilkirin