‘Dema xeydê nîne dem dema yekîtiyê ye’ 2019-12-04 09:12:48 COLEMÊRG – Hevserokê Rêxistina HDP’a Colemêrgê Sînan Kaya diyar kir ku ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî firsendek dîrokî di destê kurdan de ye û got: “Ji bo gelê me dem ne dema xeydandinê ye. Dem dema yekîtiyê ye. Zarokên li ser vê axê êdî ken ji bîr kirine. Divê êdî li ser lêvên zarokên me kenê yekîtiya netewî bê xuyakirin.”  Beriya sed salan di navbera kurdan de dîwar hatin danîn. Kurd ji hev hatin parçekirin. Di sedsala 20’emîn de kurd tune hatin hesibandin. Hêzên ku naxwazin kurd bibin yek, hewl didin di sedsala 21’emîn de kurdan ji hev parçetir bikin. Bi êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojava re avakirina yekîtiya neteweyî ya kurdan ket rojevê û her roja ku diçe li ser mijara yekîtiyê nîqaş berfireh dibin. Kurd hewl didin yekîtiya xwe ava bikin û xwe ji her cûre êrişan biparêz in.    Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Sînan Kaya têkildarî nîqaşên yekîtiya neteweyî ya kurd ji ajansa me re axivî.    ‘DEMA XEYDÊ NÎNE, DEM DEMA YEKÎTIYÊ YE’   Kaya destnîşan kir ku fersendek dîrokî ji bo kurdan peyda bûye û wiha got: “Avakirina yekîtiya neteweyî ya kurd lezgînî divê pêk were. Em baş di hişmendiya vê yekê de ne. Tu demê bi qasî vê serdemê pêdivî bi yekîtiya neteweyî çênebûye. Yên xwe wek lîderên gelê kurd didin nasîn, pêwîste di vê serdema dîrokî de rola xwe bileyîzin. Pêwîste di warê civakî, siyasî û çandî de hemû mafên gelê me hildin bin mîsogeriyê. Rolek dîrokî pêwîste. Hin derfetên Başûrê Kurdistanê ji yên bakur zêdetir û pêşketîtir in. Hin bêtir derfetên wan heye mîsyona yekîtiya neteweyî hildin ser milê xwe. Divê ev neyê jiîbirkirin; heke gelê bakurê Kurdistanê taştê be, birêz Mesût Barzanî û gelê başûr jî dê bibe firavîn. Gelê başûr nemaze jî malbata Barazanî pêwîste di hişmendiya vê yekê de be. Heke em naxwazin bibin dûvika tirk, ereb û farsan, lazime em teqez û teqez yekîtiya xwe ava bikin. Ji bo gelê me dem ne dema xeydê ye, dem dema avakirina yekîtiya neteweyî ya kurd e. Dem dema piştevaniya yekîtiyê ye. Zarokên li ser vê axê êdî ken ji bîr kirine. Divê êdî li ser lêvên zarokên me kenê yekîtiya netewî bê xuyakirin.”    ‘EM PEYMANÊN NÛ NAXWAZIN’    Kaya bi bîr xist ku 70 nûnerên rêxistin û partiyên kurdan ên bi rojeva “Yekîtiya Neteweyî” bicivin bibîr xist û ew li bendê ne ji civîna nûneran nexweşrêya yekîtiyê derkeve.    Kaya anî ziman ku pêdivî bi gavên wêrek heye û wiha bang li serok û rêberên kurdan kir: “Lazime em di bin vê enqazê de nemînin. Pêwîste di vî sed salê pêşiya me de mafên me hemû werin mîsogerkirin. Ji bo jiyanek azad divê ev were kirin. Di sedsala me li pey xwe hişt de her cûre zilm û îşkence li me hat kirin. Em wek gel naxwazin peymanên wek Sevr, Lozan, Sykes Picot û peymanên din bibînin. Em bang li beşdarên civînê dikin; bila tişt li ser gotinê nemîne, wêrek bin û înîsiyatîfê bigirin ser milê xwe. Lazime em derkevin derveyî sînorên bi Qesrî Şîrîn û Lozanê hatin çêkirin. Pêwîste kesên xwe wek rêber û lîderên kurd dibînin sînoran hilweşînin. Divê ji bo kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bikevin nava tevger û hewldanan. Piştî yekîtî ava bibe piştî wê bila biryar were dayîn dê gav çawa werin avêtin bê nirxandin û divê biryaran wisa bidin.”    MA / Hamza Gunduz