NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya ANHA’yê hêzên TSK û Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (MSO) êrîşî navçeya Tîl Rifat a Şehbayê kirin. Di êrîşê de 9 sivîlên piraniya wan zarok jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 10 sivîl jî, birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (AHNA), êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (MSO) ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Li gorî agahiyan hêzên TSK û OMS’ê êrîşî navçeya Tîl Rifat a Şehbayê kirin.
Di êrîşê de 9 sivîlên piraniya wan zarok jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 10 sivîl jî, birîndar bûn.
Kesên sivîl ên di êrîşê de birîndar bûn, sewqî nexweşxaneyên herêmê hatin kirin û dermankirina wan dewam dike.