Hêzên TSK û MSO’ê êrîşî Til Rifatê kirin: 9 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn 2019-12-02 16:25:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya ANHA’yê hêzên TSK û Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (MSO) êrîşî navçeya Tîl Rifat a Şehbayê kirin. Di êrîşê de 9 sivîlên piraniya wan zarok jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 10 sivîl jî, birîndar bûn.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (AHNA), êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (MSO) ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Li gorî agahiyan hêzên TSK û OMS’ê êrîşî navçeya Tîl Rifat a Şehbayê kirin.    Di êrîşê de 9 sivîlên piraniya wan zarok jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 10 sivîl jî, birîndar bûn.   Kesên sivîl ên di êrîşê de birîndar bûn, sewqî nexweşxaneyên herêmê hatin kirin û dermankirina wan dewam dike.