Profîlên li ber avahiya HDP'ê tên sekinandin

  • rojane
  • 09:11 30 Mijdar 2019
  • |
img

AMED – Ji malbatên li ber avahiya HDP'a Amedê disekinin, tenê çend hebên xwedî profîlên ecêb mane. Di nav van malbatan de hin kesên ku tê gotin qeyûm karek daye wan an jî li Enqereyê doza xaniyan kirine hene. 

Ji malbatên ku tê gotin zarokên wan bi zorê birine çiyê û ji aliyê emniyetê ve li ber avahiya HDP'a Amedê hatin rûniştandin, tenê çend heb jê mane. Ên mayî jî xwedî profîline pir ecêb bin. Di nav van malbatan de hin kesên ku tê gotin qeyûm karek daye wan an jî li Enqereyê doza xaniyan kirine hene. 
 
Fevziye û Şahap Çetînkaya, ji bo kurê xwe Suleyman Çetînkaya ku tê gotin windaye serî li emniyetê dabûn û emniyetê jî berê wan dabû ber avahiya HDP'a Amedê. Lê her du hevjînên hev piştî demekê berê xwe dan malê. Lê xizma wan Aysel Bozkûrt û hevjînê wê Îsmaîl Bozkûrt hîn jî li ber avahiya HDP'ê ne. 
 
Aysel Bozkûrt ku sereka provakasyonên li ber avahiya partiyê ye, tim û tim ji hêla çapemeniya hewzê ve tê nîşandan. 
 
Her wiha Suleyman Buyuk ê ku di navbera wî û malbata Bozkûrt de hisûmetek heye, ji ber îfadeyên kurê vê malbatê Mûhammet Bozkûrt, bi îdiaya "pêwendiya wî bi PKK'ê re heye" hat girtin. 
 
Her wiha qeyda sicîla edlî ya Îsmaîl Bozkûrt jî têra xwe nepixandiye. Tê gotin Îsmaîl Bozkûrt gelek caran dizî kiriye. 
 
‘HEGER HÛN LI ENQEREYÊ XANIYEKÎ JI MIN RE PEYDA BIKIN EZ Ê BIÇIM' 
 
Li gorî agahiyên bi dest ketin, malbatên din ên li ber avahiya partiyê ji Bozkûrt nerazî ne. Malbatên din dibêjin 'zarokê wan nehatiye revandin' û ji polîsan xwestine her du kes neyên cem wan, lê belê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. 
 
Îsmaîl Bozkûrt jî ji polîsan re gotiye: "Gef li min tên xwarin. Ewlehiya min tuneye. Heger hûn li Enqereyê xaniyekî ji min re peyda bikin ez ê mala xwe bar bikim." 
 
REMZIYE AKKOYÛN
 
Remziye Akkoyûn jî ku ji bo kurê xwe Azad Akkoyûnê 4 sal berê tev li nav YPG'ê bûye hatiye ber avahiya HDP'ê, bi kêra di çentê xwe de tim êrîşî endamên partiyê dikir. Kurê wê Mecnûn Akkoyûn ê girtî jî, di 6'ê Îlonê de notek ji diya xwe re şand û piştî nota xwe hewl dabû întihar bike. Piştî vê di 20'ê Îlonê de Akkoyûn giliyê M.N.G.'yê 70 salî kiribû û M.N.G. hatibûn binçavkirin û paşê hatibû berdan. 
 
Ji ber nîqaş û munaqeşeyên bi malbatên din re, di 5'ê Mijdarê de polîsan Akkoyûnê ji ber avahiya HDP'ê rakir. Lê paşê hat lêborîn xwest û dîsa rûnişt. Akkoyûn car carina tê ber avahiyê û tê gotin kurê wê li Şaredariya Rezanê dane ser karekî. 
 
MALBATA BÎÇER 
 
Malbateke din a tim dibe sedema liv û tevgerên provokatîf jî malbata Bîçer e. Ayşegul û Raûf Bîçer, ji bo kurê xwe Mûstafa Bûçerê ku ji sala 2018'an ve winda ye hatine ber avahiya partiyê. Her du hevjîn, derpêş kiribûn ku tim gef li wan tên xwarin û li emniyetê giliyê hin HDP'iyan kiribûn. Tê gotin piştî Bîçer dest bi çalakiya li vira kiriye bûye endamê Baskên Jina ya AKP'ê. 
 
AYTEN ELHAMAN  
 
Ayten Elhaman jî ji bo kurê xwe Bayram Elhaman ê 20 salî, di 9'ê Îlonê de hatiye ber avahiya HDP'a Amedê. Tê gotin kurê wê, 2 sal berê gotiye 'diçim kar' û ji wê rojê xeber jê nayê. Ayten Elhaman, yek ji wan kesan e ku di hevpeyvînên wê yên ji bo çapemeniyê de nakokî li ser nakokiyê hene.
 
Elhaman, ji roja dest bi çalakiyê kiriye gelek televîzyonan hevpeyvîn pê re çê kiriye û ji bo kurê xwe yê winda gotibû: "Şupa min ji kesî tuneye. Ez çûm bernameya Muge Anliyê jî. Lê tiştek jê derneket. Li vira kamera pir in, min got belkî ên wî ditibin hebin." 
 
Elhaman, berî bê ber avahiya HDP'ê di hevpeyvîna xwe ya 30'yê Adarê ya ji bo Ajansa Nûçeyan a Îhlasê de gotibû: "2 sal berê rojekê me dîti kurê min nehatiye malê. Berî biçe ew û bavê xwe ketibûn qirika hev du. Navbera wî û bavê wî nebaş bû. Belkî ji ber vê be. Zewicîbû. 5 mehan zewicandî ma. piştî 5 mehan wî û hevjîna xwe dev ji hev du berda. Li hev nekirin. Navbera wî û bavê wî nebaş bû. Diçû kar, barê malê hemû li ser milê wî bû. Dizanim belkî nerihetiyên wî hebûn. Belkî ji bo betlaneyê jî çûbe cihekî." 
 
JI BO HEVPEYVÎNAN TÊ Û DIÇE 
 
Her wiha Elhaman ku ji bo kurê xwe gotibû "Şupe ji kesî nakim, ji ber li vira kamera pir in hatim", piştî dest bi çalakiya xwe kiribû bi rojekê dev jê berdabû. Lê belê 4 roj şûnde dîsa hatibû û vê carê gotibû HDP'ê kurê wê revandiye. Elhaman, ne her roj lê car carinan tê ber avahiya HDP'ê, pê re hevpeyvîn tê çêkirin û diçe. 
 
CELÎL BEGDAŞ
 
Celîl Begdaş jî ji bo kurê xwe Yûsûf Begdaş ku îdia kiribû di sala 2019'an de ji deriyê paş ê avahiay HDP'ê bi mînîbuseke wekî wesayîta bûkê hatibû xemilandin hatiye revandin, gotibû "Ez ê dest bi rojiya mirinê bikim." Tê gotin, piştî qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ew daniye ser karekî dev ji çalakiya xwe berda

Sernavên din

30/11/2019
09:11 Profîlên li ber avahiya HDP'ê tên sekinandin
09:10 Karkerên Gentesê: Em ê dev ji berxwedana xwe bernedin
09:09 Dede: Ji her wextî bêtir em nêzî yekîtiya neteweyî bûne
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2019'AN
08:14 Nûçegîhanên me yên polîsan bi ser malên wan de girtin li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê nin
29/11/2019
20:50 Polîsan girtî li Girtîgehê binçavkirin
16:30 Di doza 5'ê Hezîrane de parêzerê bersûc êrîşê parêzerê gazinker kir
16:16 Kubîlay: Wê HDP serê xwe li ber zilmê daneyne
16:04 Parêzerê Berfîn Ozek: Ceza li gorî çalakiyê bê dayîn
15:48 Doza Ceren Damar taloq kirin: Divê bersûc ji 'Kuştina bi plan' bê cezakirin
15:27 Dest danîn ser laçikên spî yên dayikên di binçavan de
14:52 Demîrtaş beraet kir
14:33 Meclîsa Jinan a Stenbolê xwest 7 kesên belavok belav kirin serbest bên berdan
13:59 Li Wanê 5 ciwan hatin girtin
13:47 Rêxistinên pîşeyî xala 6331'an a Zagona ÎSÎG'ê niqaş kirin
12:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:31 Hezar û 104 rojin çalakî li Wanê qedexe ne
12:16 MYK’a HDP’ê civiya
11:36 Dema binçavkirina rojnamevan Altan 4 rojên din jî hat dirêjkirin
11:05 Jinan beriya doza Ceren Damar li pêş edliyê daxuyanî dan
10:35 Îdîaya xwendekar li 17 navçeyên di sermayê de dersê dibînin
10:34 Piştî hewla revandinê niha jî hat binçavkirin!
09:25 Destûr nedan Pêşengeha Wêneyan a Tahîr Elçî
09:09 Farqînî: Partî bila li dora ziman bibin yek
Taşçier: Xebata me li dijî asimilasyona ziman û çandê ye
09:08 Rektor, ajovanê xwe danî ser Sekreteriya Fakulteya Ragihandinê
09:07 Doç. Dr. Yilmaz: Wezareta Karên Navxweyî sûc dike
09:07 ‘Armanca hedefgirtina xirîstiyanên li Sûriyeyê koçberî ye'
09:06 59 serlêdanên der barê kuştina kesên li Cizîrê hatin redkirin
09:05 ‘Tu tişt nikare van pêkanînên kêfî rewa bike'
09:05 Esnafên Çarşiya Şewitî: Dilê bajêr hilqitandin
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2019'AN
28/11/2019
19:50 Hashtag a #BerivanAltanRojnameger e saet di 21.00'an de dest pê dike
17:32 Rojnamevan Mehmet Oksuz hat berdan
17:11 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
16:49 Li Mêrdînê 7 ciwan hatin berdan
16:49 Teslîm Tore ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin
16:12 Elçî di salvegera 4’emîn de hat bibîranîn: Em ê têkoşîna Elçî ya nîvcomayî dewam bikin
15:46 Li Wanê şahiyek ji bo Arjen Arî tê lidarxistin
15:45 Bertek nîşanî binçavkirinê dan: Azadiya raman û îfadeyê nabe sûc
15:41 'Li ser vê axê rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe'
15:21 Ceza li rojnameger Yasûl, Kırkaya, Paksoy û Keleş hat birîn
14:45 Tahîr Elçî di salvegera 4’emîn de tê bibîranîn
14:27 Ji paralamentera berê ya HDP'ê Bîrtane re 15 sal ceza xwestin
14:06 Sabahat Tuncel: Ji bo em heviyên gelê xwe pêk bînin dixebitin
13:48 3 sal ceza li rojnamevan Denîz Kiliç hat birîn
13:46 Parêzerên xwestin Tahir Elçî bi bîr bînin hatin derpkirin
13:30 Mesrûr Barzanî li Enqerê ye
12:49 Dozger xwest rojnamevan Sancili û Kizilkaya bên cezakirin
12:45 Zilamek li nava kuçeyê tundiyê li jinekê dike
12:44 Li Melazgirê endama meclîsa HDP’ê hat binçavkirin
12:44 Di ‘Doza Sereke ya Ozgur Gundem’ê de mutalaa nehat dayîn
12:43 AYM: Desteserkirina nameya girtî binpêkirina maf e
12:13 Hênceta girtina hevşaredaran: Giliyên ‘şahidên nepen’ û beşdariya çalakiyan
11:31 Şandeya doza ‘Parêzerên KCK’ê’ hat guhertin
10:46 Helbestvan Erbaş: Pêşeroja siyaseta ku kurd di nav de nebin, tuneye
10:46 Danişîna doza Dundar ê piştgirî da Ozgur Gundemê hat dîtin
10:45 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
10:27 Dadgehê biryara Komîsyona OHAL'ê ya redê dijhiqûqi dît û karê wê paşve dayê
10:04 4 esker li Rihayê birîndar bûn
09:59 Tan: Mirov ji bo bi kurdî diaxivin tên kuştin
Onen: Ziman stûna bingehîn a neteweyan e
09:49 ‘Ger hikumetê bixwesta dikarîbû faîlên Tahir Elçî derxîne holê’
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 4'an de ye
09:27 11 parêzerên 4 sal berê lêpirsîn li wan vekirin, niha jî mafê parastinê ji destê wan girtin
09:27 Serokê Baroya Wanê Uçar: Kuştina Elçî sûîkast e
09:26 Esnafên Pasaja Çarşiyê bê serfetih dikanên xwe digirin
09:25 Unsal: Wê partiyên nû di AKP'ê de bibin sedema veqetînên mezin
09:24 Onder: Perê ji bo deynan tê bikaranîn welat dişêlîne
09:24 Çalakiya karkerên li ber Şaredariya Aydinê di roja 508'an de ye
09:23 'Ji bo perwerdehiyeke demokratîk, xweser û zimanê zikmakî têkoşîna hevpar şert e'
09:22 Ji 130 kaniyan tenê Anzele ma
09:22 Ji avakarên Esntîtuya Kurdî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêwendîdanîn şert e
09:21 Dêr di nav kavalên şaredariyê de maye
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2019'AN
27/11/2019
19:44 Xwendekara Zanîngeha Ege Dîlan dawî li jiyana xwe anî
18:41 Rojnamevan Îdrîs Sayilgan hat berdan
17:21 Ekîncî yê 70 salî binçav kirin
16:18 Bazara S-400 û pêşeroja Tirkiyeyê
16:00 Aydenîz: Gelê kurd wê çong daneyne
15:21 Dozger di doza Nisêbînê de cezayê muebbetê xwest
15:02 Rêveberiya Xweser bersiva Lavrov da: Helwesta me neguheriye divê Rûsya hê çalaktir be
14:56 Oluç bersîv da Soylu: Tayînkirina qeyûman dijminantiya Kurd e
14:34 Li Wanê dema binçavkirina 20 ciwanan dirêj kirin
14:27 Nûnertiya HDP’ê Rêxistina Ban ziyaret kir
14:27 Başaran: Me gelek caran nîşanî wan da ku em ê serî netewînin
14:17 Li Cizîrê di serdegirtinên malan de: Li Beytûr ê ev 4 salin girtiye geriyan
14:16 HRW'ê li ser dorpêça Mexmûrê rapor weşand
13:47 Doza Buyukada taloq kirin
13:47 Greva birçîbûna ya girtiyên li Osmaniyê û Mereşê dewam dike
13:33 Cihê gora Dr. Şivan pirsî
13:25 Hejmara kesên li Kocaeliyê hatin binçavkirin derket 23’yan
13:13 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
12:25 Alî Kemal Ozcan ji peywira beşa serokatiya hat girtin
12:10 HDP'iyên li Dîlokê hatibûn binçavkirin bi xebatên hilbijartinê hatin sûcdarkirin
11:36 Dozger di doza Buyukada de ji bo 6 kesan ceza xwest
10:46 Li gelek bajaran di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Dadgehê cezayê pereyan ên li çalakvanên ‘aştîxwaz’ hatibû birîn rakir
10:35 Hevoka 'Em li dijî tundiya dewleta zilam di raperînê de ne' bû binasiya girtinê
10:21 Nameyên parlamenterên HDP'ê bûn fezleke
10:21 ‘Di Çemê Dîcleyê de cureyên masiyan kêm dibin’
09:23 Ji Weqfa Mezopotamyayê du pirtûkên nû derketin