Profîlên li ber avahiya HDP'ê tên sekinandin 2019-11-30 09:11:19 AMED – Ji malbatên li ber avahiya HDP'a Amedê disekinin, tenê çend hebên xwedî profîlên ecêb mane. Di nav van malbatan de hin kesên ku tê gotin qeyûm karek daye wan an jî li Enqereyê doza xaniyan kirine hene.  Ji malbatên ku tê gotin zarokên wan bi zorê birine çiyê û ji aliyê emniyetê ve li ber avahiya HDP'a Amedê hatin rûniştandin, tenê çend heb jê mane. Ên mayî jî xwedî profîline pir ecêb bin. Di nav van malbatan de hin kesên ku tê gotin qeyûm karek daye wan an jî li Enqereyê doza xaniyan kirine hene.    Fevziye û Şahap Çetînkaya, ji bo kurê xwe Suleyman Çetînkaya ku tê gotin windaye serî li emniyetê dabûn û emniyetê jî berê wan dabû ber avahiya HDP'a Amedê. Lê her du hevjînên hev piştî demekê berê xwe dan malê. Lê xizma wan Aysel Bozkûrt û hevjînê wê Îsmaîl Bozkûrt hîn jî li ber avahiya HDP'ê ne.    Aysel Bozkûrt ku sereka provakasyonên li ber avahiya partiyê ye, tim û tim ji hêla çapemeniya hewzê ve tê nîşandan.    Her wiha Suleyman Buyuk ê ku di navbera wî û malbata Bozkûrt de hisûmetek heye, ji ber îfadeyên kurê vê malbatê Mûhammet Bozkûrt, bi îdiaya "pêwendiya wî bi PKK'ê re heye" hat girtin.    Her wiha qeyda sicîla edlî ya Îsmaîl Bozkûrt jî têra xwe nepixandiye. Tê gotin Îsmaîl Bozkûrt gelek caran dizî kiriye.    ‘HEGER HÛN LI ENQEREYÊ XANIYEKÎ JI MIN RE PEYDA BIKIN EZ Ê BIÇIM'    Li gorî agahiyên bi dest ketin, malbatên din ên li ber avahiya partiyê ji Bozkûrt nerazî ne. Malbatên din dibêjin 'zarokê wan nehatiye revandin' û ji polîsan xwestine her du kes neyên cem wan, lê belê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin.    Îsmaîl Bozkûrt jî ji polîsan re gotiye: "Gef li min tên xwarin. Ewlehiya min tuneye. Heger hûn li Enqereyê xaniyekî ji min re peyda bikin ez ê mala xwe bar bikim."    REMZIYE AKKOYÛN   Remziye Akkoyûn jî ku ji bo kurê xwe Azad Akkoyûnê 4 sal berê tev li nav YPG'ê bûye hatiye ber avahiya HDP'ê, bi kêra di çentê xwe de tim êrîşî endamên partiyê dikir. Kurê wê Mecnûn Akkoyûn ê girtî jî, di 6'ê Îlonê de notek ji diya xwe re şand û piştî nota xwe hewl dabû întihar bike. Piştî vê di 20'ê Îlonê de Akkoyûn giliyê M.N.G.'yê 70 salî kiribû û M.N.G. hatibûn binçavkirin û paşê hatibû berdan.    Ji ber nîqaş û munaqeşeyên bi malbatên din re, di 5'ê Mijdarê de polîsan Akkoyûnê ji ber avahiya HDP'ê rakir. Lê paşê hat lêborîn xwest û dîsa rûnişt. Akkoyûn car carina tê ber avahiyê û tê gotin kurê wê li Şaredariya Rezanê dane ser karekî.    MALBATA BÎÇER    Malbateke din a tim dibe sedema liv û tevgerên provokatîf jî malbata Bîçer e. Ayşegul û Raûf Bîçer, ji bo kurê xwe Mûstafa Bûçerê ku ji sala 2018'an ve winda ye hatine ber avahiya partiyê. Her du hevjîn, derpêş kiribûn ku tim gef li wan tên xwarin û li emniyetê giliyê hin HDP'iyan kiribûn. Tê gotin piştî Bîçer dest bi çalakiya li vira kiriye bûye endamê Baskên Jina ya AKP'ê.    AYTEN ELHAMAN     Ayten Elhaman jî ji bo kurê xwe Bayram Elhaman ê 20 salî, di 9'ê Îlonê de hatiye ber avahiya HDP'a Amedê. Tê gotin kurê wê, 2 sal berê gotiye 'diçim kar' û ji wê rojê xeber jê nayê. Ayten Elhaman, yek ji wan kesan e ku di hevpeyvînên wê yên ji bo çapemeniyê de nakokî li ser nakokiyê hene.   Elhaman, ji roja dest bi çalakiyê kiriye gelek televîzyonan hevpeyvîn pê re çê kiriye û ji bo kurê xwe yê winda gotibû: "Şupa min ji kesî tuneye. Ez çûm bernameya Muge Anliyê jî. Lê tiştek jê derneket. Li vira kamera pir in, min got belkî ên wî ditibin hebin."    Elhaman, berî bê ber avahiya HDP'ê di hevpeyvîna xwe ya 30'yê Adarê ya ji bo Ajansa Nûçeyan a Îhlasê de gotibû: "2 sal berê rojekê me dîti kurê min nehatiye malê. Berî biçe ew û bavê xwe ketibûn qirika hev du. Navbera wî û bavê wî nebaş bû. Belkî ji ber vê be. Zewicîbû. 5 mehan zewicandî ma. piştî 5 mehan wî û hevjîna xwe dev ji hev du berda. Li hev nekirin. Navbera wî û bavê wî nebaş bû. Diçû kar, barê malê hemû li ser milê wî bû. Dizanim belkî nerihetiyên wî hebûn. Belkî ji bo betlaneyê jî çûbe cihekî."    JI BO HEVPEYVÎNAN TÊ Û DIÇE    Her wiha Elhaman ku ji bo kurê xwe gotibû "Şupe ji kesî nakim, ji ber li vira kamera pir in hatim", piştî dest bi çalakiya xwe kiribû bi rojekê dev jê berdabû. Lê belê 4 roj şûnde dîsa hatibû û vê carê gotibû HDP'ê kurê wê revandiye. Elhaman, ne her roj lê car carinan tê ber avahiya HDP'ê, pê re hevpeyvîn tê çêkirin û diçe.    CELÎL BEGDAŞ   Celîl Begdaş jî ji bo kurê xwe Yûsûf Begdaş ku îdia kiribû di sala 2019'an de ji deriyê paş ê avahiay HDP'ê bi mînîbuseke wekî wesayîta bûkê hatibû xemilandin hatiye revandin, gotibû "Ez ê dest bi rojiya mirinê bikim." Tê gotin, piştî qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ew daniye ser karekî dev ji çalakiya xwe berda