KOCAELÎ/BÛRSA - Li Kocaeliyê, di operasyona duh a li dijî HDP’ê de, hejmara kesên hatin binçavkirin derket 23’yan. Li Bûrsayê jî, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê Hîdayet Elalmiş jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin.
Li Kocaeliyê, duh di operasyona binçavkirinê ya li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat destpêkirin de, hejmara kesên hatin binçavkirin derket 23’yan. 23’ê kesên endam, rêveber û parêzerên HDP’ê jî di nav de li Miduriyeta Polîsan a Kocaeliyê tên girtin û biryara veşartinê ji bo dosyeya wan hat dayîn. Hat diyar kirin ku lêpirsîn, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Li ser navê rêxistinê xebat kirin” hatiye destpêkirin.
Lİ BÛRSA JÎ 7 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Polîsan li Bûrsayê jî, di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê Hîdayet Elalmiş jî, di nav de 7 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Bûrsayê tên girtin.