Hejmara kesên li Kocaeliyê hatin binçavkirin derket 23’yan 2019-11-27 13:25:25   KOCAELÎ/BÛRSA - Li Kocaeliyê, di operasyona duh a li dijî HDP’ê de, hejmara kesên hatin binçavkirin derket 23’yan. Li Bûrsayê jî, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê Hîdayet Elalmiş jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin.    Li Kocaeliyê, duh di operasyona binçavkirinê ya li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat destpêkirin de, hejmara kesên hatin binçavkirin derket 23’yan. 23’ê kesên endam, rêveber û parêzerên HDP’ê jî di nav de li Miduriyeta Polîsan a Kocaeliyê tên girtin û biryara veşartinê ji bo dosyeya wan hat dayîn. Hat  diyar kirin ku lêpirsîn, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Li ser navê rêxistinê xebat kirin” hatiye destpêkirin.    Lİ BÛRSA JÎ 7 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Polîsan li Bûrsayê jî, di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê Hîdayet Elalmiş jî, di nav de 7 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta  Polîsan a Bûrsayê tên girtin.